Newekheviya di jiyana xebatê de: Jin nayên dîtin

  • 09:10 4 Cotmeh 2022
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Ji Meclîsa ÎSÎG akademîsyen Asli Odman da zanîn ku yek ji aliyê herî girîng ya edeleta civakî ewlehiya kar û tenduristiya karkere û got: “Rojê herî kêm 30 karker ji ber xebatê jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş êdî normal tê dîtin. Di bin navê aştiya xebatê de di esasê de em her roj şerên şer dijîn." 
 
Li gorî daneyên Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rojê herî kêm 30 kes di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Ji van hema hema 5 katê wê jî tê texmînkirin ku ji ber nexweşiyên pîşeyî kes jiyana xwe ji dest didin. Cînayetên kar tên normalkirin û di vê tabloyê de jin nayên dîtin. Ji Meclîsa ÎSÎG, Asli Odman ya li Zanîngeha Hunerên Xweşik ya Mîmar Sînan hîndekare, derbarê rewşa jinan a di qadên kar de nirxandin kir.
 
Asliyê balkişand ser serdestiya mêr ya di qadên kar de û wiha got: “Divê tendurstiya karker, ewlehiya kar, qadên hilberîn û ji nûve hilberîn ji zimanê serdest bê derxistin û hewce bi polîtîkayeke zayendî ya civakî heye.”
 
‘Têkiliya qetilkirinên kar bi şer heye’
 
Asliyê destnîşan kir ku yek ji aliyê herî girîng ya edeleta civakî ewlehiya kar û tenduristiya karkere û wiha vegot: “Rojê herî kêm 30 karker ji ber xebatê jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş êdî normal tê dîtin. Di bin navê aştiya xebatê de di esasê de em her roj şerên şer dijîn. Di salên 1990’î de an jî şerê îro, têkiliya mirinên kar bi şer heye. Dema em şîdeta xebata kapîtalîst nedin nîşandan, dewleta bi sermayê xurt dibe vî şerî wê bi hêsanî bimeşîne.”
 
‘Keda jinê nayê dîtin’
 
Yek ji newekheviyên din ya di qada kar de nedîtina jinane û wiha bi lêv kir: “Li Tirkiyeyê rêjeya tevlibûna jinan a îstîhdama fermî ji sedî 30 ye. Ji 10 jinên dixebitin 7 heb wek dixebitin nayên dîtin. Jinên kewaniyên malê di statuya vê xebatê de yên herî zêde dixebitine û em dianin ku di hilberîna nû de ne. Lê tu ewlehiya wan ya civakî tune û hatinek wan ya aborî tune. 3 jinên din jî nîvê wê di sektorên bê sîgorte de dixebitin.”
 
Nexweşiya pîşeyî’
 
Asliyê destnîşan kir ku wek Meclîsa ÎSÎG’ê ji 2021’ê heta niha cînayetê kar yên di encama qezayan de pêk hatine kirine belge û wiha daxuyand: “Di salê de herî kêm du hezar qezayê kar pêk tên di vir de cînayetên kar tên jiyîn û di esasê de 5-6 kat zêdetir jî cînayetên kar yên ji ber nexweşiyên kar pêk tên hene.  Di têkiliyên xebata kapîtalîst de rojê 30 kes dimrin û ev nayê dîtin û her wiha di nav vê de jin zêdetir nayên dîtin. Ji 2011’an heta niha em dibînin ku di cînayetên kar yên jinan de ji sedî 6 an jî 7 derbas nebûye. Mirinan bi xebatê re girê nadin. Ji ber tevli xebata jiyana fermî nabin bi hêsanî davêjin plana dawî. Wek mînak xebatên li malê û karkeriya çandî. Ji ber vê derfetên me yên em xwe bigihînin daneyan jî çênabin.”
 
‘Qada kar bi standardên serdestiya mêr tên venasîn’
 
Asliyê her wiha destnîşan kir ku qada ewlehiya kar û tenduristiya kar bi standardên serdestiya mêr hatine venasîn û wek qadeke teknîk ya beden esas nagire derbas dibe û wiha dirêjî dayê: “Lê jinên ji bo edeleta civakî biparêzin di baskên kar de dixebitin mînak wek perwerde û tenduristiyê, mekanîzmayên pir cuda ferz dike. Tacîza zayendî, bêzarkirin di esasê de ev hemû têkildarî ewlehiya kar û tenduristiya karker a jinan eleqeder dike. Nexweşiyên der barê pergala xwe parastinê ya li cîhanê ji 70’ê bi jinan re peyda dibe. Jin pir zû ji madeyên toksîk, madeyên kîmyewî bi bandor dibin. Der barê vê de jî hinek xebat bi zanebûn nayên kirin.”
 
Parastina ewlehiya jinan wê edeleta civakî pêk bîne
 
Asliyê got ewlehiya kar û tenduristiya karker bi rewşa ruhî re jî eleqedere û wiha dawî lê anî: “Hem xebata malê hem xebata li cihê kar bir ola dayiktiyê girêdan şîdeta xebatê derdixe holê. Di vê rojeva tevlihev a welat de avakirian tenduristiya kaerkerên jin luks tê dîtin. Dema mirov li vê qadê dinêrin karê tê kirin jî nabe têkoşînek edeletê ya jiyanê esas digire. Parastina ewlehiya kar û tenduristiya karker a jinan wê edeleta civakî pêk bîne.”