Jin afrînerên jiyana hevpar in

  • 09:07 10 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
 
 
Medya Uren
 
AMED - Jin û xweza di nava têkiliyek xurt de ne û dema ku em bala xwe didinê li hemû gundan jin çandiniyê û ajalvaniyê dikin, ango ew li gundan bêhtir jiyanek komînal derbas dikin. Jinên kedkar dibêjin jiyana li gundan hevpar e û em li vir bi hev re hewcedariyên xwe pêk tînin. Berhemên ku tên bidestxistin pêşî bi kesên pêdiviya wan pê heye re tên parvekirin piştre tên firotin.
 
Herêma Ferqînê ku di nava Hilala zêrîn de cih digire, di aliyê çandinî û ajalvaniyê de cihakî bi bereket e. Li vir ajalvanî û çandinî bi hev re tê kirin. Hemû cureyên zad ê weke nîsk, genim, ceh, nok û sebzeyê wekî, îsot, firingî û bacan tên çandin. Herwiha gelek cureyên fêkî jî lê tên çandin û ji ber ku ava wê zêde ye tûtin jî tê çandin.  Li gundan herî zêde jin dixebitin. Jinên xebatkar hem bi çandiniyê re mijûl in û hem jî pez û dewaran xwedî dikin.
 
Ferqîn jî wekî gelek cihên Kurdistanê cihekî ku axa wê dewlemend  bi berhem ku rêze çiyayan tê nasîn û tijî gir e. Ev axa dewlemend bi çemên weke Malabadê, Hesen beg, Bazmar û Asurê tê avdan. Ji bo em bêhtir navçeyê nas bikin me serdana gundê Tilmînê yê navçeya Farqînê kir. Dema ku em ber bi gund ve çûn di serî de em rastî jinên bi ajalvaniyê re mijul dibin tên. Lewra rêjeya mezin a xebatkarên li gund jî jixwe jin in. Têkildarê mijarê em bi Maşalah Eryilmaz re axivîn. Maşalahê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku berê li gundan jiyan bêhtir bi tevger bû û wiha berdewam kir: " Me bi awayekî kolektif hemû kar û xebatên xwe didan meşandin. Her malek xwedî bostan û cihê çandiniyê bû. Ji xwe ajalvanî jî bi çandiniyê re girêdayî pêş dikeve. Ji ber dewalemendiya axê me me hem pez û hem jî dewar xwedî dikirin. Ev kar jî hemû jinan dikir û berpirsiyarî li ser milên wan bû.”
 
‘Êdî gundî ber bi metropolan ve diçin’
 
Maşalah di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em qala jiyana berê dikin kelecanek dikeve dilê mirov. Bi hatina biharê re me dest bi amadekariyên zivistanê dikir heta ku payîz diqediya . Hemû kar me bi hevkarî dikir. Li gel kar û barên malê dema me ya ku dima jî me bi amadekariyan derbas dikir. Li gundan kar tucarî naqede. Heta tu bixwazî heye. Em jî ji bervê ji serê sibehê de dest bi kar dikin heta derengê şevê em dixebitin. Bi taybetî jî jinê ked dida. Lê keda me nedihat dîtin. Me kedeke veşartî dida. Niha jî wekî demên berê jiyana li gundan hepar e û hemû kar bi hev re tê kirin. Lê bibê nebê hinek tişt hatine guhertin. Tu tişt ne wekî berê ye bi hatina qeyrana aborî re êdî tu qîmetê çandinî û lawirvaniyê nema. Ji ber vê sedemê ji beşek mezin a ciwanan terka gund kirin. Zilam ji berê xwe didan metropolan ku li wir karekî bibînin. Ji bo li gund hilberîn bê kirin lêçûn gelek zêde ye. Herkes bi xeyala ku wê bêhtir qezenc bike riya metropolan digire. Weke tê zanîn ji sedan 85'ê nîştecihên Ferqînê debara xwe hîna bi çandinî û ajalvaniyê dikin. Lê mesref gelek zêde ye.”
 
‘Jiyanek me ya kolektif heye’
 
Maşalahê da zanîn ku jiyana gund jiyanek kolektîf e û wiha got: “Em li ser vê kedê didin û berhemên ku em bi destxist dixin en dibin li navçeyê difiroşin. Lê beriya ku em bibin ger ku hewcedariya kesên gun pê hebe em hinekî jî li wan belav dikin. Ji xwe em şêniyên gund tev hev nas dikin. Ji kê re çi lazim be ji mala din dixwazin.”
 
‘Rexmê hemû zoriyan gund cihê kêfxweşiyê ne’
 
Li vî gundî herî zêde çêlek, berx û bizin tên xwedîkirin û li her malekê bêrîvanek heye. Belqîs Eryilmaza ku bi qasî 20 mihên wê hene wiha qala ajalvaniyê dike: “Em girêdayî çandiniyê ajalvaniyê jî dikin û Farqîn ji bo vê cihekî guncav e. Ez bi salan e bi vî karî re mijûl dibim. Hertim keriyek pezê min heye. Em bêrîvaniyê dikin. Piştî ku em şîr ji pezê xwe didoşin em diçin ji vî şîrî berhemên weke mast, penîr û weke din çêdikin. Em van dibin li navendê difioşin. Yê mayî jî em bi cîranên xwe re parve dikin.”
 
Belqîsê dibêje ajalvanî ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û wiha dawî li gotina xwe tîne: “Rexmê hemû kar û xebatên malê, em di heman demê de bi cîranan re tên gel hev. Li vir têkiliyek me ya xurt bi hev re heye. Li rexa hemû zor û zehmetiyan em ji ber keda ku didin kêfxweş in û  xweşbûna gundan jî ji vê ye.”