Bi keda destên jinan dims tê ser sifreyan

  • 09:04 23 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Piştî ku havîn diqede jin tiriyê ku ji rezan kom dikin, jê dims, bastîq û beniyan çêdikin.  Li herêma Kaniya Reş a Şirnexê jinên ku tirî kom dikin û dikin dims diyar kirin ku ji bo çêkirina dimsê kedeke mezin divê, lê ew li hev kom dibin û bi karbeşiya ku dikin karê xwe hêsan dikin.  
 
Li herêma Kaniya Reş a Şirnexê çêkirina dimsê bi hatina payizê re dest pê dike. Jinên ku çanda çêkirina dimsê heta roja îro  anîne bi awayek komînal xebatên xwe didin meşandin. Dimsa ku  bi destên jinan tê çêkirin û ji hemû nexweşiyan re derman e, bi kedeke mezin a jinê tê çêkirin li ser sifrê û dezgehên firotinê cihê xwe digire. Mejî ji bo ku em têbigihîjin ev kar çawa tê kirin berê qamerayên xwe da keda jinê û çêkirina dimsê û jinan ji me re bahsa karên dikin kirin.   
 
Gûlîstan Varinç(37) diyar kir ku ew sere sibehê zû ji xew radibin û tevî jinên din diçin nava rêz û tirî berhev dikin. Gûlîstanê, anî ziman ku vî karî herî zêde jin dikin û wiha berdewam kir: “Çêkirina dimsê bi taybetî bi destên jinê tên çêkirin. Mêr tenê di dema komkirina tirî de û di dema perçiqandinê de dibin alîkar. Lê piştî wê hemû karî em jin dikin heta ku em dimsa xwe bibin malê. Wekî tê zanîn dims ji gelek nexweşiyan re derman e û em bi awayê xwezayî dimsa xwe çêdikin.”
 
‘Ev dims ji dimsên din bûhatir e’
 
Gûlîstanê, destnîşan kir ku dimsa ew çêdikin ji yên din buhatir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dimsa xwe ji cureyê tiriyê qitilnefs çêdikin û  ji gelek nexweşiyan re  baş tê. Ji ber qalîta vî tiriyî dimsa wî jî ji dimsa cureyên tirî yên din buhatir e. Ji ber vê her kes nikare bistîne. Em serê sibehê diçin nava rêz. Tiriyên ku em kom dikin, dikin dûrik û selikan. Piştre hinek xwelî û ax  dikin nava tiriyan û piştre dest bi pelçiqandinê dikin. Xwelî ji bo rengê dimsê zelal bibe em dikine. Axê jî ji bo tirşbûna wê dikin navê. JI xeynî van em tu tiştên din nakin nava dimsê.” 
 
'Em ji dimsê gelek cure şêrinahî çêdikin'
 
Gûlîstanê, bi lêv kir ku piştî tirî tê pelçiqandin şîreya jê dertê dikin qazanan û dikelînin û wiha behsa çêkirina dimsê kir: “Em di serî de şîreya xwe dikelînin û didin aliyekî ji bo zelal bibe. Piştî zelal bû cara duyem em dîsa dikelînin û heta baş tîr dibe dikelînin. Ev kar û keda ku em didin rastî jî gelek zor û zehmet e. Lê keda destê mirovan ji mirovan re xweş e. Ji bo vî karî karbeşî pêwist e. Her wiha em ji dimsê şêrînahiyê jî çêdikin. Em dema vê şêrîniyê çêdikin gûz jî dikin navê. Ev şêraniya bi taybetî li herêma Şirnexê bi tenê tê çêkirin. Herwiha em dimsê tevlil tehînê jî dikin û tama wê gelek xweş dibe. Dims ji bo gelek nexweşiyan baş e. Hem ji bo serma girtinê û hem jî ji êşa qiriqê re baş e. Em b taybetî zivistanan didin zarokên xwe.”
 
‘Herî zêde jin kedê dide’
 
Gûlîstanê, wiha domand: “Keda herê zêde jin dide. Dema ku em dimsê çêdikin em gelek zahmetî dikişînin. Tim li ber agir disekinin heta ku çêdibe.  Em jin zêdetir dixebitin. Dayik û pîrên me jî di demên berê de dims çêdikirine û ev ji bo me bûye wekî çandekê û heta roja îro hatiye." 
 
‘Ji  10 kîlo tirî kîloyek dims dertê’
 
 Behiye Algûl(40) jî diyar kir ku ew du rojan bê navber dimsê çêdikin û wiha pêlda axaftina xwe: “Em kedek gelek mezin didin. Rastî çêkirina dimsê gelek zehmet e.  Dimsa ku em çêdikin ji dimsên li dikan û bazaran tê firotin cudatir e û xwezayî ye. Ji gelek nexweşiyan re derman e û em tu tiştî nakin navê.  Karê me zahmet e lê em bi hezkirin dikin. Ji ber ku karekî zahmet e em jin di nav xwe de karbeşiyê dikin. Piştî karê me yekê diqede em diçin alîkariya ya din. Ji 10 kîlo tirî kîloyek dims dertê.”