Ji ber delîl ji holê rakirin hatin binçavkirin
- 11:51 21 Tîrmeh 2026
- Hiqûq
AMED - Hat hînbûn ku 15 kesên ku di çarçoveya doza Gulistan Doku de hatine binçavkirin, bi tohmeta "tunekirin, veşartin, an guhertina delîlên sûc" hatine girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, îro danê sibê li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê, bi fermana Serdozgerên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê serdegirtinên malan hatin kirin.
15 girtin
Di serdegirtinên malan ên ku di saetên serê sibê de hatin kirin de, bi tevahî 15 kes, di nav de 3 bijîşk, 1 hemşîre, 1 peywirdarê karê îşlemê, 5 karmendên têketina daneyan, Handan Sonel (hevjîna Waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel), xwediya şîrketa bilişîmê ku tê bawerkirin destwerdana telefona Gulistan Doku kiriye, 1 karsaz û 2 cerdevan, hatin binçavkirin.
Ew ji ber tunekirina delîlan hatin binçavkirin
Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin ji ber sûcên "tunekirin, veşartin an guhertina delîlên sûc", "dayîn an bidestxistina daneyan bi awayekî neqanûnî", "guhertin, tunekirin an veşartina belgeyeke fermî ya bi armanca astengkirina fonksiyona wê" û "tunekirin, guhertin an negihîştina daneyên di pergala agahdariyê de" hatine binçavkirin.







