'Vê salê ji ber hawêrde nayê kirin îsot nehatin firotin'

  • 09:13 27 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî

Medya Uren

 MÊRDÎN - Ber bi payizê ve piştî ku çinîna sebze û fêkî dest pê dike amadekariyên zivistanê jî tên destpêkirin. Li gundê Piremîra yê Qoserê jin ji bo ava firingiyan û îsotan çêbikin kedeke mezin didin. Kesên hilberînê dikin diyar kirin ku ji ber  piştgirî ji wan re nayê dayîn û mesref buhaye nikarin heqê keda xwe û mesrefa xwe bi dest bixin. 
 
Li gundê Piremîra yê Qosera Mêrdînê kar û xebatên zeviyan gelek zêde ne. Bi taybet tutin, genim, zeytun, firingî û îsotên li vê herêmê tên hilberandin li gelek bajaran tên belavkirin. Bi taybet ava îsotan a ku tê çêkirin bi nav û deng e. Ji bo bidestxistina vê jî jin kedek mezin didin. Ji çandinî, komkirin, pişjandin û  hetanî amadekirina vê avê zahmetiyên mezin dibînin. Lê jinên vê kedê didin diyar dikin ku rexmê ew sibe heta êvarê dixebitin jî heqê keda xwe bi dest naxin. Ji ber ku welatên din hawêr de nakin îsotên wan nayên firotin û di sutiyê wan de dimînin.
 
Jinên ku ava îsot û firingiyan çêdikin ji ajansa me re qala keda didin û pêvajoya çêkirinê kirin.
 
‘Li gel zahmetiyê mesrefa em dikin jî zêde ye’
 
Mehtap Bozan a karê çinînê dike wiha dibêje: “Em her sal îsot, firingî, bacanên reş û genim diçînin. Em sebze piştî diçînin û digihê her cara ku em berhemên xwe jê top dikin em careke din av diin. Anngo ji çandinî hetanî mezinbun û komkirina wan em zahmetiyeke mezin dikişînin. Li gel van zametiyan em meserefeke mezin jî dikin. Piştî ku îsotên me û firingiyên me digihên em dibinê tîrêjên rojê wan kom dikin. Em vê carê yek bi yek dibijêrin. Yên xweşik li aliyekê kom dikin û difiroşin yên ku qusurek biçuk lê hebe jî em dikin ava firingî û îsotan. Li gel van hemû zahmetiyan jî em nikarin heqê keda xwe û mesrefa me kiriye jî bi dest bixin. Bi taybet îsal ji ber qeyrana aborî ango pandemiyê me nikaribû firotinê bikin. Herwiha ji ber ku welatên din jî ji me hawêrde nakin sebzeyê me nayê firtoin û di sutiyê me de dimîne.”
 
‘Hemu endamên malê bi hevre dixebtin’
 
Ferîde Bozdag di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çinîna îsotan û wiha got: “Bostanên me mezinin. Lê ji bo çinîna wan em nikarin karkeran bigirin. Ger em karkeran bigirin vê carê divê em mesrefek din jî bikin û vê carê jî em zararê dibîn. Ji ber vê yekê em hemû kesên li  malê li bostanê xwe dixebitin. Em bi xwe karê xwe dikin û bi vê keda xwe jî hewil didin debara xwe bikin.”
 
‘Ji ber zerarê nema dixwazin vî karî bikin’
 
Ferîde dibêje ew di nava bostanan de zahmetiyeke mezin dibînin lê heqê keda xwe nagirin. Ferîde wiha berdewam kir:“Ji bo em berhemên herî baş bi dest bixin em timî di nav zebzeyên xwe de ne. Ango çiqas me sebzeyê xwe baş hilberandibe jî   îsal di aliyê firotinê pirsgirêk hebûn. Ji ber vê em êdî naxwazin vî karî bikin.”
 
‘Em kedek mezin didin’
 
Ayşe Bozana ku ji bo ava îsotan çêbike îsotan di makîneyê re derbas dike û li ser ban datîne ber tavê jî wiha dibêje: “Îsotên me di serî de şînin. Dema ku şînin em jê dikin û difiroşin û yên mayî jî sor dibin.  Em wan îsotan sor kom dikin û di makîneyê re derbas dikin. Piştî ku em ava wan derdixin em li ber tavê datînin heta ku tîr bibe.  Ger îsotên me gelek bin jî em dibin Qoserê di makîneyên mezin re derbas dikin. Piştî me di mekînê re derbas em wê jî didin ber tavê. Bi qasî 9 rojan li ber tavê dimîne. Piştî bertav hat kirin em dubare di makîneyê re derbaz dikin. Ji bo ku tam bi hele û hûr bibe. îsota şêrîn be em hinek dohnê zeytê dixin binê bîdonên xwe û îsota xwe didagirin. Lê ger îsot tuj be em bê dohn, xwê dikin û dixin bîdonan. Pêvajoya çêkirina ava îsotan qediya em vê carê difioşin.”
 
Ayşe herî dawî wiha dibêje: “Em dema ava firingiyan çêdikin kedeke mezin didin. Lê em heqê keda xwe jî nagirin.  Mirovên kedkar û cotkar hertim neheqî li wan tê kirin û heqê keda xwe nagirin. Hem qeyrana aborî heye û hem jî welatên derve îsotan hawêrde nakin, ji ber vê yekê ji me zererek mezin dît. Li gel lêçûna zêde me tu feyde jê nedît.