Minîbusa kedkarên çandiniyê qulipî
- 14:42 9 Tîrmeh 2020
- Ked/Aborî
AYDIN - Li navçeya Bozdogan minîbusa kedkarên çandiniyê qulipî, di encamê de 18 kes birîndar bûn.
Li navçeya Bozdogan a Aydinê minîbusa ku kedkarên çandiniyê tê de bûn li ber Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê qulipî. Di qezaya ku saet di 06.00'an de pêk hat, ajovan û kedkar birîndar bûn.
Tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û 18 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nazîlliyê xeteriya wan a jiyanê tune ye.