Kedkarên tenduristiyê: Em neçar in mafê jiyana xwe biparêzin

  • 09:03 27 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevseroka SES’ê Selma Atabey diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de bêjin ‘em naxwazin bimirin’ û bal kişînin ser mafê jiyanê û got: "Ligel vê em ê Peymana Stenbolê bînin ziman. Em ê di 29’ê Nîsanê de li kargeriyan di 30’yê mehê de jî li qada mîtîngê bên gel hev."
 
Bi salane kedkar û karker di 1’ê Gulanê de dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Ev ji salekê zêde ye ji ber vîrusa korona 1’ê Gulanê nayê pîrozkirin û îsal karker ji bo li qadan pîroz bikin bi desthilatdariyê re têdikoşin. Ev du sale ji ber pêvajoya pandemiyê yek ji aliyên ku herî zêde keda wan tê binpêkirin xebatkarên tenduristiyê ne. Karkerên tenduristiyê îsal wê bi dirûşma ‘em naxwazin bimirin’ wê carek din tiştên ku di pêvajoyê de jiyane bînin ziman.
 
Hevseroka Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Selma Atabay, rewşa karkerên tenduristiyê û cejna karker û kedkaran a 1’ê Gulanê nirxand.
 
‘Em bi pêkanînên dijdemokratîk re hatin rû hev’
 
Selmayê da zanîn ku bi derketina vîrusê re di mijara temînkirina alav û xebateke cidî ya di qada tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hatine jiyîn û got: "Di demên berê de me her tim ev îfade kir; di qada xizmetên civakî û tenduristî de xebatkar kêm in. Me got ji ber vê di xebatan de kêmasî tên jiyîn. Pêvajoya pandemiyê giran derbas bû. Ev 14 mehe em hîna bi vê re têdikoşin. Pandemî li Tirkiyeyê pîka sêyem dijî.Lê mixabin wezareta tenduristiyê di vê mijarê de tedbîr negirt. Dema em li hejmara bijîşk û hemşîreyan dinêrîn, hejmareke pir kêm tê pêşberî me. Di pêvajoya kovîtê de em tenê bi pirsgirêka kêmbûna xebatkaran re nehatin rû hev. Li hember mafên me êrîş çêbûn, mafên me yên aborî hedef hatin girtin. Ligel vê pêkanînên dijdemokratîk pêk hatin. Tedbîrên di cemawerîyê de hatin girtin ji bo qada tenduristiyê nehatin girtin."
 
'Kedkarên tenduristiyê bêpar hiştin'
 
Selmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di destpêka pandemiyê de xebatkarên tenduristiyê neçar man ji malên xwe dûr bimînin û qadên jiyanê wan bi xwe peyda kirin û wiha pê de çû: "Ev ji salekê zêde ye hîna jî karker pirsgirêkan dijîn. Di pîka sêyem a pandemiyê de sînorkirinên nû anîn û bi vê re jî li qadên xebat û cemawerî sererastkirin hatin kirin. Lê kedkarên tenduristiyê ji vê bêpar hiştin. Ji bo kesên di ser temenê 60’î de destûr nehat dayîn. Ji bo kesên nexweşiya wan a kronîk heye destûr nehat dayîn. Ji bo xebatkarên jin ên zarokên wan di bin temenê 10’î de destûr nehat dayîn. Bêguman îtîraza me heye.Lênerîna zarokan ne rewşeke tenê barê wê li ser jinan bimîne ye. Ger ku destûr bê dayîn divê dorveger ji bo dê û bav bê dayîn. Lê mixabin ev nehat kirin."
 
'Di qada tenduristiyê de jin nehatin dîtin'
 
Selmayê bi lêv kir ku di 2019’an de Peymana Kar a Komî (TÎS) pêk hatiye lê dîsa qada tenduristiyê ji nedîtîve hatiye û ev tişt bi lêv kir: "Kedkar bi pirsgirêkan re hatin rû hev. Desthilatdariyê weke ku zêde mûçe dide xebatkarên tenduristiyê, nêrîn afirand. Heta rojekê hevalek hemşîre li min geriya û got ‘Ji kerema xwe re pêşî li vê bigirin ez hevjînê xwe di mijara girtina mûçeyê de nikarim bidim bawerkirin’. Belê hat zêde kirin 5 TL bû bû 10 TL. Li nexweşxane û her saziyê cuda tê dayîn. Ev dibe sedema newekhevî û bêdadiyek mezin. Di giştînameya mevzuatên hat vekirin de hat gotin ‘Tu di beşa kovîtê de bixebitî tuyê evqas bigirî, di beşên din de cih bigirî evqas digirî’. Hevalên me yên ji bo demekê li beşa Kovîtê man ji vê fêde negirtin. Bi krîzeke aborî ya cidî re hatin rû hev. Ji sedî 70’ê keda qada me jin ava dikin. Lê mixabin ev nayê dîtin. Weke ku tenê mêr hene nîşan didin. Ev pergal weke ku tenê li ser hekîman dimeşe hat dîtin."
 
'Li ser me bi rehetî siyaset tê kirin'
 
Selmayê di berdewamiyê de wiha got: "Demên ewil bi pêşniyara wezaretê gel her şev li şaneşînan ji xebatkarên tenduristiyê re çepik lê didan. Bêguman ev hewldana gel ji bo me moralekî mezin bû. Lê piştî vê tiştên pêk bihata me texmîn dikir. Bêguman qehremanên vê pêvajoyê û yên ev pêvajo dimeşandin kedkarên tenduristiyê bûn. Lê ev hemû li aliyekî hiştin û mafên civakî, aborî, hemû mafên demokratîk tune hatin hesibandin û ev xebat ferz kirin û heta mirin hat ferzkirin. Me hema hema her roj li ber kargeriyan daxwazên hevalên xwe dianîn ziman. Tevî vê em tên astengkirin. Dixwazin dîwar navbera me û civakê de ava bikin. Keda me nayê dîtin lê bi rehetî jî dikarin li ser me siyasetê bikin."
 
'Şaşî bidomin em ê bi gelek windahiyan bedelê bidin'
 
Selmayê balkişand ser biryara desthilatdariyê ya di 13’ê Nîsanê de hat dayîn û got: "Pêvajoya nîv normalkirinê ya ji 1’ê Adarê şûnde, ne rast bû. Tevî nêrînên kedkarên tenduristiyê ew nehatin guhdarkirin. Nêrîna me nayê girtin. Piştî nîsanê şûnde bi hezaran kes bi vîrusê ketin. Di ser 60 hezarî de kes hatine tespîtkirin. Em dizanin ku ev rastiyê nîşan nadin. Em li wê qadê dixebitin. Em dibînin çend cenaze tên morgê. Em vana her tim îfade dikin. Di navbera daneyên wezaret û yên me de pir cudahî heye. Divê ev bi awayekî zelal ji civakê re bên aşkerakirin. Ger ku ev şaşî wisa bidomin, em ê bi gelek windahiyan bedelê bidin."
 
'Em dimirin, ji vê wêdetir tune ye'
 
Selmayê der barê 1’ê Gulanê de jî ev nêrînên xwe anîn ziman: "Bi hezaran kes tevlî cenazeyan dibin. Bi dehezaran kes tevlî kongreyan dibin. Lê nahêlin em li qadê 1’ê gulanê pîroz bikin. 1’ê Gulanê dikeve dawiya hefteyê û dawiya hefteyan jî qdexe ye. Vê dikin hincet. Li gelek bajaran tê xwestin ku di 30’yê Nîsanê de pîrozbahî bê kirin. Lê ger ku destûr neyê dayîn em ê dîsa zorê bidên. Ji ber em berpirsiyar in ku dengê xwe bidin bihîstin. Em ê wek SES'ê di 29’ê nîsanê de li kargeriyên xwe daxwazên xwe bînin ziman. Peymana Stenbolê ji bo me girîng e. Ji ber sendîkaya me bi hevserok, sekreteriya jinan û endamên jin sendîkayeke ku gelek jin tê de cih digire ye. Em dixwazin di 1’ê Gulanê de Peymana Stenbolê derxin pêş. Ya duyem jî ji bo vîrusa korona bibe nexweşiya pîşeyî, di vê mijarê de em ê daxwaza xwe bînin ziman. Em ê hewl bidin ku di 30’yê Nîsanê de jî li qadan dengê xwe bidin bihîstin. Em neçar in mafên xwe biparêzin. Ji ber ku em dimirin, ji vê wêdetir tune ye."