Gulsum Nazlioglu: Di vê ji bo xebatê qadên ewle bên vekirin
- 09:02 3 Nîsan 2020
- Ked/Aborî
AMED - Rêvbera Sendîkaya Jinên li Malan Dixebitin Gulsum Nazlioglu derbarê kar û xebatên xwe de axivî û got: “ Armanca me ew e ku di bin şert û mercên ewile de em bi jinên kedkar re bixebitin û li hemû qadên jiyanê bi hev re têbikoşin.”
Sendîkaya Jinên li Malan Dixebitin ku bi qeyrana abirî re jinên bi vî awayî dixebtin zêde dibe li Tirkiyê roj bi roj xebatên xwe berfireh dike û hewl dide xwe bigihîne hemû jinên bi vî awayî dixebitin. Ev xebat bi taybetî jî ji aliyê jinan ve tê meşandin. Rêvebira Sendîkaya Jinên li Malan Dixebitin Gûlsûm Nazlioglu der barê girîngî û xebatên sendîkayê de axivî. Gulsûmê diyar kir ku daxwaza wan ya herî sereke pêşiyê mafê jiyanê û pişt re jî ewlehiya jinan biparêzin.
‘Em li her deverê jinên karker bi rêxistin dikin’
Gulsûmê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew bi karên cûr bi cûr aboriya xwe ava dikin û got:” Em li malê bi karen cur bi cur mijûl dibin. Li ser hesaba xwe, fason û li ser sîparîşê. Parçeyên ku em tînin malê û çêdikin piştre ji kiryaran re tê belavkirin û didin cihên ku bi komî difiroşin. Ji vê re dibêjin karê bi serê parçeyê fason. Karê li ser siparîşê jî yên wekî çêkirina lûfik, dirûtina kincan, çêkirina laçikan, çêkirina xwarinê û hwd. Bi vê xebata ku em dikin ji esnafên biçûk siparîş tê girtin û kar li ser van siparîşan tê meşandin. Weki din xebata li ser hesabê me jî ji bo me dibe wekî sîvî. Li Cîhanê û Tirkiyeyê ji vî karî re tê gotin xebata jinên li malan (Mîhfer).”
‘Piştî em hatin temenekî me dît ku tu ewlehiya me tun ye’
Gûlsûmê bi domdarî bal kişand ser pêkanîna kar û diyar kir ku li her deverên Tirkiyeyê ew jinên karker bi rêxistin dikin û wiha dom kir: “Ji cûmikkeriya dezgehê bigirin heta şikandina fistikan, dirûtina pêlavan, berhevkirina qabloyên ceyranê û çêkirina parçeyên avîzeyê.Herwiha û gelek karen din. Bi rastî li hemû sektoran karên bi vî awayî heye û ev xebat bi lez belav dibe. Dema ku di sala 1994’an de me rêxistina xwe da destpêkirin, pêşiyê me ji bo kooperatîf, wekf an jî komeleyan biryar neda. Lê di navbera me de têkiliya karker û karsaz heye. Tişta ku herî zêde me eleqadar dike; dema ku em hatin temenekê me dît ku tu ewlehiya me tune ye. Jji ber vê sedemê jî me pêdivî bi rêxistinbûnê dît û bi vî awayî me di sala 2009’an de Sendîkaya Jinên li Malan dixebitin ava kir.”
‘Nêzî 11 salan e em li dijî dozan têdikoşin’
Gulsûmê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî dozên ku dewletê li wan vekirine kir û wiha dom kir: “Dewlet ji bo xebatkarên bê ewlehî mafê sazkirina sendîkayan nade ango bi navê sîgorta û doza avakirina kar her roj doz li me tê vekirin. Em ji dewletê re dibêjin ‘Em karker in’ û Odeya Tabîban, bijîşkên, cihê perwerdekirina gel û beşên xîzanan ji dewletê re didin nasîn. Nêzî 11 sal em li dijî van dozan têdikoşin.”
‘Li 50 bajêran me atölyeye pêk anîn’
Gulsûmê bal kişand ser rêxistinên sendîkayî û anî ziman ku li 37 bajêran Jinên karker bi rêxistin dikin û anî ziman ku sendîka bi pêşengiya 27 jinan hat avakirin. Gulsumê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji sala 1994’an heta 2008’an de me gelek rê da û zêde niqaş kir. Li 50 bajêran me xebatên atoley roj ê dan destpêkirin. Li ser ku jin i kîjan şert û mercan de dixebitin, rojê çend seetan dixebitin, kar ji ku dibîne, butçeyek çawa ji wan re tê veqetandin û vê bütçeyê çawa bi dest dixin. Me li ser wan xebatên atolyê pêk anîn. Her wiha me kampanyayên îmzayê dan destpêkirin û em yek bi yek li malan geriyan. Mixabin ku jiyana jinan hinekî jî nayê xuyakirin loma dengê wan jî nayê bihîstin. Lê belê me kampanyaya îmzayê bêdeng çêkir û ji jinan 3500 heb îmza berhev kirin.”
‘Em polîtîkayên tevahî dixwazin’
Gulsûmê di heman demê de li ser daxwaz û bangawaziyên xwe jî axivî û got: “ Divê dewlet cudahiya zayendî neke û wiha pê de çû: “ Armanca me ne tenê kedkarî ye. Belê me di serî de Sendîka ji bo mafê kedkariye ava kir. Lê piştre me gelek pirsgirêkên ku jin dijîn tespit kirn û ji bo ku em çareser bikin em li ser van pirsgirêkan jî sekînin. Ji ber ku em polîtîkayên ku di navbera karkeran de cudahiyê nekin dixwazin. Gelek qadên xebatê ketine nav hev. Keda nav malê ya bêberanber, lênerîna zarokan, lênerîna kal û pîran û xebata di nav malê de, hemû qadên cuda ne. Pêwist e ku ev tevahî cuda cuda bên destgirtin.”
‘ Divê ji karkeran re qadên bi ewle û saxlem bên vekirin’
Gûlsûmê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo şert û mercên karên baş hewceye k udi her qadan de têkoşîn bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin rêvebirên hêreman bizanibin ku Xebatên Sendîkaya Jinên li Malan girîngin û em dixwazin ku ferqa me ji karkerên din tüne be. v Têkoşîna me ji bo vê ye. Dewlet ji ewlehî, tenduristî û hemû tiştên gel berpirsiyar e. Lê şert û mercên xebatên me jî gelek giran û nexweşin. Ji ber van sedeman jî divê qadên ewle ji bo jinan bên vekirin.”