Ji bo jinan cihên tecrîdê

  • 09:02 6 Hezîran 2025
  • Jineolojî
 
"Di pergala sûc-ceza de cihên dertên pêş, çalên tarî, kûrahiya kelehan bû. Bi pêşketina dewleta modern girtîgeh, malên islahê derketine pêş."
 
Di sedsala 6’an de keşîşxane wek cihên cezakirinê hatiye bikaranîn. Her wiha yên dijexlaqî dikirin li vir li malên xebatê hatine hepskirin. Odeyên keşîşxaneyan wek cihên ku sûcdar dihatin islahkirin dihat bikaranîn.
 
Zîlan Narîn
 
Destnedan an jî tabuyên jinan ku qanûn ava dikirin, di pergala mulkiyeta nû de her ku bû asteng dest bi girtina jinê hat kirin. Di dewletan de xwedîbûn girîng e. Jinan li cihê ku qanûn ava dikirin winda kirin. Destnedana jin û axê biqasî pîroz e, dibe xeta pênasekirina sûc. Destnedana mil bi qanûnan dikeve bin garantiyê û pênaseya sûc jî wek destdirêjiya li mal tê dîtin.
 
Tecrîd di vir de wek rêbaza girtin û sînorkirinê dertê holê. Hişyariya ‘milkê taybet e kes nikare bikevê’ di vî alî de pir sembolîk e. Ev cih ji qada otorîta civakê derdikeve dikeve qada kes.
 
Qada otorîteya jinê jî bi malê û malbatê hatiye sînorkirin û hêza wê helyaye. Bedena jinê dibe malê taybet yê mêr.
 
Jinên derkevin derveyê malê bi sûcdariya bê namûsiyê an jî rêbazan xera dike tê cezakirin. Jinên li dijî sînoran serî netewînin tên cezakirin. Tê recmkirin, kamçîkirin, kolekirin û îmhakirin.
 
Fuhuş jî bi cezakirinê re tê pêşketin. Jinên derkevin derveyê sînor êdî derdikevin têkiliya mal. Bi pergala fuhuşê bedena jinê didin ber firotinê û vê sînorên jinê jî tê diyarkirin. Li cihên wek malên giştî tên bicihkirin.
 
Di dîrokê de keşîşxaneyên jinan, cihên ku jin komî lê dijiyan, difikirin û hilberînin derdikevin pêş me.Tarîkatên jinan yên wek Beguîn li keşîşxaneyan xwe rêxistin kirine. Lê perestgeh biqasî jinên peywira olî tînin cih, bûye cihê jinên ku sînor bezandine jî. Mal, perestgeh, malên giştî. Armanc ne cezakirin e, bicihkirin e. Ev ne tenê qada girtinê, qada tundiya rewa jî ava dike.
 
Ev cih hîmê pergala cezakirina modern ava dike. Ev bi qasî sînorkirina beden, hest û nêrîna jî sînor dike. Ligel êşa beden, ji hêza kar fêde girtin û islahkirin jî hedef tê girtin. Wateya malê ji bo jinan wisa hatiye avakirin.
 
Di pergala sûc-ceza de cihên dertên pêş, çalên tarî, kûrahiya kelehan bû. Bi pêşketina dewleta modern girtîgeh, malên islahê derketine pêş.
Di sedsala 6’an de keşîşxane wek cihên cezakirinê hatiye bikaranîn. Her wiha yên dijexlaqî dikirin li vir li malên xebatê hatine hepskirin. Odeyên keşîşxaneyan wek cihên ku sûcdar dihatin islahkirin dihat bikaranîn.
 
Di dema Asuran de ji bo dizan, kesên baca xwe nadin û dîlgirtiyên biyanî hinek cih wek girtîghe dihatin bikaranîn. Li Mezopotamyayê beriya zayînê di navbera 300-400'î de ji bo dizan, dîlgirtiyên biyanî, yên bertîl dixwazin, deyndaran girtîgeh hatin avakirin. Îbraniyan sarincên vala wek girtîgeh bi kar anîne.
 
Di demên berê de cihên cezakirinê tenê çend alav bûn lê bi pêşketina dema modern re cih zêde bûne. Berê ku cihên çal û tarî an jî keşîşxane dihatin bikaranîn, bi dema modern re cihên taybet hatine plankirin.  Pergala hucreya Pennsylvanîa û Auburn a li Amerîkayê modelên modern yên taybet hatine avakirinê ne.
 
Hegemonîkbûna pergala tecrîdê
 
Bi pergalên girtîgehan bi armanca cezakirin û islahkirin bi sîstematîk berdewam kiriye. Bi serdema endustriyalîzmê re hepskirin-girtin veguheriye alava rêveberiya hegemonîk. Têkiliya desthilatdarî-milk- tundiyê pergalek terbiyekirinê ya dispêre tecrîd û dorpêçkirinê pêş dixîne.  Gelê ku li gundan xwedî îrade ne, li bajaran vediguherin girseyên komî. Atolye û fabrîqe cihên ku bi terbiyeya sermayê ve tên girêdayînê ne. Dema endustriyel de mal vediguherin odeyên ku kes hebûna xwe lê ferz dikin. Lê ev ode ne cihên ji rêzê ne, cihên ku pevçûna îrade û otorîteyê lê tê jiyînê ye. Ji ber jin û zarok jî ketine ber xeleta sermayê, kevir ji cih hatine lîstin. Di vê qadê de mêrên ku bê milk hatine hiştin, otorîteya wan ya li yekane milkê destê wan de jin û zarokan, de hejiyaye. Ji bo islaha vê hejandinê saziyên malum dikevin dewrê: Ol û zayendî. Girtin bi awayekî sembolîk dîwar û sînoran nîşan dide. Berxwedan û serhildan jî hilweşandina van dîwran û bezandina sînoran îfade dike. Nokteya şikestinê ya girtinê, bi ferqa navbera hundir û derve dertê holê. Tecrîda modern jî bi rakirina vê ferqê, ji îstîsnabûnê derdikeve û dibe norm.
 
Piştî tecrîd ket rewşa rêbazê, serhildan, neqebûlkirin jî veguherîn rewşa îstîsnayê. Lê ev îstîsna di yekparêziya pergala nû de zêdetir tê dîtin û dijber e. Li dijî vê meşandina têkoşînê hîmê paradîgma ceza nû ava dike.  Armanca vê cezakirinê ji nûve avakirina hegemonyayê ye. Yên dijî tecrîdê serî natewînin di hepsê hucreyê kirin şert e.
 
Roja îro de ne li dijî hebûna girtîgehan li dijî şert û mercan îtîraz dertên holê. Tevî her tiştî girtîgeh vediguherin navendên îtîrazê. Mijara tecrîdê rêbazek îşkenceyê ya di sînorên girtîgehan de pêk tên. Lê ev rêbaz tenê bi girtîgehan sînor nîne. Jiyana rojane de jî pêk tê. Pêkanîna tecrîdê  bi qanûnîbûna sînoran pêkan e. Ev qanûn hîmê pergala yekparêz ava dike.
 
Di encamê de mijara tecrîdê, ji pêkanîna pergalek înfaza ceza ya modern wêdetir, bi mayîndebûna îdeolojîk a desthilatdariyan, pergaleke ku sînor û pergalê xêz dike ye. Pergala tecrîdê wek cih hatiye girtin û wek hiş-bîrê hatiye dagirkirin û bi normalkirina pergala civakê tê temamkirin. Riya parçekirina tecrîdê bi azadiya jinê, bi tunekirina zindanan pêkan e.
 
Ev nivîs ji hejmara 33’yemîn dosya ‘tecrîd û girtinê’ ya kovara jîneolojiyê hatiye girtin.