ÎSÎG: Di sala 2022’yan de 108 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

  • 15:27 6 Çile 2023
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - ÎSÎG ku rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên di sala 2022’yan de aşkere kir, ragihand ku di nava salekê de herî kêm 108 karkerên jin û 64 zarokên karker jiyana xwe ji dest daye. 
 
Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên di sala 2022’yan de pêk hatin weşand. ÎSÎG’ê di raporê de diyar kir ku di dema desthilata AKP’ê de 30 hezar û 546 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Dema rûyê MUSÎAD (Komeleya Pîşesaziyên Serbixwe û Karsazan), TUSÎAD (Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirk), TÎSK (Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê) dikeniya, mûçe heliyan, tevgera sendîkayî û gelemperî tevgera kedê hate qelskirin, grev hatin qedexekirin, bajar veguherandin rantê, xweza hate talankirin û bi hezaran karker nekarin ji kargehên xwe vegerin malên xwe.
 
Di sala 2022’yan de herî kêm hezar û 843 cînayetên kar pêk hatine û her roj herî kêm 5 karker jiyana xwe ji dest didin. Bi tespîta ku ji sedî 5 karkerên di hemû cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin sendîkayî ne, em dikarin bêjin ku 'sendîkavanî pêşî li cînayetên kar digire'. 
 
Li aliyê din, dema em mînaka Amasra dinirxînin, pêwîste bêjin ku 'bi tenê sendîkabûyîn têrê nake, her wiha rêxistinbûyîn pêwîst e'. Ji ber ku rêxistina karkeran û kontrolkirina karkeran pêşî li kuştinên kar digire; Endametiya sendîkayekê û îmzekirina peymaneke kolektîf nîşan da ku ev rêxistinbûyîn û kontrol mîna li Somayê li Amasra nehatin bicihkirin.
 
Bajarê herî zêde karkeran lê jiyana xwe ji dest dane Stenbol e û 256 karker mirine û herî kêm mirin jî li Riha çêbûne û 36 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Her wiha di sala 2022'yan de herî kêm 64 zarokên karker jiyana xwe ji dest daye. Herî zêde jî zarokên 14 salî û ji 14 salî biçûktir di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane. Bi taybetî jî di qada çandiyê de hejmara mirina zarokan zêde ye. 
 
Di sala 2022’yan de herî kêm 108 karkerên jin jiyana xwe ji dest dane. Karkerên jin di sektorên çandinî, perwerde, bazirganî, kargeh, metal, veguheztin, tenduristî, razan û karên giştî de dixebitin. Di îstatîstîkên qezayên kar ên SGK’ê de mirina karkerên jin ji sedî 2’yê. Lê belê em bi derfetên xwe yên kêm 3-4 qat zêdetir mirina karkerên jin tespît dikin. Bi giranî di qada çandiniyê de ji ber ku bêsîgorte dixebitin di qeydên fermî de mirinên wan jinan cih nagirin. Ji aliyê din ve em gelek mirina karkerên jin jî bi rêya ragihandinê tomar dikin. Ji vê yekê em dikarin bibêjin ku "mirinên karkerên jin tên veşartin û di çapemeniyê de cih nagirin.