Zeynep Demîr Akçer: Rolên li jinan hatine pîvan xizaniyê zêde dike
- 09:08 21 Nîsan 2022
- Ked/Aborî
Derya Ren
AMED - Sektera Şaxa hejmar 1 a DÎSK a Amedê Zeynep Demîr Akçer da zanîn ku gelek sedemên xizaniya jinê heye û pergala serdest ya mêr xizaniyê bi teşeyên cuda giran dike. Zeynebê bi lêv kir ku ji bo îstîhdama jinê zêde bikin têkoşînek cidî didin.
Bi giranbûna xizaniyê re krîzên cuda jî dertên holê û li aliyê din jî xizaniya jin û mêran bi awayên cuda tên jiyîn. Ji ber di qadên xebatê de newekheviya zayendî, di qadên îstîhdamê de hejmara jinan kêm e û mêr serdest in. Her wiha jin wek hêza kar a erzan tên dîtin.
Xizaniya jinê roj bi roj zêde dibe û di serî de rêxistinên jinan, STK û hinek partiyên siyasî di vê mijarê de tedbîran digirin. HDP’ê di hilbijartinên herêmî de rêveberiyên herêmî yên qezenc kir de peyman ji bo wekheviyê bi STK û fabrîkayan re kir. Li gorî ‘Rapora Îstîhdam û Betaliyê’ ya meha nîsanê ya DÎSK-AR’ê hejmara betalan 8 mîlyone û ev wek ji sedî 21,8 hat qeyd kirin. Betaliya jinê jî ji sedî 18,8 hat diyar kirin.
Sektera Şaxa hejmar 1 a DÎSK a Amedê Zeynep Demîr Akçer, derbarê xizaniya jinê, pirsgirêkên jin li kargeriyan dijîn de nirxandin kir.
‘Rolên li jinan hatine ferzkirin xizaniyê zêde dikin’
Zeynepê destnîşan kir ku xizanî ne tenê pirsgirêka jina ye lê di civakan de herî zêde jin xizaniyê hîs dikin û sedema sereke ya xizaniya jinê jî newekheviya di nava malê de diqewime û wiha dirêjî dayê: “Jin girêdayê mêr dimînin û li pêş hebûna jinê ya di civakê de astengî tên kirin. Ev jî xizaniyê girantir dike. Li aliyê din jî faktoreke din a xizanya jinê bi bandor dike, rolên ji aliyê civakê li jinan tên ferzkirinê ye. Karên malê, lêngerîna zarokan hemû wek peywira jinan tê dîtin. Ev jî jinê ji hilberînê qût dike û xizmeta malê karê wê tê dîtin. Tişta em jê bi gazincin eve ku xizmetên li malê nayên dîtin, beramberiyeke wê ya aborî tune.”
‘Jin wek hêza kar a erzan tê dîtin’
Zeynepê, diyar kir ku her karê ku jin li malê dike di civakê de beramberiya wê aborî heye û di berdewamiyê de wiha got: “Jin li malê xwarinê çêdike, paqijiyê dike, firaqan dişo, li zarokan dinêre. Dema mirov di asta civakî de li vê dinêrin, mêr van rolan bi pereyan dikin. li lokante, li otelan mêr paqijiyê dikin, xwarinê çêdikin. Ev jî nîşan dide ku karên di qada hilberîn û qada civakî de ne tenê rola jinê ye. Lê dema mijar dibe beramberê kar mixabin keda nayê dîtin hêjayî jinê dîtin. Ev jî rê li ber xizaniya jinê tê dîtin. Xizaniya jinê karkeriya zarokan jî zêde dike. Çawa keda jinê nayê dîtin, ya mêr jî nayê dîtin. Jin her tim hêza erzan tê dîtin.”
‘Em têkoşînên cidî didin’
Zeynepê, da zanîn ku wek sendîka hewl didin keda jinê bê dîtin û wiha daxuyand: “Di qada îstîhdamê de ji bo wekheviya jin mêr pêk bê em xalên cuda dikinê. Em hewl didin di komîsyonên girtina kar de jî hebin. Di girtina personelan de em hewl didin wekheviya jin- mêr hebe. Em di vê mijarê de bi israr in. Di civakê de ciwan xwedî taybetiyên mezinin û tu astengî li pêş îstîhdama wan tune. Yek ji qadên jin zêde lê cih digirin tekstîlin. Hejmara jinan lê zêde ye lê di daneyên fermî de ev nayê dîtin. Em ji bo vê têkoşînên cidî dimeşînin.”
‘Ji sedî 90’ê welat xizanin’
Zeynepê destnîşan kir ku li Amedê derbarê xizaniya jinê de dane destê wan de tune ne û ev tişt bi lêv kir: “Ji her 100 jinî 16.7 qeydkirîne û di îstîhdama tam demî de betaliya jinên ciwan ji sedî 54, bi giştî rêjeya betaliya jinê ji sedî 31,6 e. Dema mirov li van rêjeyan dinêrin sînorê birçîbûna welat 4 hezar û 330 ye. Sînorê xizaniyê jî 14 hezar û 978 e. Yanî ev jî nîşan dide ku welat ji sedî 90 xizane.”
‘Em hemû kesî dipên qada îstasyonê’
Zeynepê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê wek jin keda nav malê ya nayê dîtin biqîrin û wiha dawî lê anî: “Hedefa me ev e ku em peymanên herêmî û navneteweyî yên me diparêzin xurt bikin. Em wek sendîka wê 1’ê Gulanê de bên gel hev. Êdî krîz li malên me ye, nav xwarin û nanê me de ye. Li aliyê din jî krîz êdî di rojeva zarokan de jî ye. Di 1’ê Gulanê de di serî de jinan em hemû gelê xwe dipên qada Îstasyonê.”