Fatma Tunç a bi hesreta axa Botanê dijî dora mala xwe kir bostan

  • 09:13 21 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
Bêrivan Tunç
 
MEXMÛR - Ji şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Tunç, 28 sal in bi hesreta axa Botanê dijî. Fatmayê ku di zarokatiya xwe de bi çandiniyê re mijûl bûye li wargehê jî li dora xaniyê xwe kiriye bostan. 
 
Ji ber zilm û zordariyê bi hezaran welatiyên Botanê ji neçariyê berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê. Piştî 7 wargehan, herî dawiyê li quntara çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmûrê ya girêdayî Parêzgeha Musilê bi cih bûn. Ligel şert û mercên xirab, pergaleke nû ya jiyanê afirandin û axa hişkbûyî carek din şîn kirin. Penaber li dijî her cureyên êriş, dorpêç, ambargoyê têkoşîna xwe ya jiyanê domandin. Pergala ku li vir hatî danîn li gelek deveran wek mînak hat nîşandan. 
 
Her wiha bi hatina biharê re li wargehê penaber li gorî şert û mercên xwe dest bi çandiniyê dikin. Şêniyên wargehê li dora mala xwe bostan datînin û zebzeyan diçînin. Hem li dijî êrişan li ber xwe didin û hem jî jiyana xwe ya rojane hewl didin ku didomînin. 
 
Fatma Tunç yek ji wan e. Fatma bi eslê xwe xelkê Botanê yê û 28 sal in ji Botanê veqetiyaye. Fatma ji ajansa me re behsa hesreta xwe ya axa Botanê û karê ku niha li baxçeya xwe dike anî ziman. 
 
‘Me li gund hemû pêwistiyên xwe ji axê digirt' 
 
Fatma, di destpêkê de behsa warên ku beriya 28 salan jê veqetiyane kir û got: “Di sala 1994’an de ji ber zilma Dewleta Tirk em ji gundê xwe derketin. Me li gund ji bo debarê çandiniyê dikir, me sewal xwedî dikir. Tiştên ku me di baxçeyê xwe de diçand me dibir navçeya Silopî li vir bi genim û tiştên din re diguhert. Bi vê şêweyê me li gund debara xwe dikirin. Li gund me piştî berfê bi taybetî jî di meha nîsanê de dest bi kolana axê, kesixandina daran û çandiniyê dikir. Av û hewaya gundê me xweş bû, li wir her tişt şin dibû û hemû pêwistiyên xwe me ji axê digirt.”
 
‘Axa Mexmûrê ne wek axa Botanê ye' 
 
Fatma di berdewamiya axaftina xwe bal kişand li ser avhewaya Mexmurê û wiha axivî: “Axa Mexmûrê ne wek axa Botanê ye. Av lê nîne û hewayê wê hişk e. Ji bo ku em çandiniyê bikin me gelek ked da. Li vir ji ber ku germahî zêde ye. Bi destpêka meha adarê re em baxçeyên xwe dikolin, salê du çaran em baxçe dikolin. Li vir ji ber ava wê ji gelek kêm e û xaka wê ne dest daye berhemên wê ji kêm e ne mina yê gundê me ye." 
 
'Ez bi alîkariya cîranan baxçeya xwe dikolim' 
 
Fatma Tunç li ser berhemên ji baxçeyê xwe digire wiha got: “Heta niha tiştên ku ez diçinim ne ji bo firotinê ye, ez tenê ji bo tiştê xwezayî bidim zarokên xwe diçininim. Li wargehê herî zêde fêkiyên weke, tirî, hêjir û hinar çêdibin. Zebze ji bacan, bacanên reş, biber û keskahî çêdibin. Heya niha min berhemê baxçeyên xwe nefirotiye. Em têra xwe diçînin. Ên zêde jî em didin ciranên xwe. Ji ber temenê xwe ez zêde nikarim êdî karê kolandinê bikim. Cara cîran tên alîkariya min. Em bi alîkariya hevdû baxçeyên xwe amade dikin." 
 
'Dema behna min teng dibe ez bi axê re mijûl dibim'
 
Fatma di dawiya axiftina xwe de girêdanbûna xwe ya bi axê re wiha anî ziman: “Ji zarokatiya xwe ve ez bi axê re mijûl dibim, ax ji bo min gelek bi sebr e û sebra min pê tê. Dema li malê behna min teng dibe ez derdikevim nava baxçeya xwe û ji xwe re kar dedixim."