ÎSÎG: Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest dan
- 13:25 8 Sibat 2020
- Ked/Aborî
STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG'ê, di meha Çileyê de 3 jê zarok, 12 jê jin, 7 jê penaber herî kêm 112 karkeran, dî cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tendirustî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha çileyê weşand. Li gorî raporê 112 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku karkerên jiyana xwe ji dest dane 12 jê jin, 3 jê zarok bi tevahî 112 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di raporê hatiye diyarkirin ku 3 zarokên temenê wan di biniya 14 saliyê de jî jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku 7 penaberan jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.