'Ji bo aboriyeke serbixwe dixebitin'

  • 09:04 8 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Roj Hozan / Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO-  Jinên bajarê Amûdê yên ku di bazara şînkayî û fêkiyan de dixebitin diyar kirin ku ji bo aboriyeke serbixe hewldaneke girîng e û gotin: "Em armanc dikin ku aboriya xwe xurt bikin û bi hev re bixebitin." 
 
Sûka şînkahî û fêkiya ji 16’ê gulanê de li bajarê Amûdê ji aliyê Aboriya Jin ve hat vekirin. Ev bazar bi xweşikbûna ked û hewldana jinê tê nasîn. 4 jin li bazarê dixebitin. Di bazarê de hemû cûreyên şînkahî û fêkiyan tên firotin, her wiha projeyên din yên jinan mîna vekirina dikanê cil û bergên kurdî, pêdîviyên jiyanî di nava bazarê de tên pêşxistin. Jin di vê bazarê de bi rihekî geş kedê didin. Têkildarî mijarê jinên ku li bazarê dixebitin nêrînên xwe anî ziman. 
 
Rêveberiya Aboriya Jin a bajarê Amûdê Sûad Nesan ser vekirina projeya bazara zebze û fêkiyan, her wiha armancên vekirinê axivî û got: "Li bajarê Amûdê pêşxistina projeyeke wisa ji bo tevahî jinan gaveke serkeftî bû. Fikra vekirina vê bazarê me ji mêj de nîqaş dikir, heya ku em gihaştin encamên baş ji van nîqaşan me bazara xwe vekir. Gelek kesan vekirina bazarê ji bo jinan karekî zehmet didît, lê tişta ku me îsbat kir ku tu kar zehmet nîne ger mirov kedê ber de bide. Armanca me jî ew bû ku em derfetên xurtkirina aboriyê ji jinan re vekin, da ku jin bibe xwediya ked û heqdestê xwe. Ji xwe jin ji karê aboriyê ne dûr e û her me jin di nava çandina zevî û erdan de dîtiye. Ya girîng niha ku jin di bazara xwe de berhemên xwe difroşe. Ev bazar, bazara hemû jina ye. “
 
'Li vir jî krîzek heye'
 
Sûad di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kirîza aborî ya ku herêmê heye û wiha axivî: "Zagona Qeyser li tevahî herêmê xist di nava rewşeke zehmet de.  
Me jî xwest em bi projeyan piştgiriyê bidin jin. Bûhayê ku em  pê difroşin kêmî bazara giştiye, ji ber di projeyên bexçeyê çandiniyê yên jinan de hemû zebze û fêkiyên me tên çandin û wisa em tînin bazara xwe jî difroşin. Jinê bi keşifkirina çandiniyê re, kedîkirina sewalan û dermanên xwezayî re bû xwedî aboriyeke xurt û civak ji krîzên mezin parast. Di roja me ya îro de jî dîsa jin xwediya vî mîrasî ye û dikare civaka xwe di xweşî û aramiyê de bihêlê."
 
'Li vir rehtî danûstandinê dikin' 
 
Sûad di axaftina xwe de bal kişand ser projeyên din û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nava destkeftiyên şoreşa jin de, jinê di qada aboriyê de mohra xwe li şoreşê xist û bû xwedî aboriyeke xweser. Li bazarê bi rehetî danûstandin tên kirin. Li vir rûkeniya jinê, rêzdarî û dilnizmiya jinê bêtir malê dikişîne ser xwe. Her wiha ligel vê projeyê projeyên me yên wekî şêranîgeh, çandinê û hwd jî hene. 
 
'Min dixwest ez bibim xwedî aboriyeke serbixe' 
 
Bihar Qasim, li bazarê zebzeyan difroşe û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez pir kêfxweşim ku îro ez di vê bazarê de dixebitim. Bi vî temenê xwe yê ciwan ez debara xwe dikim û ez hînê xebatê dibim. Her min dixwest ku ez rojekê bibim xwediya aboriyeke serbixwe, lê gelek caran derfetên min çênedibûn. Bi vê xebatê weke jineke ciwan keda xwe diparêzim û li hemberî zehmetiyên jiyanê têkoşînê didim. Li bazarê gelek cûreyên fêkî û zebzeyan hene. Ya girîng ji bo min tişta herî girîng jî kêfxweşiya jinê ye."
 
'Kombûna jinan berekete bi xwe re tîne'
 
Coza Ehmed jî ev çend roj in dikana cil û bergan li bazarê vekiriye û wiha behsa bazarê kir: "Berî niha jî dikana min a cil û bergên kurdî li bazara giştî hebû, lê dema bazara jinê vebû min xwest ez li vir bazirganiyê bikim. Ji ber tevgera bazarê hemû jin in û li vir hemû jin li xebatê hev miqate ne. Min rehetiya xwe li vir dît, ji bo wê ez hatim bazarê. Ji xwe karê me jî em cil û bergên jinan yên kurdî difroşin û bi kirê jî didin jinên din, da ku hemû jin bikaribin xemla cilên kurdî bi ser bejna xwe de bînin. Kombûna jinan xêr û berekê bi xwe re tîne."