Zerîlîçe, di riya markaya cîhanê de ye
- 10:57 3 Cotmeh 2019
- Ked/Aborî
MERSÎN - Leyla Bakrak ya piştî qeyûm betal ma, li taxa xwe dirûnxaneya bi navê Zerîlîçe ya ku cil û bergên gelerî yên Kurd didirû vekir. Leyla ku ji bo jinên hewldêr dibe îlham wiha got: “Armanca min ya herî mezin ev e ku em Zerîlîçe, bikin atolyeyek mezin a jinan ku çandê dide jiyîn.”
Malbata Leyla Bayrak di 12’ê îlona 1980’ê ji ber zextan ji Sêrtê koçî Mersîn kir. Leyla û malbata xwe ku neçar man li bajarê biyanî bijîn, piştî koçberiyê li dijî betaliyê kargeriya xwe vekir û debara xwe kir. Di 18’ê Kanûna 2016’an de piştî qeyûm tayînî şaredariya Akdenîzê bû şûnde Leyla û gelek hevalên wê hatin binçavkirin û piştre jî ji kar hatin avêtin. Leyla ku doza radestkirina kar qezenc kir, bi daxwaza xwe biryar girt ku venagere şaredariya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin. Leyla demekê li kar digere û herî dawî jî cil û bergên gelêrî çêkir û firot. Leylayê di heman demê de biryar da ku kargeriyeke ku xebatên çandê bê meşandin veke.
Bi karê ku dike ji bo jinan dibe çavkaniya îlhamê
Leylayê navê xwişka xwe Zehra ku wek ‘Zerîlîçe’ tê zanîn li kargeriya xwe kir. Ev nav hem ji bo Leylayê hem jî ji bo taxê bû çavkaniya hêvî û kêfweşiyê. Ji ber ku Zehra di temenê xwe yê gelek ciwan de di 2012’an de jiyana xwe ji dest dide û li taxê bin û coşa xwe tu car nehatiye jibîrkirinê ye. Leylayê bi derfetên qels ev kargerî vekir û rastî elqeyek mezin hat, demek kurt de sînorê welat derbas kir. Armanca herî mezin a Leylayê ev e ku Zerîlîçe veguhere atolyeyek mezin a jinan ku çandê dide jiyîn û ji jinan re bibe çavkaniya îlhamê.
‘Tevî astengî, dûrbûn, zor û zehmetiyan em karê xwe dikin’
Leylayê da zanîn ku di jiyana xwe de gelek êş û zehmetî dîtiye, got 7 xwişk û bira bûne, 2 heb ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane, 4 xwişk û birayên wê ji ber sedemên siyasî neçar mane ji welat derkevin. Leylayê da zanîn ku dê û bavên wê yên astengdar in, di qada kar de gelek piştgirî dane wê û wiha pê de çû: “Serkeftina min a di karê min de, bêguman têkoşîna min li dijî zor û zehmetiyan dayî ye. Bavê min di zîhnî de astengdar e. Lê vê rewşê di hilberînê de astengî nabînin. Bavê min berhemên li malê dişom ji min re tîne, dayika min xwarinê çêdike tîne. Dayika min kemerên herêmî çêdike û piştgiriyê dide hilberînê. Birayê Huseyîn yê li Swîsreyê li wir reklama min dike. Tevî astengî, durbûn û zehmetiyên mezin ez bi hezkirinek mezin karê xwe dikim.”
‘Dirûnên me yên ewil pir nebaş bûn’
Leylayê ku di tebaxa 2018’an de kargerî vekir, ev pêvajoya wiha nirxand: “Ez hîn bêtir aliyê hilberînê hez dikim. Min ewil hinek mînak şandin Ewropayê. Der barê firotinê de min agahî dan. Dirûnên me yên ewil jî pir nebaş bûn. Li aliyekî fêr dibûm, li aliyê min berhem çêdikir û difrot. Me eleqeyek baş dît. Piştî hemû kar û barên fermî, li ser çapemeniya civakî me ji Ewropayê sîparîş girt. Dîsa ji bo Newrozê em sîparîşan digirin. Me rêbaza kirêkirina cil û bergan jî da destpêkirin. Sîparîşên me ji her derê hatin kirin. Ji Semsur, Şirnex, Colemêrg, Stenbol, Enqere û Îzmîrê sîparîş hatin kirin.”
‘Me sînor derbas kirin’
Leylayê destnîşan kir ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê peydakirina cil û bergê gelêrî pir zehmet in û me ev pirsgirêk jî bi sîparîşê çareser kir. Leylayê wiha berdewam kir: “Em cilan dişînin derveyê welat. Ev me pir kêfxweş dike. Di teslîmata cil û bergan de gelê me nameyên sipasiyê û diyariyan dişînin. Ev me bi rastî pir serbilind dike. Em ekîbek ji 4 kesî pêk tên. Hêviya me ev e ku Zerîlîçe veguhere qadek xebatê ya mezin e. Çima Zerîlîçe nebe atolyeyek jinan. Çima cil û bergên çanda me bi keda jinê negihêje cîhanê. Xebatên me bê navber didome.”