4 karkerên jin: Em ê heta dawî li ber xwe bidin

  • 09:08 29 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
 
Marta Somek
 
BURSA - Çar karkerên jin yên Tekstîla Acarsoy bi hinceta sendîkayîne ji kar hatin avêtin û ev mehek li ber fabrîqê li ber xwe didin. Jinan diyar kirin ku heta mafên xwe bigirin wê têkoşînê bidomînin û ji bo 1’ê Gulanê jî banga tevlibûnê li hemû kesî kirin.
 
Di 29’ê kanûna 2005’an de li Bursaye di şewata li Ozay Tekstîl derket de Ayşe Denîzdalan ya 15 salî, Sadîfe Duduş ya 18 salî, Gulden Çîçek ya 21 salî, Necla Ozveren a 27 salî û Sevgî Seslî ya 32 salî jiyana xwe ji dest dabûn.  Ji ber bê tedbîriyan wê demê van jinan jiyana xwe ji dest dabûn û binpêkirina mafan derketibû holê. Niha jî 4 jinên li Acarsoy Tekstîlê dixebitin bi hinceta sendîkayîne ji kar hatin avêtin. Di 10’ê adarê de bi hinceta performansa wê kême Selînay Yilmaz ji kar hat derxistin di 25’ê adarê de jî sê jinên din hatin derxistin.
 
Meheke li ber xwe didin
 
Çar jinên karker ev meheke her roj li ber fabrîqeyê li ber xwe didin û bi biryar têkoşîna xwe dimeşînin. Jinan her wiha bi wesîleya 1’ê gulanê bang li hemû jin û berxwedêran kirin ku ji bo mafên xwe li qadan bin. Selînay Yilmaz, Emel Dîdîr, Dîlek Dundar û Oznur Mantarci ku 45 roj in li ber xwe didin ji ajansa me re axifîn.
 
Selînay Yilmaz ku ewil ew hat derxistin got sê meh in endama sendîkayê ye û beriya sendîkayê li fabrîkayê zext û binpêkirin hebûye û wiha vegot: “Me hinek bi çavên xwe dîtin. Min biryar da ez bibim endamê sendîkayê. Beriya jin bikevin kar peyamenek tê îmzekirin û divê du salan tu nikarî ducanî bimînî. Jinên dikevin kar peymanê îmze dikin û korse didin ser zikê xwe û zarok ji ber wan diçin. Çend hevalên me wisa hebûn. Mobîng hebû.”
 
Hedef nîşandan
 
Selînayê da zanîn ku ji ber bûne sendîkayî her tim hedef hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çavê wan her tim li ser me bûn. Em diçûn lavaboyê digotin tu çima çûye. Neheqî li jinan dikirin. Ji ber min çay bir qada cîgarekêşandinê girtek girtin. Li du hevalên din negirtn. Girtek bi min dan îmzekirin. Gotin di girteka xwe de van binivîsin. Nehiştin ez parastina xwe jî bikim. Ji bo çayê dema me ji xwe tunebû. Xwaringeh li kata sêyem bû. Heta em diçûn jor 10 deqe diçû. Me her pêwistiya xwe di vê navberê de pêk dianî.”
 
‘Em dengê hemû jinan e’
 
Selînay banga piştevaniyê kir û wiha got: “Em ji DOSAB, Acarsoy dixwazin xwedî li jin û keda jinan derkevin. Ji ber em bûn em bûn sendîkayî em ji kar hatin avêtin, mafên me ji destê me hatin girtin. Bila hevalên me netirsin. Di vê mijarê de bila piştgiriyê bidin me. Hevalên me yên dixebitin hîna jî zextan dibînin. Zext hîn bêtir zêde bûne. Du xebatkar nikarin bên gel hev. Em dixwazin ew jî li mafên xwe bigerin. Em li vir dengê wan e. Em dixwazin ev hoste û şef êdî rabin û her kes bibe endamên sendîkayê. Ez ê rêxistinbûna xwe bidim jiyîn. Ji ber em jin bûn rastî zextan hatin. Divê kes li dijî van zextan bêdeng nemîne. Divê her kes mafên xwe biparêze. Bila hemû jin di 1’ê Gulanê de li mafên xwe xwedî derkevin.”
 
Zext û tehdîdên sîstematîk
 
Emel Dîdîr jî ji 2007’an de ye li Acarsoy Tekstîlê dixebite û got 15 sal jiyana xebata xwe de her tim bi tehdîd û zextan re hatiye rû hev û ev nirxandin kir: “Em nikaribûn biçin lavaboyê. Her tim zext hebûn. Rojekê hoste bi ser min de hat. Qiriya. Min jî got tu nikarî biqîrî. Ez tehdîd kirim, got ez ê girtekê bigirim. Piştre me bi hevkariya sendîkayê îhtar ji hoste re kişand. Gazî min kirin gotin te çima tiştek wisa kiriye. Jinekê ‘Di vê demê de her kes dikare her tiştî bike’ û cînayeta Emîne Bulut mînak nîşan da.”
 
Ji kar hat avêtin
 
Emelê axaftina xwe wiha domand: “Li dijî zextan 6 sal berê bûm endamê sendîkayê. Piştî vê zext zêdetir bûn. Bi hinceta di saeta kar de min çay bir jêr ez ji kar hatim avêtin. Di 26’ê Adarê de li ber fabrîqê daxuyanî hat dayîn û wê şevê ez di vardiya şevê ya 3-11’an de bûm. Bi îftereyan saet di 22.00’an de ez ji kar hatim avêtin. Dizanibûn ez endama sendîkayê me jî. Gotin tu zexta psîkolojîk li hevalên xwe dikî. Piştî min hevalek min jî hat avêtin. Piştî vê me dest bi berxwedanê kir. Em ê heta dawî berxwedana xwe bidomînin. Heta em mafê xwe negirin em ê li vir in. Ez bang li karkerên Acarsoy dikim bila li mafên xwe bigerin.”
 
‘Her tim li hember jinê zext hebû’
 
Yek ji karkera din Dîlek Dundar jî du sal û nîvan di Acarsoy de dixebite û tiştên ku jiyaye wiha bi lêv kir: “Ji ber zext û mobîngê me biryara sendîkabûnê girt. Niha em çar hevalên xwe re berxwe didin. Her tim li hember jinan zext hebû. Hevalên me yên nehatibana karê wan didan me. Lê heqdestê vê nedihat dayîn. Me li gelek makîneyan dinêrt. Ji me zêde randiman dipan. Bi girtina girtekan em tehdîd dikirin. Navbera xwarinê nîv saet bû. Ji bilî vê bîhndan tunebû. Xwaringeh li kata sêyem bû. Em heta diçûn sor îcar di dora xwarinê de diman. Dema ji bo cigarekêşandinê me çay jî dibir em dihatin tehdîd kirin. Lê ev piranî li jinan dihat kirin. Hoste û xebatkarên mêr rehet dixebitîn. Me newirê bû bigotina arize derketiye. Me bi derfetên xwe çareser dikir. Di encama van zextan de em bûn sendîkayê."
 
'Li dijî heqeret, mobîn û tacîzê serî netewînin'
 
Dîlek da zanîn ku di 26’ê adarê de ji kar hatiye derxistin û piştre jî kurê wê yê 6 salî jî kreşa ku girêdayê fîrmayê bû hat derxistin û wiha bi lêv kir: "Qeyda kurê min ji kreşê hat jêbirin. Hem em hem jî zarokên me tên cezakirin. Selînay di 10’ê adarê de hat derxistin. Wan di 14’ê adarê de dest bi kar kirin. Heta ji destê me dihat me piştgirî dida wan. Piştî em hatin derxistin me jî biryara berxwedanê da. Em her roj tên vir. Her çiqas li ber derî 4 heval berxwe bidin jî hîna li hundir xebatkarên jin rastî zextan tên. Em hewl didin bibin dengê wan. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila netirsin. Tiştekî jê bê tirsîn tune. Ev mafê me yê qanûniye. Mafê wan tune vê ji destê me bigirin. Tu tiştekî ku em jin biser nexînin tune. Em jin gelek xurtin. Tu hêz nikare me têk bibe. Bila bi tu awayî li dijî heqeret, mobîn û tacîzê serî netewînin. Ez bang li hemû jinan dikim di 1’ê Gulanê de em li qadan bin. Em jiyanek bi rumet û mirovane dixwazin.”
 
‘Em nikaribûn biçin avê vexwin’
 
Berxwedêra din Oznur Mantarci jî balkişand ser zext û mobîna ku 6 salan li fabrîkayê jiyaye û ev nirxandin kir: “Li fabrîkayê li hember xebatkarên jin zext gelek zêde bûn. Li hember mêran ev rewş ne derbasdar bû. Bala wan her tim li ser me bû. Em diçûn lavaboyê hoste dihatin li derî dixistin. Li xwaringehê heqeret li me dikirin. Ji ber van ez bûm sendîkayî. Mafê min yê herî xwezayî bû. Ji ber vê jî zext li min kirin. Ji ber vê ez ji kar hatim avêtin. Zextên randimanê hebûn. Du kes nikaribû bihata gel hev û sohbet bikira. Digotin ‘Hûn çima axivîn?’ Heta em diçûn xwaringehê dema me gelek derbas dibû. Me bi lez û bez xwarin dixwar. Wekê din bîhndan tunebû. Dema makîne xera bibûya, mudaxale nedikirin. Tenê lavoboyek hebû. Ew jî dibû pirsgirêk. Carnan me nikaribû em biçin avê jî vexwin. Jin dema regliyê jî nikaribûn biçin lavaboyê. Destûr nedidan. Hoste her tim li ser serê me disekinin. Zexta psîkolojîk dikirin. Lê ji mêran re tu tiştek tunebû. Jin beriya xwarinê û piştî xwarinê diçûn cigarekêşandinê. Lê mêr her tim diçûn. Min ji hevalan re got werin em bibin yek. Roja din jî ez û Dîlekê ji kar hatin avêtin.”
 
‘Em ji bo karkerên jin li vir in’
 
Oznurê jî der barê 1’ê Gulanê de nêrîn îfade kir û wiha dawî lê anî: “Me ev heq nekirin. Ji ber endamtiya sendîkayê em di 25’ê adarê de hatin derxistin. Ji 26’ê Adarê de ye em li vir in. Em bi hevalên xwe re têdikoşin. Em ji bo hemû karkerên jin li virin. Em van heq nakin. Niha ew li hundir di rewşek zehmet de ne. Zexta psîkolojîk li ser wan heye. Em dixwazin wek mirov bijîn. Ez bang li hemû hevalan dikim ku bibin yek. Em ji bo wan ji bo zarokên xwe ji bo pêşeroja zarokên xwe li virin.  Bila hemû kes xwe rexistin bikin. Tu zirara wê tune. Sendîka her tim ligel me ye. Em ne tenê ne. Ez bang li hemû jinan dikim ku 1’ê Gulanê de li qadan bin.”