Dem dema komkirina zeytunên Dêrikê ye
- 09:08 21 Cotmeh 2020
- Ked/Aborî
Medya Uren
MÊRDÎN - Dema dawişandin û topkirina zeytûnên bi nav û deng ên Dêrikê dest pê kir. Lê hilberîneran anî ziman ku ew îsal ji ber zeytunên ji Suryeyê tên hewirdekirin û qeyrana aborî nikarin firotinê bikin.
Bi hatina demsala Peyîzê re li Dêrikê jinan dest bi komkirina zeytûnan kir. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê her sal ji aliyê jinan ve zeytûnên bi tam û bi nav û deng tên komkirin. Ji komkirinê hetanî amadekirina zeytûnan jin kedek mezin didin. Lê li gorî hilberîner dibêjin îsal ji ber qeyrana aborî û ji ber ku ji Suryeyê zeytun tên hewirdekirin di zerarê de ne. Herwiha hilberînerên zeytûnan anîn ziman ku ew di warê peydakirina kiryaran de zahmetiyan dikişînin.
‘Îsal sala zeytunan e’
Hasîbe Erol a ku li erdek mezin hilberînerîna zeytûnan dike wiha qala rewşa zeytunan ya îsal dike: “Zêdebûn û kêmbûna zeytûnan li gorî salan diguhere. Salekê gelek baş û zêde ne lê salekê jî gelek kêm e. Lê îsal zeytûnê me zêde ne. Ji ber vê sedemê jî çinîn û çêkirna wan kedek mezin û demek zêde dixwaze. Em ji şefeqê de seet di 6 an de dest bi kar dikin heta seet dibe 6’ê êvarê. Hevjînê min diçe ser darê diweşîne û ez ji li xwarê kom dikim, paqij dikim û dixim selik û sîtilan. Em torbeyên xwe tijî dikin û vê carê jî dest bi bijartina wan dikin. Ango gelek cureyên zeytunan yên weke xirxal, mawî, xursekî, perotî, kojik û herweke din jî hene ku em wan hemuyan cuda cuda dibijêrin û amade dikin.”
‘Qeyranê bandor li ser zeytunên Dêrikê jî kir’
Hasîbe di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bazirganiya zeytunan û wiha got: “Her sal zeytunên me li hewa dihatin firotin. Kiryarên wan zêde bûn. Îsal jî sala wan e. Lê em ji ber qeyranê û hawerdekirina zeytûnan ji Sûriyeyê di zerarê de ne û wisa here wê zeytûnên me neyên firoton. Li aliyekî qeyrana aborî, şewba koronoyê heye li aliyê din jî polîtîkayên aborî yên dewletê. Rexmê ku zeytunên me gelek xweşik, bi nav û dengin jî hikûmet ji Sûriyeyê zeytûnan hawêrde dike. Ev jî dibe sedem ku zeytunên me neyên firotin. Ango bi bihayekî erzan bên firtoton. Em heqdesta ku heq dikin jî nikarin bi dest bixin. Em ji serê sibehê zu de di nav bostan de ne, bişta me ji komkirinê diêşî. Lê pereyê ku em digirin jî li holê ye. ”
'Fabrîka zerarê dide zeytûnên me'
Hesîbeyê bal kişand ser fabrîkaya Etî - bakir a Maden A.Ş'yê ya li Şemraxê ku qirêj belav dike û got, "Darên me yên zeytûnan ji hewaya qirêj neyînî bi bandor dibin. Berê darên me heta biharê jî zeytun digirtin. Lê niha ji ber hewaya qirêj darên me gelek zû hiş dibin û bêberket bûne. Li navçeyê her kesên ku darên wan ên zeytûnan hene heman pirsgirêkê dijîn."
Hesîbeya ji aliyekî ve zeytunan kom dike ji aliyekî de jî bi me re diaxive dibêje ew wekî hilberîner alîkariye dixwazin. Hesîbe wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê dewlet piştgiriyê bide me ku aboriya dewletê bi xwe ji zindî bibe. Lê mixabin em dizanin bide ji wê zêdeyî tiştê daye ji me bigire.”