Girîngiya perwerde ya zarokan!

  • 10:59 15 Mijdar 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
Şêrîn Zêrevan
 
Dema ku mirov ji dayik dibe û çavên xwe li ser rûyê cîhanê vedike cara yekem dayik û bavên mirov bi perwerdeya wan mijûl dibe. Dema ku zarok li ser esasekî saxlem gavan diavêjin û bi ser dikevin malbat jî bi vê yekê serbilind dibe.Her dayik û zarok daxwaza wan ew e ku zarokên wan her serkeftî bin. Loma perwerdeya yekem ji malbatê dest pê dike. Dema ku dayik û bav li ser bingeheke baş zarokên xwe perwerde bikin wê demê pêşeroja wan zarokan û civakê dê ronî û aram be. 
 
Dema ku em rewşa perwerdeya zarokan a cîhanê bi giştî bixin dest dîsa destpêka perwerdeyê ya di malê de ye. Ger dayik û bav perdeyek durust bide zarokên xwe ev yekê  ji bo bingeha civakeke saxlem bibe mînanakek ber bi çav. Loma divê dayik û bav her tim bi zarokên xwe re rast biaxivin, ji bo ku ew jî li hemberî dayik û bavê xwe  rast biaxivin û derewan nekin. Her wiha di warê pêşketina civakî û ehlaqî de malbat gerek rêyek rast bi ber zarokên xwe xin. 
 
Rola dayik û bav di mijara perwerdekirina zarokan de pir girîng û hesas e. Divê ku dema dayik û bav zarokên xwe perwerde bikin, tiştên ku dixwazin bibêjin bi wan baş bidin fam kirin ku zarokên wan zanîbin ku dayik û bav çi dixwazin û li gor vê yekê tev bigerin. Dema ku zarok hîn nû ji dayik dibe hişê wan mîna bandeke vala ye loma malbat gerek wê bandê bi tiştên herî girîng û baş tije bike.
 
Zarok mîna gulê ne, dema ku mirov gulan av  dide gul geş dibe û  bêhneke xweş dide. Dema ku zarok jî bi rêbazek nerm û rast bên perwedekirin dê mîna gulê geş bibin û bêhneke xweş bidin. Destpêka vê yekê jî ji malbatê dest pê dike. Dema ku dê û bav bi gotina xweş û bi bêhneke fireh nêzî zarokên xwe bibin zarokên jî vê helwesta wan mînak bigirin. Dema ku dayik û bav bi zarokên xwe re diaxivin gerek bide hês kirin ku girîngiyê didin nêrînên zarokên xwe. Dema ku pirsgirêkek zarokên wan hebe, ji bo ku zarok jî mîna hevalên xwe nêzî dayik û bavên xwe bibin û pirsgirêka xwe bi dayik û bavê xwe re parve bikin gerek dayik û bav wê baweriyê bidin zarokên xwe. Dema ku wiha be zarok serî li rêbazên şaş naxin.  
 
Mirov xwedî îradeyeke mezin e, dikare bi tena serê xwe gelek tiştan bike û bi ser bikeve. Dema ku zarok berê xwe dide dibistanê divê ku dayik û bav moralê zarokên xwe bilind bikin û  di dibistanê de zarok bixwazin kîjan beşê bixwînin divê ku ew ji xwe re hilbijêrin. Dema ku zarok li gor dilê xwe perwerde bibin wê demê pêşeroja civakê bêtir ewle û ronî dibe.
 
Her ku dem derbas dibe zarok salekê ji temenê xwe zêde dike, di wê salê de gelek agahiyê ku di cîhanê de qet nizane  li xwe zêde dike û bîrwer dibe û jixwe re dibêje ku ez mezin dibim û êdî ez cîhanê fêm dikim. Tevlî ku dibêje ez mezin bûme jî ew tena serê xwe nikare biryarên mezin bide. Loma gerek di destpêkê de dê û bavê zarok jê re alîkariyê bikin.
 
Dema ku dayik û bav zarokên xwe perwerde dikin,  zarok jî fêrî rastiya jiyanê dibin. Loma em dibêjin bingeha civaka rast û bê kêmasi di perwerdeyeke rast de derbas dibe. Ew jî tê wateya civakeke rast û pêşeroja wê ronî.