‘Em ne alîkariyê, kar dixwazin’

  • 09:04 7 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Yek ji bajarên ku xizanî lê gelek zêde ye Amed e. Jinên Amedê diyar kirin ku ew alîkariya dewletê naxwazin, ew kar û mafên xwe dixwazin.
 
Ji ber pandemiyê krîza aborî her diçe giran dibe û di encama vê de jî welatî li dijî xizaniyê têdikoşin. Welatiyên ku encamên krîzê bi kûrahî hîs dikin, ji bo hewcedariyên xwe, diçin cihên ku xurek  tên belavkirin û bi saetan di dorê de disekinin. Welatiyên ku bi saetan ji bo xureka bê pere di dorê de disekinin bertek nîşan dan.
 
Li Amedê jinan ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Yên ne xizan bi saetan wisa napên’
 
Jina bi navê Fatma Ozdemîr ev tişt bi lêv kir: “Em nikarin debara xwe bikin. Ji bo xizanan ne alîkarî, kar hewce ye. 4 zarokên min betal in. 54 salî me. Li kar digerim. Em nikarin nan bibin mala xwe. Xwezî we dolaba me bidîta. Wê demê we yê em baş fêm bikira. Yên me bibînin tune ye. 40-50 jin ev bi saetan e ji bo kîsikek xurek dipên. Yên ne xizan nayên vir bi saetan napên.”
 
‘Em hewcedarê poşetek xurek in’
 
Hasîbe Karli destnîşan kir ku sedema xizaniyê betalî ye û wiha daxuyand: “Jinên niha li vir dipên, malbatên wan naxebitin. Sedema xizaniyê betalî ye. Bi kîsikek xurek debar nabe. Av heye, ceyran, kirê heye. Em nikarin debara xwe bikin. Her kes betal e. Em hewcedarê kîsikek xurek in.”
 
‘Em mafên xwe dixwazin’
 
Jina bi navê Vahîbe Ortaç a ji Gundê Tîlaloyê ye anî ziman ku ew tenê dijî lê mûçeyê wê yê teqawîtbûnê têrî wê nake û wiha berteka xwe anî ziman: “Ez di vê rewşê de me, bifikirin yên bajar çi dikin. Ez fatureyên av, ceyran û telefonê didim, tiştek di bêrîka min de namîne. Hikûmet rabûye kartolan belav dike. Gel alîkariyê naxwaze, gel kar dixwaze. Zarokên min, neviyên min ên zanîngeh qedandine hene lê betal in. Neviyekî min li bajar bû, ji ber betaliyê vegeriya gund. Ciwan betal in, întîxar dikin. Dema em nûçeyan dixwînin kezeba me dişewite. Em alîkariya dewletê naxwazin, em mafê xwe dixwazin.”
 
‘Em kar dixwazin’
 
Emîne Ortaj jî nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Em nikarin debara xwe bikin. Her tişt biha ye. Em hatine asteke wisa ku em hewcedarê nan in. Bila mafê me bidin me. Em kartolan naxwazin. Em bi kartolan çi çêkin gelo? Ka rûn heye? Em ne alîkariyê, em kar dixwazin. Bi sedan kes ji ber pandemiyê ji kar hatin derxistin. Ji ber vê her kes xizan ket. Ji ber vê aramiya li malê jî qedyaye. Me heta niha ji dewletê tu tiştek nexwest, lê em niha mafên xwe ango kar dixwazin.”