Karkerên demsalî yên Polatli rastî her cureyê binpêkirinê tên

  • 09:05 20 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Karkerên Demsalî yên li Polatli pîvazan kom dikin rojaneya wan 70 lîra ye. Karkerên ku bi her cureyê binpêkirina maf rû bi rû dimînin, ji şert û mercan bi gazinc in. Jinên ku hem li ser erd û hem jî kar û barê malê dikin vê binpêkirinê du qat dibînin.
 
Li konbajarê taxa Ordekgolu ya Polatli ya Enqereyê 120 karkerên çandiniyê dijîn û di pandemiyê de zêdetir zehmetiyan dikşînin. Tevî vîrusê ku tedbîrên baş nayên girtin, li kon jî di şertên zehmet de dijîn. Karkên rûpûş, alavên paqijiyê û xurekên baş nikarin bigirin di rîskê de dijîn.
 
Piranî karker ji Rihayê hatine û pîvazan kom dikin. Li sê erdên cuda dixebitin. Malbatên qelebalix in û hinek bi pitikên nû hatine dinê re dixebitin.
 
Beşeke karkeran vegeriyan bajarê xwe û hinek jî li Navenda Polatli di karê Embarê de dixebitin. Di nav karkeran de yên 18 sal in tên jî hene yên nû ji bo lêçûna zanîngeha xwe hatine jî hene. Rojaneya wan 70 lîra ye. Karker diyar dikin ku ev pere têrî wan nake û nikarin biçin nexweşxaneyekê û hewcedariyên xwe bînin cih. Bi taybet keda jinan du car tê binpêkirin. Jin hem li ser erd dixebitin û hem jî kar û barê malê dikin, li zarokan dinêrin. Jin ne xwedî gotin in û mêr li şûna wan gotinê dibêjin.
 
Bahozê karê wan zehmet kir
 
Di rojên borî de li Polatli bahoza xîzê rabû û ji ber vê 10 kon hilweşiyan. AFAD’ê bi şerta ku 70 roj şûnde dîsa bibin wan kon dan. Karkeran diyar kirin ku alîkariya hatiye kirin jî tenê di dîtbarî de hatiye kirin û gotin ewlehiya wan tune ye.
 
Zarok nikarin xwe bigihînin EBA’yê
 
Her wiha zarokên li konbajar dimînin jî nikarin xwe bigihînin mafê perwerdeyê û ev jî pirsgirêkek mezin derdixe holê. Zarokên diçin dibistanê di vê rewşê de neçarin ligel malbatên xwe li ser erdan bixebitin. Lê mixabin zarok ji perwerdeya onlîne fêdeyê nagirin.
 
‘Min pereyê qezenc kiriye hîna nedîtiye’
 
Jina bi navê Hanim Başibeyaz a îsal cara yekem hatiye Enqereyê û dixebite got berê çûye Meletê û Gîresûnê xebatê û yekem car tê vir û got: “Em her sal diçin cihekî. Zonguldak ji bo me baş bû. Ez dixebitim lê pere nabînim. Bavê min pereyê me digire. Em ji malbatê 7 kes dixebitin. 4 mehe em li vir in. Hîna em mehek û nîv ya din jî li virin.”
 
‘Em nizanin çi bikin’
 
Melek Çetîn jî ji Serêkaniyê ya Rihayê hatiye. 3 sale tê Polatliyê. Melek van tiştan tîne ziman: “Ji bo pêşeroja xwe min dixwest ku bixebitim. Min dixwest ku bibim xwedî pîşe. Dayika min jiyana xwe ji dest da. Ez û bavê xwe li 6 kesî dinêrin. Çend roj berê bahoza xîzê rabû. Me gelek zehmetî kişand. Kon hilweşiyan. Me nizanibû em çi bikin. Em diçin kar û tên. Em li malê jî dixebitin. Em qet bîhna xwe nagirin. Yanî ji bo me dem namîne. Em her cara diçin ser erdan jî bi fikar diçin. Em dibêjin gelo wê patron çi bêje, çi bertek nîşan bide. Em zivistanê naçin malê. Em li Polatli li embarê dixebitin. Rojaneya me jî 70 lîra ye. Pereyê em digirin jî têr nake.”
 
‘Havînê di kon de zivistanê li Polatliyê’
 
Saha Ture ya ku 17 sale li Polatli li erdan dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em havînê çapeyê dikin û pîvazan radikin. Zivistanê jî em diçin Polatliyê, em li embaran dixebitin. Em pîvazan dibin embaran û yên xerabûyî ji hev didin alî. 10 sale zewicandîme. 4 zarokên min hene. Hîna li vir im. Em heta niha çû gelek deverên Tirkiyeyê. Nêzîkatiya her kesî jî ne wek hev e. Em li gorî hevtemenê xwe zû pîr dibin.”
 
‘Ji 2 saliya xwe de li Polatliyê me’
 
Sedef Topalan ya ji şert û mercên xebatê bi gazinc e jî ev tişt anî ziman: “Wek hûn dibînin em rezîliyê dikşînin. Ji 10 salî de ye li vir dixebitim. Niha 18 salî me. Ji neçarî min dest ji dibistanê berda. Em her sal li vir in. Reziliya em dikşînin nayê vegotin. Em ji jiyana xwe ne kêfxweş in. Dewlet heta niha di tu mijarê de ji bo me nebû alîkar. Ji 2 saliyê xwe de li Polatliyê me. Min qet warê xwe nedîtiye. Ez li vir mezin bûme.”