Di konbajar de jiyaneke di nava xizaniyê de: Em zarokên xwe dixapînin
- 09:23 21 Kanûn 2019
- Ked/Aborî
Hîkmet Tunç
WAN - Jinên li konbajarê ku 8 sal berê li wanê hatibûn avakirin de, di nava xizaniyê de dijîn diyar kirin ku li malê jî ji ber vê her tim nîqaş dikin. Hatîce Yilmaz got: “Zarokê min bi rojane fêkî dixwaze. Ez her tim dibêjim ‘ez ê bigirim’ lê nikarim bigirim. Wek dayikekê daxwazên zarokên xwe peydanekirin, êşeke mezin e.
Kesên der barê krîza aborî ya giran dibe de diaxivin ji aliyê desthilatdariyê ve wek ‘terorîst’ tên îlankirin û ev dibe hinceta binçavkirin û girtinê. Fatura krîza aborî dîsa jin û zarok didin. Li navçeya Tuşba a Wanê li taxa Seyrantepe, jinên di Konbajarê ku di 2011’an de di encama hewldana şaredariya Bajarê Mezin de hatibû avakirin de, dijîn, têkoşîna jiyanê didin.
Ji bo demekê hatibû avakirin
Konbajarê ku ji bo welatiyên mexdûrên erdhêjê hatibû avakirin, tevî ji bo demekê hatibûn çêkirin hîna jî malbat tê de dijîn. Konbajarê ku dora wê bi têlan hatiye girtin, nêzî 200-300 kontyenir tê de hene. Konteynir ji du beşan pêk tê û welatiyan bi derfetên xwe bi text û pirîketan ji xwe re hinek beş çêkirine.
‘Ez nikarim ji zarokên xwe re tiştekî bistînim’
Jina bi navê Hatîce Yilmaz ku 8 sale li vir dimîne, hevjînê wê karkeriya demsalî dike û got ji ber krîza aborî nikarin ji xwe re tiştekî xwarinê jî bigirin û got: “Demek dirêj e tenê şorbê çêdikim. Em her tim nîqaş dikin. Bi rojan e zarokên min fêkî dixwazin. Ez her tim dibêjim wê bigirim lê nikarim bigirim. Ji vê êşê mezintir tu êş tune ye. Ez wek dayikekê ji ber nikarim ji zarokên xwe re tiştekî bigirim gelek xemgîn im.”
‘Yekane daxwaza min xaniyekî germ e’
Besra Başak jî bi lêv kir ku ji ber nikaribû kirê bide li vir bicih bûye û wiha berdewam kir: “Hevjînê min kar nabîne. Ji ber vê em bi alîkariyan debara xwe dikin. Em nikarin goşt û sebze bigirin. Mehê carekê em mirişkê digirin. Zarokên min ji ber baş xwedî nabin her tim nexweş dikevin. Ez dibim nexweşxaneyê dibêje kêmasiya vîtamînê heye. Ez çi bikim. Yekane daxwaza min xaniyekî germ e.”
‘Em her tim nîqaş dikin’
Suna Urkmez jî ji ber nikare kirê bide, li konbajar dijî û got: “Em 7 kes di konteynirê de dimînin. Ez zarokên xwe li mutbexê dikim xew. Berê me bi 100 TL her tişt digirt. Niha em nikarin du cure tişt bigirin. Mehê carê mirişkê digirim. Goştê sor jî ji cejnê heta cejnê. Ji ber vê em her tim nîqaş dikin. Em nikarin zarokên xwe baş xwedî bikin. Êdî aramiya me nemaye. Em nizanin çi bikin. Berê diçûm malan paqijiyê. Niha ew jî tune. Min serî li ÎŞKUR’ê da. Lê ji wir jî bersivek nayê dayîn.”
‘Çêkirin xanî bû xeyal’
Nurten Kaya jî bal kişand ser pirsgirêka germbûnê û got: “Em ji bo zarokên xwe cihekî paqij û germ dixwazin. Em di nava bihokan de dijîn. Em nikarin mêvanekî bihewînin. Destav, mutbex û serşo ligel hev in. Berê hêviya me ya çêkirina xaniyekî hebû. Lê niha em bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Çêkirina xanî êdî bû xeyal.”
Fîlîz Çelîk jî ev tişt anî ziman: “Em xaniyekî fireh û paqij dixwazin. Hemû alavên me li ser hev in. Kurê min li kar digere lê kar tune. Me serî li gelek derî da. Lê bersivek nehat. Tê gotin ku wê konteyniran rakin û li şûnê parqê çêbikin. Em ditirsin ku em ji vir jî bibin.”
‘Sevîm Yildirim jî wiha got: “Ev 8 sale em li vir dijîn. Em kal û pîr in. Me derd û kahr kişand. Îsal min meaşa pirbûnê girt. Ez bi vî pereyî hewl didim debara xwe bikim. Xwezî em di şertên baştir de bijiyana.”