Têkoşîna tîpên qedexe

  • 11:28 25 Cotmeh 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
Şevek ji xelat û tîna banga bendewariyên sibehê bû. Dengên xwezayî ji ronahiya taveheyvê dinuqutîn û diherikîn ser kezebên ku ji birînên necebirî re tûrikê hêviyê didirûtin. Teyisandina stêrkan car caran reng û gazinê şevê bi çavekî kelogirî diguhert. Car caran qêrînên sar û qeşagirtî di bîbikên asîmanên tarî de sor dikirin. Ji aliyekî din ve jî di kefa destên xeyalên sincirî de tenêbûnên jankêş ên ku hatibûn jibîrkirin li ber mirinê bûn. Lê li kendalekî din xeyalekî cuda li dû xericandina kêferatên bi kelecan û hêviyên dilazad digeriya. Hêviyên cuda û bendewar.
 
Roza Metîna
 
Di carekê de dengekî nerm û hezbar ku ji jêderka awazên xemrevîn diherikî dil, ew xeyala leriznd:
 
-Berxika min.
 
Berxika deşt û çiyan bi dengekî zelal û hestewar bersiv da:
 
-Keremke dayê.
 
-Tu îşev li ezmana temaşe dikî û çi difikirî dîsa, Guldexîna min?
 
Guldexîn!
 
Wateya hestên şanaz bû ev nav. Nexşeyek ji ronahiya stêrkên şevê, armanc û newayek giranbiha…Guldexîna wategiran, berê li ezmana nihêrt bêhnek kûr kişand û dawiyê pirsa dayika xwe bersivand: 
 
-Dayê tu zanî? Hindik maye ku Stêrkên ''Mem û Zîn'' bi hev bixericin. Şeva ku Mem û Zîn bi hev bixericin ez ê wan temaşe bikim û xwesteka xwe ya ku di cîhanê de herî zêde dixwazim pêk were, ez ê serê xwe bilind bikim û wê xwesteka xwe biqêrim.
 
Dayika şîrhelal bi hestekî geş mizicî û got:
 
-De ka wê xwesteka xwe ya ku di cîhanê de herî zêde tu dixwazî pêk were ji min re bibêje.
 
-Na dayê, ez nabêjim!
 
Dayika şîrhelal li ber vê gotinê matmayî ma û bi awirên merakbar pirsî:
 
-Ji bo çi tu nabê berxika min?
 
-Dema ku me xewnên xweş didîtin, te digot xewnên xwe nebêjin, dibe ku betal bibe. Dema ku ez vê xwesteka xwe bibêjim, ditirsim ku ev xwesteka min jî betal bibe. Loma ez nabêjim.
 
Dayika şîrhelal li hemberî vê gotinê hestiyar bûbû. Li çavên Guldexîna xwe bi sekneke ku ji '' ji kela dimdimê '' bû nihêrt û çirûskvedana xwesteka berxika xwe bê deng di dilê xwe de erê kir. 
 
Jiyanê her dem hêviyên nûgeş wekî bayekî hênik di kozika xemzeyên xwe de niştecih dikir. Di bextê xwe de ala şînawazên sorgulî li ba dikir. Guldexînê jî piştî bendewariya hêviya stêrkên ku navên wan Mem û Zîn danîbû, çavên xwe ji hêviyek nû û ji roja ku dê tucarî nikariban tarî bikin, vekir. Çawa ku çavên xwe vekir, çavên wê li nivîsa dîwar ya ku ji aliyê dilrewanê nemir Mûsa Anter hatibû nivîsandin ket. Behra têkoşînên gewre di nivîsa xwe de hestên xwe bi vî rengî anîbû ziman:
 
''Ev çi agir û zilm e? Kes wekî min şêst sala di nav vî agirî de neşewitî! Agirê ku nahêlin tu bi zimanê dayika xwe binivîse''.
 
Guldexînê bi xemla kelecana nûzayî ji nav nivînê xwe rabû, lênûska xwe ya ku bavê wê yê dilovan diyarî wê kiribû rahişt. Lê vê carê çavên wê yên ku nedixwest di nav şerfiroşiya neyarên hovdar de biqurmiçe li nivîsek nû ket:
 
''Kurdno!
 
Zimanê neyraran li xwe nekin kiras da ku hûn nemînin tazî û pêxwas''!
 
Guldexînê rûpelên lênûska xwe ya ku kelecana zimanê dayikê bi per û bask dikir dîsa zîvirand.Vê carê jî wêneyê Ehmedê Xanî dît. Ku xwediyê esera herî mezin a klasîk a bi navê'' Mem û Zîn'' bû.
 
Piştî dîtina wêneyê Ehmedê Xanî gotina rojhilatnasê navdar Mînorsky hat bîra Guldexînê. Ku bi ahengek dilniwaz wisa gotibû: ''Kurd xwedî wêjeyek gelek dewlemend in. Gelek stran, çîrok û destanên wan hene.''
 
Bi kelecana van gotinan û wêneyê Ehmedê Xanî Guldexînê ji malê derket. Ji bo ku kelecana xwe ya nû û bedew hembêz bike. Kelecana wê ya nû vekirina dibistana seretayî ya bi navê "Bêrîvan" bû. 
 
Ev kelecana gewre ya ji rûyê mizgînxêran bûbû sedema bişkivandina sebir û deyaxên ji bîbikên berbangê. Berbangên ku li ewlegeha canvejînê wekî henaseya biharê dihatin pêşwazîkirin. 
 
Roj li dû hev dibuhurîn. Êdî dema geşbûna kelecana Guldexînê ya ji bo daxwaza ku di cîhanê de herî zêde dixwest bi cih bê hatibû. Wê şevê hewce dikir ku heta dereng li hêviya xericandina stêrkên "Mem û Zîn" bimîne. Û bi dengvedana tovavêtina nefelên çarpel xew neket çavên wê. Heta çar û nîvê sibehê li hêviya xericandina stêrkên "Mem û Zîn" ma. Li hêviya hevşabûna kêferatên ji hebûna tîrêjên şevê bû. Car caran xilmaş dibû, lê dîsa bi efsûna giyanên ronayidar hişyar dibû. Dema ku hişyar dibû serê xwe radikir û li asîmanên ji şewqa evînê temaşe dikir. Pir hindik mabû ku Mem û Zîn bi hev bixericin. Kelecana Guldexînê hew mabû ku ezmên biqelêşe. Lê dengekî ji rengê mirovatiyê dûr, kelecana Guldexînê nîvco hişt. 
 
-Derî vekin! 
 
-Ku hûn venekin em ê derî bişikînin!
 
Tirs û xofeke kûr dewsa wê kelecanê girtibû êdî.
 
Dayika şîrhelal bi lez û bez wekî ku brûsk li ser mala wan bidin Guldexînê rahişt û ew bir ku li derekê veşêre. 
 
-Dayê "Mem û Zîn"…
 
-Xericandin …
 
-Daxwaza min a…
 
Hevokên ku Guldexînê herî zêde doza wan dikir mixabin li erdê û di bin hovdariya neyaran de rêz bûbûn. Reşebaya şevê tenê dengên çar guleyan û gotina "bavo"! ya ku di qirikê de aliqî mabû, li dû xwe hiştibû. 
 
Her çiqas Guldexînê wê şevê nebû şahidê xericandina "Mem û Zîn" jî wê tucarî hêviya xwe winda nekir û di qoziya dilê xwe de ew hêvî her dem germ dikir. Vê carê ji bo xwesteka wê bi cih were serî li rêbazek din da. Dest bi jimartina stêrkan kir. Ku deh rojan li ser hev stêrk bijimarta dê di roja yanzdehan de xewnên xweş bidîta û xwesteka wê dê bi cih bihata. Bi sebir û deyaxek ji feyza taverojên serbixwe her şev deh heb stêrk dijimart. 
 
Dem bihurîbû dîsa. Û li dû xwe gelek birînên pînekirî hiştibû. Jimartina stêrkên şevê yên ku hêviyên ji tîna rojê di dilê Guldexînê de geş dikirin jî qediya bûn. Êdî şeva dawiyê wê bi xewnên rûbedew çavên xwe ji ronahiya sibehê re vekira.
 
Çavên westiyayî hêdî hêdî dihatin girtin. Mijangên ji rengê tariya şevê li hev diketin. Xewnek ji nalîna şevê filitî û hat li ser mexzena dilê Guldexînê sekinî. 
 
Roj bi lîlandinek ji dil li ser çiyayekî ku tucarî çavên xwe ji zilmê re netewandibû, bilind dibû. Li kendala çiya Guldexînê ji coşa tîrêjên têkoşer bi hewldanek rûmetbar rûyê xwe dabû lûtkeyên ku nêzî rojê bû. Hewl dida ku hilkişe ser lûtkeya çiyayên berxwedêr, destên xwe dirêjî rojê bike û xwesteka xwe ya ku di cîhanê de herî zêde dixwest bi cih bê, bi rojê re parve bike. Lê hişmendiya hovane ya ku di sedsala 21. de jî nehatibû guhertin ev kelecana pîroz dîsa nîvco hişt. Bi gulebaranên ku ji helwesta sekna  mirovatiyê dûr,agir bi çiya ket. Daristan jî pê re dişewitîn. Qêrîna Guldexînê li ezmanên bê stûn olan dida. Dûmana reşqetran çiya hêsîr girtibû. Di nav wê dûmana reşqetran de Guldexînê hîn jî li hêviyekê digeriya. Rûyê xwe dîsa bi aliyê rojê vekir. Çar tîpên qedexe li ser lêvên rojê deng vedidan. Guldexînê her ku nêzî tîpên qedexe dibû, dûmana reşqetran winda dibû. Tîpek ji berxwedana Amedê, yek ji halana Qamişlo, yek ji henaseya Mahabadê, ya din ji azadiya Hewlêrê bû. 
 
Guldexînê çavên xwe bi têkoşîna tîpên qedexe vekir. Guldexînê dema ku ji xew hişyar bû ji devê wê tenê gotina "têkoşîna tîpên qedexe" derket. Dayika Guldexînê ya şîrhelal jî li hemberî wê rûniştibû. Bi rûyekî ku bendewarî diniziland ser dilê gewre li Guldexînê temaşe dikir. Bêhneke kûr kişand û got:
 
-Erê adaroka min têkoşîna tîpên qedexe a niha li dibistanên bi navê Ferzad Kemanger, Alî Erel, Bêrîvan û Uveyş Ana (Dayika Uveyş) têkoşîna xwe berdewam dikin. Her ku dibistan tên mohr kirin bi vîneke bêhempa dîsa ew mohr ji aliyê gelê Kurd ve tên şikandin.
 
Daxwaza Guldexînê dîsa bi cih nehatibû, lê têkoşîna tîpên qedexe ew hêvî bê stargeh nehiştibû. Li her alî olan dabû! Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Dêrik…
 
Bi feyza têkoşîna tîpên qedexe Guldexînê xwest ku derkeve derve û biçe dibistana "bêrîvan". Ya ku ronî dida geşedana zimanê ji ahenga buhuştê. Û hêza xwe ji van gotinên Mîr Bedirxan girtibû: "Yên di mala xwe de Kurdî nepeyivin, ew ê Kurdî ji bîr bikin. Ên ku Kurdî ji bîr bikin, ew ê Kurdistanê ji bîr bikin. Ên Kurdistanê ji bîr bikin ne keç an kurê min in". 
 
Dema ku Guldexînê bi kelecana siberojên rûgeş derket ber devê derî, gulebaranên ku li ser xaniyê wê û di xewna wê de xezeb dibarandin, yek jê hat li bedena wê asê bû. Bedena wê ya ev hîn deh sal bû ku çavên xwe ji rojê re vekiribû. 
 
Gazinên reşxemgîn li dû bêdengiyekê, lorîkên ku hîn ji dayik nebûne, dilorandin!
 
Kajînên  derbeker li wargeha bendewariyê , niqirîskên azirî dihonandin! 
 
Lê hêviyên "Cemîle" ku wateya navê "Guldexînê" li ronahiya roja çavên wê hatibû barkirin, hîn germ bû. Hêviyên wê germ lê laşê wê cemidî bû. Di hundur sarinceke qeşagirtî de lorîk û dilopên hesirê dayika wê ya şîrhelal diniqutî ser lênûska wê. Lenûsaka ku di rûpelên wê de daxwaza pîroz hatibû nivîsandin.
 
Daxwaza pîroz: "azadî û serxwebûna Kurdistanê bû"!