Tûfiringiyên Sasonê bi qasî dewlemendiya xwe pere nakin

  • 09:10 30 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
ÊLIH -Tûfiringiyên Sasonê bi xwezayîbûyîn û bedewiya xwe bi nav û dengin. Malbata Gulsum Kaplan jî bi hemû ferdên civakê re li ser erdên tûfiringiyan dixebitin û debara xwe dikin. Gulsum Kaplan dibêje her ku diçe Tufiringênn wan bi navû deng dibin lê di aliyê hatiniyê de feydeyek nagihêje wan.
 
Navçeya Sasonê beriya tufiringiyan bi tutina xwe bi nav û deng bû. Şêniyên navçeyê debara xwe bi tutinê dikirin. Piştî ku ji aliyê dewletê ve tutin hat qedexekirin, cotkaran dest bi çandina tûfiringiyan kir. Di sala 2007’an de çandiniya wan bi 5 cotkaran re destpêkir û niha li 9 gundan tên çandin, ji 350 malbatan zêdetir debara xwe pê dikin.
 
Li gundê Tereş ê girêdayî Sasonê ye malbata Gulsum Kaplan bi salan e debara xwe bi çandina tûfiringiyan û xwedîkirina sewalan dikin. Gulsumê got piştî çinîna tûfiringiyan ew wan dikin reçel û xwoşaf. Yê din ji dibin li ser riya ku ji Sasonê diçin Êlihê û li wir difiroşin. Piraniya cotkaran li bajarên Tirkiyê û Ewrupayê ji firotinê dikin. Lewra Gulsmê got bi qasî xwezayî bûn û xweşikbûna xwe ew pere nakin. Gulsimê diyar kir ku ew bi bihayekî pir erzan difiroşin û li marketan jî sêqatê vî bihayî tên firotin.
 
‘Tufiringiyên me binav û dengin’
 
Gulsumê got li Tirkiyê dema qala tûfiringiyan tê kirin, raste rast navçeya Sasonê tê bîra mirov. Ji ber ku tûfiringiyên me bi nav û dengin. Gulsumê wiha berdewam kir: “Ne tenê li Tirkiyê li welatên Ewrupayê jî nav û dengê wan heye. Pêwîstiya tûfiringiyan bi avhewayek hênik û axek hur heye. Ax û avhewaya Sasonê jî ji vê re cihê herî guncav e. Em di nîvê meha Nîsanê de dest bi çandiniyê dikin hetanî meha dawîn a salê. Heta dinya gelek ne cemide tûfiringiyên me çêdibin. Di serê meha Gulanê de jî em yekem car berhemên wan dixun.”
 
‘Em erzan difiroşin’
 
Gulsumê da diyarkirin ku ew bi hemû ferdên malbata xwe  re li ser 5 donim erd çandiniyê dikin û wiha got: “Ez hevalê xwe û bi hemû zarokan re li virin. Dema em nu diçînin serê siharê seet 4’an de radibin hetanî tav germ dibe. Di biharê de em derengtir tên û derengtir diçin. Lê ji ber germa havînê em neçarin di saetên sibehê de werin. Bi qasî ku dixwuye hêsan nîne hilberandina tûfiringiyan. Çandin mezinkirin û hetanî firotina wan mijulbunek mezin dixwaze. Lewra bi qasî ku em kedê didin em beramberî keda xwe nagirin. Em difiroşin bi bahayekî gelek kêm û li marketan ji bi bihayên giran tên firotin. Di her karê çandiniyê de keda me tê xwarin.”
 
‘Fêkiyê me xwezayî ye’
 
Gulsumê got ku ew ji serê meha Gulanê vê carê dest bi topkirina wan dikin û wiha qala pêvajoyê kir: “Di vê demê de tufrengî berhemên xwe yên herî xweşik didin. Em firotinek baş dikin. Lê mixabin ber bi van deman ve wesfa wan dikeve. Ji ber ku piraniya wan li ber germê dişewitin. Em di vê demê de gelek dikin reçel û xoşaf wekî konserveyan dikin sarincan. Bi xwezayî mezin dibin. Ji ber vê yekê ji hem navdar dibin hem ji xoşaf û reçela wan xweş tê. Yê din ji em kom dikin di kaseyan de dibin li ser riya Êlihê difiroşin. Dema gelek zêde bin jî yekser dibin bajêr bixwe.”
 
Gulsumê herî dawî got dewletê weke nîşane destek daye çend kesan  ji bo cotkariyê lê ew arîkariyeê nagirin.