Dayika govenda azadiyê digerîne
- 09:05 26 Cotmeh 2019
- Ji Pênûsa Jinan
Dayikên çeleng şopedarê doza zarokên xwe ne. Wê dîrok van kêliyan binivîse, wê nifşek ji nifşên din re parve bike. Da ku çîroka dayik û şervan li Rojavayê Kurdistanê bibe mînakên şoreşên tevahî dinyayê.
Roj Hozan
Di tevahî cîhanê de dema ku welat rastî şerên giran tên, mirovên welatparêz û yên ku ji azadiyê hez dikin berê xwe didin qadên cenga berxwedanê. Lê dibe şer hemû ne wekî hev bin. Hin şer hene, ji bo berjewendiya ne, hin şer jî ji bo dagirkirina welata ne û hin şer jî ji bo qirkirina mirovan tên destpêkirin. Şerê ku li Rojavayê Kurdistanê tê kirin van hemû pilanan di nava xwe de digire dest.
Helbet dema em dibêjin şer li welatan cuda tên dîtin, kesên ku berê xwe didin şer jî armancên wan cuda ne. Hin çekdar hene bi armanca qezencên pereyan tevlî şeran dibin, hin jî li wan tê ferzkirin ku berê xwe bidin şer û qehreman jî hene mîna li Rojavayê Kurdistanê ji bo hebûn û rûmeta doza gelê xwe berê xwe didin şerê parastina axa pîroz.
Bi sala ye Gelê Kurd di nava dîroka bê bext de di fermanan re derbas dibin. Dibe ku li kurdan hatiye ferzkirin rextê cengê li ser bejna xwe deyne. Fermana Şengalê, fermanên Bakurê Kurdistanê, fermanên Başûrê Kurdistanê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, êrîşên tirkan ên li ser Efrînê û dagirkina wê û dîroka berxwedana serdemê ev hemû mînakên ber çavan e. Herî dawiyê jî cenga mezin li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk bi armanca qirkirina Gelê Kurd êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hat xwestin ku bi van êrîşan derbeyekê li deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pirojeya netewa demokratîk bixe. Ji Serêkaniyê şer dest pê kir û ber bi herêmên din ve çû. Her roj topbaran, bombebaran, bikaranîna çekên qedexekirî û her alavên teknîka pêşketî li ser gelan pêk anî. Mirov ji vê êrîşê dizane bê çiqas tiyê xwîna kurdan e.
Li beramberî van êrîşana seferberî li seranserî herêmê hat îlankirin û her mirovê ku ji axa xwe hez dike bi hemû netew û nexşeya ku li Rojavayê Kurdistanê dîsa berê xwe da cenga parastina hebûn û rûmeta gelan. Helbet ev vîn û heyacana mezin bi sala ye gelê Rojavayê Kurdistanê li ser hatiye birêxistinkirin û mezinkirin. Cenga mezin li deriyê her kesî da. Şervanên rûmetê bejna xwe ji cengê re xemilandin û destanên qehremaniyê di dîrokê de bi pêlên zêrîn nivîsandin û di encamê de jiyana xwe jî ji bo welat feda kirin.
Dayikên ku dilê wan bi dîtina zarokên wan bi hesret û kul e, li ber deriyê malê li benda şervanê xwe ne, yan jî ji civatan lê dipirse. Şervan carekê birîndar tê û careke din jî li ser Milan tê gel dayika xwe, da ku jêre bêjê va ye ez îro pakrewan im. Dayikên Rojavayê Kurdistanê êşa şerê giran nas kirine û di nav de dijîn. Ji bo wê jî hêstirên ku li ser kezeba xwe bibarîne bi hestên cuda bi lêv dikin.
Şervan li Rojavayê Kurdistanê yan li ser milê dayika xwe tê oxirkirin, yan jî bi dengê tilîliya dayikan li axa pîroz tê spartin. Hêz û moral bilind dibe û soza tolhildanê tê dayin. Ji dîtinên cuda yên oxirkirina dayikê ji zaroka xwe ya şervan re, dayik di hizûra pakrewanê xwe de guvonda azadiyê digerîne û weke jineke bi heybet ji dijminan re dibêjê ez ne poşman im, ez serfiraz im. Tu nikare min xemgîn bike.
Dayika Hefo yek ji dayikên ku bi welatparêziya xwe li bajarê Qamişloyê bi nav û deng e di oxirkirina kurê xwe yê leheng de, ji dêvla ku rondikan bibarîne govenda serkeftinê digire. Dayika Hefo ji sibehê de derketiye li ser dikê ya Goristana Şehîd Delîl Saroxan û ala Kurdistanê li sitûyê xwe gerandiye û li ser stranên şoreşgerî li pêşberî bi hezaran kesî govenda azadiyê girtiye. Ev taybetmeniya dayika kurd e. Ji êş û qehrê, moral û nîşana serkeftinê bilind dike, da ku ji dijminên mirovahiyê re bêjê em ji mirinê mezintirin û natirsin. Dayikên çeleng şopedarê doza zarokên xwe ne. Wê dîrok van kêliyan binivîse, wê nifşek ji nifşên din re parve bike. Da ku çîroka dayik û şervan li Rojavayê Kurdistanê bibe mînakên şoreşên tevahî dinyayê.