'Qedexekirina zozanan xizaniyê zêde dike'

  • 11:43 8 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
 
Hîkmet Tunç
 
AGIRÎ - Ji Koçerên diçin zozanê Sîneg yê Agiriyê Hazal Buyukaras, diyar kir ku ew roja xwe bi xebatê derbas dike û heqê keda xwe jî nagire. Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP'yî jî diyar kir ku qedexekirina zozanan kar zêde dike û got, "Ji qedexeyên ku xizaniyê zêdetir dikin jin bêhtir bi bandor dibin."
 
Krîza Aborî ya ku bi pandemiyê re kûrtir bû jiyana welatiyan neyînî bi bandor dike. Krîz herî zêde bandora xwe li ser jinan dike û jin ji ber krîzê  di warê hilberînê de jî pirsgirêkan dijîn. Ji aliyekî din ve jî welatiyên ku di demsala havînê de diçin zozanan heqê keda xwe nikarin bi dest bixin. Ji van zozanan yek jê jî Zozanê Sînegê ye ku jin 3 mehên havînê li wê derbas dikin. 
 
 'Dema min bi kar derbas dibe'
 
Hazal Buyukaras a 75 salî ye jî nêzî 40 salanan e demsala havînê li zozanan derbas derbas dike. Hazal a ku ji me re bahsa rojeke xwe ya li zozanan kir wiha got, "Serê sibehê berî tav derkeve radibim. Ez mîhên xwe berdidim ku biçêrin. Pişter jî hundirê malê paqij dikim, firaqan dişom û xwarinê çêdikim. Rojê du caran mihên xwe didoşim. Şîrê ku ji wan digirim germ dikim piştî ku dikim penêr ez dikim torbeyan. Hemû dema min bi kar derbas dibe. Ez debara xwe bi ajalvaniyê dikim." 
 
'Em dixwazin li zozanê bi berket pezê xwe biçêrînin'
 
Hazalê got ku zozanên şên ji ber ku li herêma operasyonê cih digirin li wan hatine qedexekirin û ev tişt got, "Em vê salê mecbûr man ku li Zozanê Sînegê bi cih bibin. Me zozanê ku milê kesa ye ji bo sê mehan kirê kir. Em serê mîhekê 120 TL didin. Em bi hatiniya ku ji berhemên şîr peyda dikin nema karin kirêya zozên jî bidin. Ji ber ku em debara xwe bi ajalvaniyê dikin karekî din ji destê me nayê. Em dixwazin ku çûna zozanan serbest bibe û em bikaribin biçin zozanên hîn xweştir."
 
'Herî zêde jin xizan in'
 
Heyetek ji Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya xwe ya "Ji bo jinan adalet" de bi dirûşma "Ji xizaniya jinê re na" di çarçoveya hevdîtina jinan de çû Zozanê Sîneg ê Agiriyê. Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a ku di nav heyetê de ich girt derbarê zozên de çavderiyên xwe bi me re parve kirin.  
 
Dîrayetê diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser xizaniya jinan li gelek derverên Tirkiye  û herêmê bi jinan re hatine gel hev û di berdewamiyê de wiha got, "Em duh li Agiriyê bûn, îro jî li Îdrê ne, em ê sibe jî li Bedlîsê bin. Wekî ku tê zanîn bajarê herî xizan ê li Kurdistanê Agirî ye. Li vî bajarî xizanî zêde ye.  Mêrên ji vî bajarî ji bo debara xwe bikin diçin li metrepolên Tirkiyeyê karê înaetê dikin.  Şêniyên bajêr herî zêde debara xwe bi ajalvaniyê û bi cotkariyê dikin. Lê qedexeya dewletê ya li ser zozanan cotkarî û ajalvanî aniye ber qedandinê. Ev helwesta hikûmetê dibe sedema xizaniyeke mezin. Lê xizaniya herî zêde li vî bajarî jin dijîn." 
 
Tevlibûna jinan a nava jiyana kar
 
Dîrayetê bal kişand ser kêmbûna jinan a nava jiyana kar û got, "Jinên ciwan heta nîvê şevê di bin mûçeyê asgarî re tên xebitandin. Jiyaneke di asta koletiyê de dijîn. Lê jin mecbûrin ku ji ber xizaniyê di wan şert û mercan de bixebitin."
 
'Keda herî mezin jin didin'
 
Dîrayetê got ku ew li gelek gundan bi jinan re hatine gel hev û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em li Zozanê Sînegê bi jinên koçer re hatin gel hev. Hem koçerî û hem jî tevlibûna jinên koçer a nava jiyana kar rêbazeke jiyanê ye û ev jîn dînamîkên herî girîng ê çanda kurdî ne. Lê li wê jî tişta ku me dît, ew bû ku keda jinan nayê dîtin. Jinên koçer ji serê sibehê zû ve radibin ajalên xwe berdidin çêrê, karê malê dikin û rojê du dahnan jî 100-150 mîhan didoşin. Ji şîrê ku bi dest dixin penêr, lorik, mast û nîvîşik çêdikin. Ji ber vê her karekî rojê du caran dikin û ev jî tê wateya ku duqat kedê didin. Di vê sektorê de keda jinan gelek erzan e û keda herî mezin jî jin didin."
 
'Qedexekirina zozanan ajalvanî kuşt'
 
Dîrayetê got ku zozan bi ava xwe û bi giyayê ku li wan şîn tê ji bo koçeran cihê debarê bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Li zozanan ajal baş dihatin xwedîkirin. Lê bi taybetî di 5 salên dawîn de di bin navê ewlehiyê de zozan li gel hatine qedexekirin. Qedexekirina zozanan ajalvanî kuşt. Mexdûriyeta vê ya herî mezin jî jinên koçer dijîn.  Dema ku zozan tên qedexekirin jinên koçer mecbûr dimînin ku biçin cihên bê giya û bê av û an jî  li zozanên mayî kirê bidin.  Ji ber vê kirêya zozanan jî zêde dibe. Ji ber vê şîr, mast û penêrê ku bi dest dixin jî têra kirêya cihê diçinê nake. Gelek pirsgirêkên bi vî rengî hene. Jinên zozanan ji ber vê rewşê li hemberî dewletê gelek bi bertek in."
 
'Berpirsiyariya herî zêde li ser milê jina ye'
 
Dîrayetê got ku wan piştî bi jinên koçer re hevdîtin kiriye hatine gundan û bi jinên kedarê malê re jî hevdîtin kirine û wiha berdewam kir, "Ji ber ku cotkarî û ajalvanî ber bi tunebûnê ve diçe jin hepsî malê hatine kirin .Ew jî bi xwe re berpirsiyariyên mezin tîne. Hem îdareya li malê û hem jî xwedîkirina zarokan di sutiyê jinan de ye. Ji bo jinan cihên îstihdamê tune ne.  Em wekî Meclisa Jinan a HDP'ê hem dixwazin vê pirsgirêkê ji rayedaran re ragihînin û hem jî li dijî wê têkoşînê didin.  Li Agiriyê li dijî xizanîkirina gel têkoşîneke hevpar a gel û piştevaniyeke hevpar di nava civakê de heye."