‘Korona wê darbeya mezin li aboriyê bide’
- 09:01 7 Nîsan 2020
- Ked/Aborî
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO’yê Sevîm Vural di derbarê qeyranan aborî de axivî û wiha got: “Qeyrana aborî li Tirkiyeyê ji xwe mezin bû lê bi pandomiyê re wê rewş giran bibe. Ango koronoya ku qeyrana aborî afirandiye wê darbeya mezin li aboriyê bide. Divê hikumet di vê xalê de bi lez ewlehiyan bigire ango ewlehiyên ji tendurustiyê re tên girtin dibin astengê hilberînê ji.”
Vîrusa Koronayê (COVİD-19) a ji Çînê belavî cîhanê buye karastên mezin afirand. Heya niha jimara kesên mirine ji 6 hezarî zêdetir e. Lewra li rex qeyrana tendurustiyê, korona darbeya mezin li aboriyê dide. Borsaya Ewropa û Neteweyên Yekbuyî wendahiyên mezin jiya. Li Tirkiyeyê ji ev wendahî qat bi qat zêdetir e. Berdevka Meclîsa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Sevîm Vural girêdayî rewşa aboriyê ji ajansa me re axivî.
‘Tedbîrên ewlehiyê, jiyana kar asteng dike’
Sevîm di destpêka axaftina xwe de bi bîr anî ku bi pandomînê re sînor hatin girtin, îhracat û îtalat hatin sînordarkirin, kargehên taybet û yên giştî hatin rawestandin. Sevîm diyar kir ger ev rewş demek dirêj berdewam bike wê bibe sedema qeyrana cîhanî. Cîhana kar a ku li hemberî karasetên aboriyê têdikoşe wê di encama pandomiye de sînordar bimîne. Ango tedbîrên ji bo astenkkirina vîrusê tên meşandin wê ji aboriya welat re ji bibe asteng. Sevîm wiha berdewam kir: “Têkoşîna li hember pandomiyê diyar e ku wê dirêj bibe. Ji ber vê sedemê pêwîst e hikumet bi lezgînî alîkariyê bide welatiyên mexdûr û ji bo hilberînê polîtîkayên çareserker biafirîne. Li rex vê divê ji bo başbûna welat bi lez tev bigere. Di encama pêvajoya pandomiyê de îhtimal heye ku dewletên navneteweyî bi hêz bibin, ji bo parastina sermayeya xwecihî dîwarên gumrigê wê bên bilindkirin. Li rex vê yekê dibe em serdemek wiha bijîn ku hikumet ji bo faliyetên aborî di aliyê faliyet û mudahaleyê de di paşde bimîne. Dibeku projeya ‘Koperatîfa neteweyî’ a ku ji berê de hatiye amadekirin bikeve meriyetê.”
‘Di bihayê dovîz de bilindbûn û di zêr de ketin tê jiyîn’
Sevîm anî ziman ku bêyî rewşa awarte derbikeve qeyrana aborî mezin bû, îro jî bi pandemiyê re qeyrana hîn mezintir ji xwe re zemîn ava dike. Korono wê darbeya mezin li aboriyê bide. Pêwîst e hikumet li dijî van polîtîkayên korporatîz bi hêz bike. Sevîm got wê di welat de hikumet xweser polîtîkayên xwe li ser kar nede meşandin lê wê di çandinî û sanayiyê de xweseriya xwe zêde bike. Sevîm wiha berdewam kir: “Di rewşa aboriyê de yek ji xalên girîng bihayê dolar, zêr û petrolê ye. Lewra di vê pêvajoyê de di bihayê dovîzê de bilindbûn û di bihayê zêr de jî ketinek ber bi çav tê jiyîn. Em dikarin vê girêdayî kirîn firotina sunî bikin. Bi armanca revîna ji neqliyatê di serî de Emerîka û gelek welatên din pêşwaziya berhemên xwe dixwazin zêr bistînin. Lê ev jî wê dirêj nedome.”
Divê ji bo çaereseriyê çi were kirin?
Sevîm bi lêv kir ku bandora koronoyê ya li ser civakê kiriye ne tenê girtina kargehan, kêmbuna kar û esnafan e. Kesên di qada aboriyê re mijûl dibin hemû bi şeklek cidî jê bandor dibin. Sevîm wiha destnîşan kir: “Paketa piştgiriya aborîyê ya ku hikumetê parve kiriye weke sernav başe lê di warê naverokê de gelek lewaz maye, mixabin. Madeyên jêr divê bi awayekî qayîm werin bihêzkirin û berfirehkirin. Prosedurên burokratîk tijî alozî ne. Bêyî li kart û pileya sektoran were temaşekirin divê ji hemû fîrmayan re piştgirî pêk were. Hemû kargehên ku pirsgirêka aborî dikişînin tişta yekem dikin karkeran ji kar derdixin. Ev jî wê bibe sedem ku jimara bêkariyê bigihe asta herî jor. Bi armaca kêmkirina îstihdamê divê tedbîrên mezin werin girtin. Kesên di qada aboriyê de divê hemû ji pakêta alîkariyê fayde bigirin. Faturayên pişta welatiyan dişkîne divê herî kêm çend mehan ji aliyê hikumetê ve were pêşwazîkirin. Ji ber ku aboriya me pişta xwe dide îthalatê, em ê di warê îstihdam û aborîyê de zorê bikişînin. Di aliyê hilberîn û pêşveçûnê de divê stratejiyên nû werin pêşkêşkirin. Pêwîst e her tişt di bin berjewendiyên gel de bixebite. Ger tedbîr û ewlehî neyên girtin di rojên pêş de wê qeyrana sîyasî, aborî û civakî rû bide.”