Hiqûqa zîhniyeta serdest a mêr ger ku jinan bidarizîne…
- 10:04 3 Mijdar 2017
- Ji Pênûsa Jinan
Ayşe Gokkan
Birêveçûna hiqûqê berfirehkirina qada civakî ya edalet û maf e. Li Tirkiyeyê hiqûq qada desthilatdariyê berfireh dike, civak û jin ji polîtîka û rêveberiyên xweser, bêpar dihêle û bi hiqûqa ku yek alî hatiye amadekirin re rastî her cureyê şîdetê dihêlin. Îro desthilatdariyê hiqûq girtiye destê xwe û qada xwe bi OHAL û KHK’yan fireh dike û di serî de jin, dawiyê hemû civak tê darizandin.
AKP-dewlet-hikumet; rejîma yek mêrî di OHAL û KHK’ê de bi hezaran rûpelên ku wek îdianame hatiye amadekirin de, nêrîna gerdûnî ya mirovahiyê wek delîlên sûc rêz dike. Rêveberiyên xweser ên demokratîk li gelek welatên rewa tê pêkanîn. Jinan xweseriya demokratîk wek pergala jinê girt dest û ev jî ji bo pêşîgirtina parçekirina cîhanê ye.
Dewlet bi îmzekirina peymanan nabe ronakbîr
Jin, gel, bawerî û bi kurtasî hemû dînamîkên demokratîk ji bo pêşî li sûcên dewlet dikin bigirin danezar derxistine û dema dewlet îmzeyê jî bavêje vana nabe ronakbîr. Dema dewlet tiştên peyman ferz dikin neyne cih, jin û civak îtîraz dikin û li ser vê li dijî wan êrîş pêk tên. Ev jî têr nake yek bi yek dîl digirin.
Jin wê bê deng nemînin
Pergala serdest a mêr wê vê carê bi ser nekeve. Di eniyekê de di 10 eniyan de jî şer îlan bikin wê bi ser nekevin. Em jin bi rêxistinê dibînin ku li her derê cîhanê çi dibe. Li cîhanê ji sê jinan yek şîdetê dibîne û ji sedî 70’ê xizmeta li cîhanê jin dikin. Ger hebûna malê wan jî tunebe ev ne qeder û tesaduf in. Ji ber vê yekê em jin êdî bê deng namînin.
Dema min behsa van tişran kir ez sûcdar hatim îlankirin
Îro li Tirkiyeyê her roj jin rastî şîdetê tên, tên qetilkirin û tecawizkirin. Ji sala 2002’an heta niha şîdeta li ser jinê ji sedî sed zêde bûye. Saziyên jinan tên girtin komeleyên wan dewrê komeleya Sumeye Erdoganê tên kirin. Dema min behsa van kir jî ez sûcdar hatim îlan kirin. Ev sê meh in ez di girtîgehê de me.
AKP'ê nêrîna min sûc hesiband
Min wek jinekê ku şahidiya darbe û pêkanînên OHAL’ê yên vî welatî kiriye, baweriya min ev e ku divê em berpirs tev bigerin. Di çarçoveya vê yekê de ez delege û aktîvîsta gelek organîzasyonên neteweyî û navneteweyî me. Aktîvîsta Meşa Jinên Cîhanê, Însiyatîfa Jinan a Sînornenas bûm. Endama PEN a Kurd bûm. Ji ber van faaliyetan têm darizandin.
Ez 8 sal berê di 2009’an de wek namzeta jinan li Nisêbînê hatim hilbijartin. 8 sal şûnde ji ber hemû xebatên xwe hatim darizandin.
Dîsa li dijî tecrîdê derketim û min piştgirî da aştiyê. Min di pêvajoya diyalogê de piştgirî da xebatên aqilmendan, protokola Dolmabahçeyê û rol û mîsyona jinan a di vê pêvajoyê de. Ji ber vê têm darizandin.
'PKK rastî ye'
Ez wek keseke ku li vî welatî pêkanînên dij-demokratîk û zext jiyame, ji ber min xistina maseya diyalogê û êrîşên li dijî jînan rexne kir, hat îlegalîzekirin û sûc hat hesibandin.
Di lêkolînek xwe de nirxandina min a ‘Ya ku yekem car Kurd bi rêxistin kiriye PKK ye. 6 partiyên siyasî yên Kurdan hatin girtin’ jî sûc hatiye hesibandin. Ev îzahek sosyalojîk e. Nikare bê îlegalîzekirin û PKK rastiyek e. Îfadekirina rastiyan nikare bê îlegalîzekirin. Dîsa hemû xebatên min ên şaredariyê hatine îlegalîzekirin.
Min wek kesek li bajarê sînor hatime hilbijartin bi walî û qeymeqam re hevdîtin kir û alîkariyên mirovahî yên ji bo Qamişlo, Dirbespiyê û Kobanê organîze kir. Lê ev jî hatiye îlegalîzekirin. Her wiha îfadeya ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ jî hatiye îlegalîzekirin.
Ez wek jineke li dijî mîlîtarîzmê derketime têm darizandin. Dadgeha zîhniyeta serdest hewce bi îzahê nediye û hevdîtina bi Birêz Ocalan re du salan legal û sala pişt wê jî îlegal îlan kiriye
'Em bûne sefîrên ku hatine qetilkirin'
Li cîhanê serokdewletekî ku evqas polîtîqayên qetilkirina sefîran pêk tîne heye gelo? Em dizanin ku em bûne sefîrên hatine qetilkirin. Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn tê dayîn. Ev têkoşîna bi pêşengiya jinê bihara azadiya gelan e. Yên tecrîdê li ser Birêz Ocalan pêk tînin dizên azadiyê ne.