Jinên Îzmîrê: Êdî her kes xizan e

  • 09:07 8 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên ji ber krîza aborî pirsgirêkan dijîn wiha gotin: “Çîna navîn nemaye, her kes êdî xizane. Divê ev rewş demildest biguhere.”
 
Krîza aborî ya ku bû sedema xizaniyeke mezin, welatiyan di her alî de dide zorê. Ji vê krîzê bêguman dîsa jin bi bandor bûn. Li gorî daneyên betaliyê yên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK), ji sedî 21,6 mêr, ji sedî 34 jî  jin şûnde ketine, lê dorî daneyên dawî îstîhdama jinê ji sedî 26 şûnde ketiye. Jinên Îzmîrê derbarê krîza aborî de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Sezen Ugurlu ya esnafiyê dike da zanîn ku rewşa esnafan nebaşe û wiha got: “Rewş qet nebaşe. Dibêjin baş e, lê derewan dikin. Rewşa esnafan xerabe. Her kes deyndar e. Ger pere hebe aboriya Tirkiyeyê xweşe. Lê êdî her kes xizane. Dewlemendî nema. Hilberîn tune. Her tişt ji derve tê. Sê zarokên min hene. Piştgiriya malbata min tunebe ez nikarim debara xwe bikim. Berê me bi çewalan mal digirt. Em nikarin bigirin êdî. Muştere jî nikarin bigirin. Ji ber pandemiyê gelek jin betal man. Kargeriyên xwe girtin.”
 
‘Jin hem li malê hem li derve dixebitin’
 
Eda Sakar jî debara xwe aktariyê dike û got malên digirin pir biha digirin, lê tiştek jî nayê firotin û ev tişt daxuyand: “Berê ev kolan qelebalix bûn. Niha kes tune. Ciwan betalin. Hevjînê min nexweşe li malê ye. Ez dixebitim. Ez li hevjînê xwe dinêrim. Li zarokan dinêrim. Diçim kar. Yên dewlemend zêdetir dewlemend bûn. Yên xizan jî zêdetir xizan bûn. Esnaf qediyan. Mal biha bûye. Ji ser dolar ji me re tê. Wek berê em nikarin mal bigirin.”
 
‘Aboriyê bandor li ser her tiştî kir’
 
Şevîn Guleç ku li pirtûkforişiyê dixebite destnîşan kir ku mirov êdî li ser înternetê dan û stanê dikin û wiha dirêjî dayê: “Mirov ya pir dewlemend yan jî pir xizan bûne. Em jî di pandemiyê de mexdûr bûn. Pirsgirêkên cidî tên kişandin. Firotinên me gelek ketine. Em bi zor debarê dikin. Em nikarin lêçûna xwe bigirin. Pirtûkên testan tên girtin. Rêjeya xwendinê jî ketiye. Tevî em pirtûkê bi 5 TL difroşin jî rojê yek tê firotinê.”
 
‘Jin di bin zextê de ne’
 
Kevser Guler jî da zanîn ku nêrîna desthilatdariyê ya li hember jinê rewş hîn bêtir xera kiriye û wiha bi lêv kir: "Feshkirina peymane, ji ber Mûsa Orhan li hunermendek jin lêpirsîn vekirin, nîşan dide ku piştgiriya ji bo jinê tune. Tenê bi bertekên li ser çapemeniya civakî dikare şûnde gav bê avêtin. Jinên derdikevin derve û tên malê şîdetê dibînin. Divê azadiya aboriya jinê hebe. Divê zihniyet biguherin.”
 
‘Naxwazin jin bifikirin, bixebitin û hilberînin’
 
Şukran Zerîk jî bi lêv kir ku ewil jin ji çav tên derxistin û got: “Aliyekî ku naxwazin jin hilberînê bikin, jin ji cîhanê tune bibin heye. Naxwazin jin hilberînin, bifikirin û bixebitin. Ji ber jin cîhanê diguherin. Pergala ku naxwaze cihan biguhere, hewl didin jinan mahkumê tunebûnê bikin.”
 
‘Dîtina kar pirsgirêke’
 
Xwendekara zanîngehê Rengîn Alpekîn jî berteka xwe wiha anî ziman: “Dibistana min dûre. Derftê min tune ez xanî jî kirê bikim. Ji ber vê ez ligel malbata xwe dimînim. Xaniyên ku xwendekar ji xwe re bigirin tune ne. Malbata min karmende. Ji ber naçin dibistanê dibêjin wê mûçe bê birîn. Ji ber vê em bi fikarin. Em niha nikarin ji xwe cil û bergan bigirin. Gelo em mezun bibin wê çi bibe? Em ê kar bibînin. Pirsgirêkek wisa heye. Dîtina kar zehmete.”
 
Rojnameger Nurten Ogut jî  balkişand ser pisgirêkan û daxuyakirin ku mêrên ji kar tên derxistin tên malê şîdetê li jinan dikin û yên herî zêde ji betaliyê bi bandor dibin jinin û beriya her kesî jin ji kar tên avêtin. Nurtenê bang kir ku divê ewil jin ji kar neyên avêtin, divê ji bo jinan îstîhdam pêk bê.