Jinên li nav erdan dixebitin:Em cîhanek xweş dixwazin

  • 09:11 1 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên karker yên neçar dimînin di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de jî bixebitin, heqdestekî baş nagirin. Her wiha bi rîska vîrusê re jî tên rû hev. Jinan diyar kirin ku ew neçarin bixebitin û li dijî binpêkirina mafan jî daxwaza jiyanek xweş kirin.
 
Îsal 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a her sal li Tirkiyeyê tê pîrozkirin îsal ji ber vîrusê wê li qadan neyê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê ku karkerên herî zêde ji vîrus û krîza aborî bi bandor dibin karkerên demsalî ne û mixabin di 1’ê gulanê de jî li nav erdan dixebitin.
 
Jinên li Edenê li nav erdan dixebitin, hem pirsgirêkên dijîn û hem jî rîska vîrusê ya pê re hatine rû hev vegotin. Jinan da zanîn ku di serwîsên qerebalix de diçin nav erdan û gotin li malê bi birçîbûn û şîdetê re, li nav erdan jî bi vîrusê re tên rû hev. Jinan daxuyakirin ku dema karê malê û lênerîna zarokan jî zêde dibe, binpêkirina mafên wan ducar zêde dibe. Jinan gotin daxwaza wan ya ji 1’ê gulanê cîhaneke xweş e.
 
‘Em heta êvarê dixebitin’
 
Hatun Kabak a li nav erdan dixebite wiha got: “Em sibehê saet di 03.00’an de radibin. Em sihura xwe dikin. Saet di 04.30’an 30 kes li serwîsekê siwar dibin. Ez gelek ji vîrusê ditirsim. Em her tim bi fikarin. Em bi fikar diçin û tên. Li vir rojên me hêsan derbas nabin. Em zû diçin Carna em heta êvarê li wir in. Em diçin malê kar heye. 4 zarokên min hene. Ez li wan dinêrim. Ez kirêya malê didim. 3 zarokên min diçin dibistanê. Keça min ya mezin 13 alî ye. Yê biçûk 4 sal û nîve. Keça min li zaroka min ya biçûk dinêre.”
 
‘Jin pir şîdetê dibînin’
 
Hatunê balkişand ser şîdeta li ser jinê zêde bûye û wiha pê de çû: “Carna em nexwazin jî nîqaş navbera me de dertê. Ji ber em her tim pirsgirêka aborî dijîn. Pere tune kar tune. Li taxa me pisgirêk wisa çêdibin. Em dibînin. Dengê qêrînan ji malê tên. Jin pir şîdetê dibînin. “
‘Divê ez nan bibim mala xwe’
 
Hatunê wiha dawî lê anî: “Ez neçarim bixebitim. 20 rojan bi sîgorte xebitîm, ji ber vê min ji tu derê alîkarî negirt. Hatiniyeke me tüne ye. Sîgorta me tüne ye. Roja me ya din ne diyar e. Ez pîr bibim dibe ku zarok li min mêze nekin. Ger pereyê min hebûna minê debara xwe bigira. Lê mixabin tüne ye. Ez niha jî heta êvarê dixebitim. Ji bo nan bibim mala xwe.”
 
‘Dixebitim lê têr nake’
 
Asya Ateş jî 4 sale li nav erdan dixebite û wê jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Hevjînê min bi mehane betale. Zarokê min li malê ye. Şîr û kinc jê re divê hebe. Ez neçarim bixebitim. Sîgorteya me tüne ye. Qerta me ya kesk heye. Ji wir jî hatiniyek tüne ye. Em di kirê de ne. Em saet di 04.30’an de dikevin rê. Saeta hatine me nediyar e. Em dixebitin lê têr nake. Jin her tim tên pelçiqandin. Li aliyê din jî rastî şîdetê tên. Dibêjin li malê bin lê em neçarin bixebitin. Hewcedariyên me hene. Em neçin em ê birçî bibmînin. Niha vîrus heye. Em bit irs diçin û tên. Em bi komî diçin.”
 
‘Sîgorteya me hebûna wê baş bûna’
 
Medîne Baran jî pirsgirêk wiha anî ziman: “Li malê kar heye, zarok hene. Lê ji bo debara mala xwe em neçarin bixebitin. Dîsa jî têr nake. Em her tim deyndarin. 4 zarokên min hene. Hevjînê min li bazarê dixebite. Lê niha naçe. Ji bilî min kes naxebite. Rewşa jinan pir zehmete. Em bi zarokên xwe re jî mijûl dibin. Sîgorteya me hebûna wê baş bûna.Qe nebûya em ê teqawît bibûna.Em her tim li ser erdane.”