Nêzîkariya li hember pirsgirêka azadiya jinê
- 09:03 20 Sibat 2026
- Jineolojî
"Têkoşîna demokrasî û çînî, heta bi feraseta azadiya jinê re nebe yek nikare biserkeve. Ji ber vê jî zimanê çarseriyê yên rêxistinên sosyalîst divê bi rêgeza edaleta zayenda civakî re ji nûve bê teşekirin. Divê azadiya jinên ji mijara çînî bê derxistin, divê bibe esasa azadiya civakî."
Gelawej Şarbajar
Marks pirsgirêka jinê tenê bi jinên karker sînor kriye; Bindestiya jinan a di civakê de ya di pergala kapîtalîst de baş nedîtiye. Pirsgirêka azadiya jinê tenê bi serxwebûna aborî ve giredaye; ev jî bûye sedema fêmkirina qels a pirsgirêkê. Lê bindestiya jinê ne tenê aborî, heman demê de serdestiyeke zayendî, çandî û zîhniye. Ji bo azadiya jinê çareseriya aborî bi tena serê xwe têr nake. Heta ku zîhniyeta serdest neyê çareserkirin; têkoşîna demokrasî û çînî jî biser nakeve. Tevgerên sosyalîst yên Rojhilata Navîn ku ji bo têkoşîna jinê bike damareke şoreşger dereng mane; li şûna vê nûneriya jinê di asta sembolîk te maye.
Divê çi bê kirin ku bê destpêkirin?
Ev mînak nîşan didin ku paradîgma sosyalîst ne tenê bê rexnekirin, heman demê de hewce bi zimanekî çareseriyê ya ji nûve avakirinê heye. Dema rexne bi hîmên etîkek nû teşe nebe tenê hilewşînê diafirîne. Ji ber vê jî çareserî ne tenê di asta teorîk de, bi hişmendiyeke kolektîf ya bi nirx û pîvanên civakî şênber dibe, dikare bê avakirin. Partiyên sosyalîst yên Rojhilata Navîn, di hilberandina teoriyê de bi bandor bin jî di pêkanînê de qels mane. Dema teorî bi civakê re neyê gel hev, ji utopyayek neşênber wêdetir naçe.
Di vir de di navenda zimanê çareseriyê de divê projeya azadiya ahlaqî û zîhnî ji nûve bê pênasekirin. Sosyalîzm ne tenê modelek aboriyê ye, heman demê de divê seknek etîk û projeyeke veguhestinê ya çandî be. Ev ne lihevkirina bi nirxên herêmî re; divê ev nirx bên veguhertin, divê wijdana hevpar a civakek nû hedef bike.
Çareseriya di vir de, zanabûna herêm-civakî, bi teoriya sosyalîst re ji nûve afirandine. Kevneşopiyê etîk, piştevaniya kolektîf, rola parastinê ya jinê wek esasê damezrîner yê paradîgmaya sosyalîst a nû dikarin bên nirxandin. Di vê esasê de, têkoşîna sosyalîst ne tenê bi dijberiya desthilatdariyê, wek avakirina jiyanekê dikare ji nûve bê pênasekirin.
Têkoşîna demokrasî û çînî, heta bi feraseta azadiya jinê re nebe yek nikare biserkeve. Ji ber vê jî zimanê çarseriyê yên rêxistinên sosyalîst divê bi rêgeza edaleta zayenda civakî re ji nûve bê teşekirin. Divê azadiya jinên ji mijara çînî bê derxistin, divê bibe esasa azadiya civakî. Nirxandinên der barê têkçûnên tevgerên şoreşger yên Rojhilata Navîn, dema bi avabûnên aborî û analîzên çînî sînor bimîne, şikestina herî mezin a civakî jî tê piştguhekirin: Têkiliya desthilatdariyê ya navbera jin-mêr. Ji ber ev pirsgirêk nebû navenda têkoşînê, hemû pêlên şoreşger jî qels mane û mayînde nebûne.
Abdullah Ocalan vê nakokiyê wiha tîne ziman: “Ji bo mêrekî rêgeza soslyalîstbûnê, kuştina mêrê klasîke.Sosyalîstbûna mêrekî teşeyê têkiliya bi jinekê re ava dike ye.” (Ji nameya Abdullah Ocalan 8’ê Adara 2025’an). Li holê rastiyek heye: Di esasa hemû şoreşên têkçûyî de pirsgirêka mêr-jin ya neketiye navenda têkoşînê heye.
Îfadeya Ocalan ya "Dîrok di roja me ya îro de veşartiye, em destpêka dîrokê de ne" hewcedariya şîrovekirina peşrojê ya bi encamên îro re tîne ziman. Ger pirsgirêka ewil newekheviya mêr- jin be, divê destpêka çarseriyê jî ji vir de bê destpêkirin. Jinek di zîhnê xwe de koletiya hezaran salan nebîne dikare azadiyê watedar bike? Mêrek ji serdestiya mêr a hezaran salî xwe rizgar neke, nêzîkatiya li hember jinê neke pîvan, dikare behsa sosyalîstbûnê bike?
Dema tevgerên sosyalîst yên Rojhilata Navîn bên analîzkirin, du alîbûna koletî-azadî ya navbera mer-jin de neke navenda têkoşînê, kêmasiya herî mezin a zîhnî dertê holê. Li Kurdistanê bandora vê aşkera tê dîtin: Gelek kes û tevger xwe wek pêşketî an jî Marksîz pênase bike jî di alî naverokê de dîtbarî maye; teşebûn serdste û têkiliyên paşverû hatine afirandin.
Abdullah Ocalan ji destpêka 1990’î şûnde gumanên xwe yên der barê sosyalîzma reel de kûr kiriye; bi encamên ji analîzên vê pratîkê derxistiye holê, nêzîkatiyên nû yên teorîk pêş xistiye. Nirxandina "Me bi têkoşîna PKK’ê hebûna gel îspat kir; lê me azadiya hebûnê pêk neanî" kir û asta xwe hem ya tevgerê û hem jî nêrîna xwe ya pêşerojê îfade kiriye. Bi vî awayî bi PKK’ê re hebûna netewî ya KUrd hatiye avakirin; hîmên Kurdbûna azad hatiye avêtin. Destkeftî tenê bi netewa Kurd sînor nemaye, têkiliyên bi gelê ereb, tirk, fars re jî bandor kiriye. Heman demê de li Kurdistan û Rojhilata Navîn şoreşa jinê pêk aniye. Di vê dema ku têkoşîna çandî qesl bibû de, çand ji nûve zindî bûye, mudaxaleyê nêzîkatiyên klasîk yên marksîst hatiye kirin û sosyalîzm li erdnîgariya Rojhilata Navîn hatiye asta pêkanînê.
Bi pêvajoya Îmraliyê re ev têkoşîn gihiştiye asta paradîgmayî. Lingê herî xurt yê paradîgmayê mijara azadiya jinê ye. Abdullah Ocalan di salên 1990’î de li ser jin û dewletê analîzên girîng kirine, di pêvajoya Îmraliyê de ev analîz hatine kûr kirin, di çarçoveya teorîk de hatiye rûniştandin.
Ji civaka jina dayik heta îro li ser kes û civakê pergalên baweriyê bandor bûne. Ev pergal ketine bin hêzên desthilatdariyan û hilberîna fikrî ya jinê li dijî civakê wek alav bikar anîne. Sosyalîzma ketiye bin xizmeta netew-dewletê, ne sosyalîzma zanistiye. Ne pêkane dewlet û sosyalîzm bi hev re hebin. Ji ber vê jî li şûna sosyalîzma netew-dewletê, sosyalîzma zanistî ya xwe dispêre etîk-polîtîk divê esas bê girtin. Abdullah Ocalan der barê dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn lêkolînek berfireh meşandiye,di qadên sosyolojîk de wek zanyarekî modern tezên şaş rast kiriye. Di paradîgma nû de, teorî û pratîk bûne yek;di veguhestina zîhniyet û kesayetê de afrîneriyên esas pek hatine.
* Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.







