Cotkarên Sasonê piştgiriyê dixwazin

  • 09:01 9 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
ÊLIH - Fatma Kaplana bi malbata xwe re karê çandiniya dike daxwaza piştgiriyê dike û dibêje bi qasî Sason bi nav û deng e, di aliyê bûjeniyê de ne dewlemend e.
 
Herêma Sasonê cihekî herî bi bereket yê devera herêmê ye. Li vir sewalkarî û çandinî tê kirin. Herî zêde tutin û tûfiringî tên çandin. Her wiha tûfiringî, tutin û hingvîna wê bi nav û deng e. Li Sasonê gundî ji serê meha nîsanê ve seferberiya çandiniyê dikin heta dawiya payîzê. Ji ber ku li Êlihê vebijêrkên karkirinê di asta herî jêr de ye piraniya van xebatkaran ji malbat bi xwe ne. Zarok û mezin li vir cotkarî û sewalkariyê dikin.
 
Lewra Sasona ku xwedî navû dengekek mezin e di aliyê bûjenî de sûdek mezin nade gundiyan. Gelek cotkar weke malbata Fatma Kaplana ji gundê Teraşê ne bi çandiniyê nikarin debara xwe ya rojane ji bikin. Li gorî Waliyê Êlihê gelek cotkar li Sasonê ji piştgiriyên ku tên dayîn sûdê digirin. Lê li gorî Fatmayê alîkarî ji bo cotkarên xizan nayên dayîn. 
 
‘Axa me bi bereket e’
 
Ji bo em rewşa çandinî û sewaltiyê a li Sasonê fêrbibin em çûn serdana cotkarên gundê Teraşê. Mabata Fatma bi hevserê xwe re ku di nava zeviyê tutinê de dixebite me pêşwazî kir. Fatma ligel zehmetiyên dijî jî wiha wiha qala xweşiktiya gund ji me re dike: “Gundên Sasonê di aliyê avhewayê de ji gelek xweş e. Têr çiya û xwedî robarên xweş in. Ji bo çandiniyê ji pêwîstî bi axek hur û temîz heye. Ji vê re ji yek ji cihên herî guncaw ev axin. Ji ber vê yekê Sason cihek gelek xweş e. Lewra di aliyê bûjeniyê de em nikarin qala heman xweşiyê bikin.”
 
‘Karê me zehmet e' 
 
Fatma di berdewamiya axaftina xwe de qala zoriyên kar û xebatên xwe dike û dibêje: “Em di malê de 10 kulfetin, em hemû ji di nava zeviyan de di nava sewalan de dixebitin. Ji biçûk heya pîran. Lewra em nikarin bi vî diravî ku em ji çandiniyê distînin debara xwe bikin. Ji bo em çandiniyê ji bikin em dikevin di bin deynan de. Me deyn stendiye em îro nikarin deynê xelkê ji bidinê. Li Sasonê her tişt weke ji dûr dixwiyê nîn e. Her ku diçe şînatiyên navçeyê bi nav û deng dibin lê ev nav û dengî sûdê nadin me. Ji derveyî me sûdê dide her kesî. Lewra yên zehmetiyan dibînin ji cardin emin. Em di seet 4’ê sibêhê de radibin tên nav zevî heya şefeqê vedibe em diçin nav sewalan. Zarokên me jî di vê zehmetiyan de perîşan dibin, ya herî zor ji em nikarin jiyanek xweş bi wan bidîn jiyîn.”
 
‘Kesek alîkarî nade karkerên çandiniyê’
 
Fatmaya ku neçare zarokên xwe xwedî bike dibêje divê dewlet arîkariyê bide û wiha got: “Me ji bo fîdana serî li walîtiyê da, lê navê me derneket. Belkî li Sasonê 70 keya hene lê di tevahiyê de ji 70 donim erd dane Sasonê. Gundiyên din ên çandiniyê dikin ji rezalete halê wan. Ji ber vê sedemê em di van zeviyan de çi biçînin ji vala ye. Ji ber ku diravê em distînin li ber zehmetiya me nakevin. Em mexdûr dibin. Zarokên me gelek biçûkin nikarin karek din ji bikin. Em bixwazin herin ji derveyî gund karek din ji bikin em nikarin. Ji ber ku li Êlihê rêjeya kar di asta herî jor de ye. Hemû navçe debara xwe tenê bi vê çandiniyê dikin û ev ji pere nake.”
 
Fatmayê got ji derveyî me her kes ji zehmetiya me feyde digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em çandiniyê dikin, diçinin û avdaniyê dikin. Di dawiyê de pereyê em distînin gelek hindik e. Ger em bi 1 lîrayê bifiroşin ew bi 5 lîrayî difiroşin. Divê keda malbatek neyê xwarin. Divê demildest dewlet alîkariyê bide malbatên xizan ên çandiniyê dikin.”