'Li dijî hemû zehmetiyan keda me nayê dîtin'
- 09:07 28 Tîrmeh 2020
- Ked/Aborî
ŞIRNEX - Li gundê Rihanî yê navçeya Silopiyê, jinên ku di karê fistiqan de dixebitin, anîn ziman ku li dijî hemû zehmetiyên dibînin keda wan nayê dîtin û gotin: “Em nava rojê di bin tavê de dixebitin, ew qas zor û zehmetî dibînin û bi pereyekî gelek kêm dixebitin.”
Li gundê Rihanî yê navçeya Silopiyê ya Şirnexê, jinên ku ji navçe û gund tên ji bo debara xwe bikin li erdên ku fistiq hatine çandin tevrikê dikin. Jinên tên tevrika fistiqan nava rojê di bin tava havînê de û li dijî hemû zor û zehmetiyan dixebitin. Ev jinên ji gund û navçeyê tên serê sibehê saet 6’an de kom dibin û dest bi kar dikin heta 6’ê êvarê dixebitin. Li dijî van hemû zor û zehmetiyên ku jin dibînin jî bi kedeke pir erzan tên xebitinandin.
Jina bi navê Sacîde Kaçmaz(26) anî ziman ku wan di meha Nîsanê de dest bi çandina fistiqan kirine û tim tên ji bo ku tevrik bikin. Sacîde, bi lêv kir ku karê dikin gelek zehmete,lê ji ber tu karekî din nîne hatine di karê fistiqan de dixebite û wiha berdewam kir: “Dema em meha Nîsanê dest bi çandiniyê dikin şûnde tim dema şîn dibe em tên gihayê di navê de şîn bûye kom dikin. Dema fistiq nû şîn dibin jî em tên derman û zibil dikin. Em ji meha Adarê de dest bi tevrikê dikin heta orta havînê û tim av didin. Em di navbera mehên îlon û cotmehê de jî dest bi kom kirina wan dikin. Piştî ku em van fistiqan kom dikin di bin didin ber tavê zûha dikin û dikin tûrikan.”
‘Keda me tê xwarin û nayê dîtin’
Sacîde, da zanî ku çandina fistiqan li gor sala borî zêdetire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ji xeynî vî karî, karê pembûyan jî dikir. Lê belê êdî tu kes li vir pembû naçîne. Ev karê ku em dikin rastî jî gelek zehmete. Ji ber ku xebata di bin tavê de gelek zahmet e. Lê belê em ji bo debara xwe bikin neçarin ku bixebitin. Ez naxwazim mihtacê tu kesî jî bibim. Li dijî hemû zor û zehmetiyan em li ser nigên xwe dimînin û debara xwe bi xwe dikin. Li vê derê ne bi tenê ez gelek jin hene, hemû jî heman zehmetiyê dijîn û hemû jî ji bo debara xwe bikin dixebitin. Dema mirov tevrikê dike tim xwar dibe û ji ber vê jî pişta mirov gelek diêşî. Hejmara me li vê derê nediyare. Li gel keda ku em didin qezenca me ne zêde ye. Em rojane bi pereyekî gelek kêm tên xebitandin û ev jî li dijî zehmetiyên ku em dibînin gelek kêm e. Keda me tê xwarin û nayê dîtin. Di malbata me de ez û xweşka xwe dixebitin. Dixwazin piştgiriyê bidin malbatê. Di karê fistiqan de zêdetir jin cih digirin û dixebitin.”
‘Em naxwazin keda me bê xwarin’
Jina ciwan a bi navê Nurşîn Ordogan(18) jî got ji bo piştgiriyê bide malbata xwe vî karê dike û ev tişt anî ziman: “Em serê sibehê zû tên dest bi kar dikin heta êvarê. Roja me li vir gelek zor û zehmet derbas dibe. Elbet zehmetiyên hemû karan hene û zehmetiyên vî karê jî hene. Li vê derê em di bin tavê de dixebitin û gelek germe. Ez ji xeynî vî karî, li bajarên din di karên komkirina sêv, portekal, lalengî û sêvan de jî xebitîmr û niha jî piştî karê min li vir biqede ez ê dîsa biçim. Ez niha karê fistiqan dikim, dema meha Cotmehê tê ez biçim bajarên Mêrsîn û Antalyayê. Ez ê li wir jî 5 mehan bixebitim. Di Adarê de jî têm bajarê xwe. Karê me zahmet e û qezenca me kêm e. Li vir 70 jin hene. Ji ber ku erdên dinê jî hene gelek jin diçin wê derê jî û dixebitin. Em naxwazin keda me bê xwarin.”