Zulal Koç: Ji bo îstîhdamê proje hatin amadekirin

  • 09:05 18 Çile 2023
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
AMED - Seroka Desteya Karsazên Jin a TOBB’ê Zulal Koç, têkildarî bandora qeyrana aborî ya li ser jinê û xebatên xwe de axivî û anî ziman ku ji qeyranê herî zêde jin bandor dibin. Zulal, diyar kir ku ji bo keda jinê bê dîtin û her wiha ji bo zêdekirina qadên îstîhdamê ya jinan projeyên cuda hatine amadekirin. 
 
Qeyrana aborî bandorê li tevahiya civakê dike û bi taybetî jî jin bi bandor dibin. Bi sala nû re mûçe hatin zêdekirin lê belê gelek buhayên tiştan jî hatin zêdekirin. Jin hem li malê û hem jî li derve ji bo debara xwe bikin di nava şert û mercên zehmet de dixebitin. Ligel qeyrana aborî, jin hewl didin ku li ser piyê xwe bisekînin. Seroka Desteya Karsazên Jin (KGK) a Yekîtiya Ode û Borseyên Bazirganî yên Tirkiyê (TOBB) a Amedê Zulal Koç, têkildarî bandora qeyrana aborî ya li ser jinê û xebatên xwe de axivî.
 
‘Herî zêde jin ji qeyranê bi bandor dibin’
 
Zulal, anî ziman ku di qeyrana aboriyê de ya herî zêde bi bandor dibe jin e û got: “Em wek Desteya Karsazên Jin a Yekîtiya Ode û Borseyên Bazirganî yên Tirkiyê li Amedê ji bo bale bikişînin ser vê yekê xebatan dimeşînin. Ji bo xûrtkirina aboriya jinan û ji bo ku îstîhdamkirina wan zêdetir bibe me gelek lêkolîn kirin û hîn jî dikin. Ev pêvajo ji bo jinan gelek zor û zehmet e. Jin hem dayik e, hem berpirsyariya malê digire ser milên xwe û hem jî li derve dixebite. Ev jî rola jinê zêdetir dike. Di çarçoveya van şert û mercan de girîng e ku jin di warê aborî de alîkariya li mala xwe bike.”
 
‘Bi vê projeyê em dixwazin îstîhdama jinê zêde bikin’
 
Zulal, wek Desteya Karsazên Jin a Yekîtiya Ode û Borseyên Bazirganî yên Tirkiyê bal kişand ser di pêvajoya nû de projeyên ku dane destpêpêkirin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de me projeya ‘destê jinê di pîşesaziyê de’ da destpêkirin. Ev proje ji bo me gelek girîng e. Ev proje her wiha li 81 bajaran hatiye destpêkirin. Wek Amed me di rêza 17’emîn de starta projeya xwe da. Projeya me ya ku me bi gelek aliyên peywendîdar li bajarê xwe da destpêkirin, armanca me ew e ku îstîhdama jinê zêde bikin û jinan bêtir bidin xuyakirin. Helbet dema ku em dibêjin destên jinan di pîşesaziyê de ne tenê ji bo sektora pîşesaziyê ye, ji bo jin hemû beşan de cih bigire ye. Her wiha me bi taybetî li Amedê projeya bi destên jinan pîşesaziya oto bi vê projeye re girêda. Gelek jinên ku li pîşesaziya otoyê de dixebitin hene an jî dixwazin bixebitin. Me bi malperên xwe yên pîşesaziya otoyê re civînan pêk anî. Me pêvajoya perwerdehiyê da destpêkirin. Ji bo îstîhdama jinê zêde bikin me starta xwe jî da.”
 
‘Ji bo jinan me hewzekî ava kir’
 
Zulal, da zanîn ku wek Desteya Karsazên Jin li 81 cihan temenê xwe ava kirine û wiha pê de çû: “Em jî wek Amed xeynî jinên hilbêjarî, jinên li navend û navçeyan ku dixwazin ji xwe re cihê kar ava bikin û bixebin, sektora kedê de ne ji bo di nav me de cih bigirin û ji bo hemû xebatên me feyze bigirin me hewzekî ava kir. Heta niha hewza me de hejmara me 200’î derbas kiriye. Jinên ku tên li cem me ji bo ku xwe rehet hês bikin me odeya koordînatorê ya Borsayên Bazirganiyê daye wan. Em hewl didin jin di nav hemû xebatên me de cih bigirin. Her wiha endamên me yên ku di nav hewzê de cih digirin her wiha di desteya me de jî cih digirin.”
 
'15 kooperatîfên aktîf ên jinan hene' 
 
Zulal, diyar kir ku di destên wan de daneyên 2021’ê hene û daneyên 2022’yan jî dê amade bikin. Zulal, wiha behsa daneyên di destên xwe de kir: “Li gor daneyan 15 kooperatîfên me yên aktîf ên jinan hene. Li Amedê 25 hezar fîrmayên qeydkirî yên esnafên sinatkaran hene. Ji van 2 hezar û 150 jin in. Hejmara karsazên ku li odeya bazirganiyê hatine tomarkirin 19 hezar û 556’e û ji hejmara kooperatîfên qeydkirî jî 532 ye. Ji van hezar û 800 jin jî karsaz in. Ji van hezar kes bi awayek çalak dixebitin. Hejmara kargehên DTSO, TB û DESOB bi giştî 44 hezar 556’e. Di DTSO, TB û DESOB’ê de jî hejmara jinan 5 hezar û 750 e. Li gorî daneyên 4/A SSK’ê li Amedê hejmara karmend û rêya wan 217 hezar û 995 e, ji wan 160 hezar û 124 mêr û 57 hezar û 971 jî jin in. Yanî ji sedî 73 mêr û ji sedî 27 jî jin in. Li gor tevahiya daneyên 4/B BAG-KUR’ê jî 32 hezar û 463 e. Ji van 27 hezar û 637 mêr û 4 hezar 826 jî jin in. Bi gotineke din sedî 85 mêr û sedî 15 jî jin in. Daneyên kasa teqawidiyê ya 4/C jî 68 hezar û 176 e. Ji wan 49 hezar 851 mêr, 18 hezar û 325 jî jin in. Liv ir jî sedî 73 mêr û ji sedî 27 jî jin in. Li bajarê me her wiha bi krediya mîkro kesên ku ji xwere cih vekire û dixebitin jî hene. Ev model jî cara yekem li Amedê ket meriyetê. Çend jinên ku hatine li cem hevdû û krediya mîkro bikar anîne ji xwe re cihê kar vekirine û vegûherandine cihê kargehê. Jinên ku krediya mîkro bikar anîne jî di hewza me de cih digirin.”
 
‘Amed di rêza wekheviya zayenda civakî de di rêza 33’emîn de ye’
 
Zulal, destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku hejmara jinên xebatkar zêde bikin û karibin li ser nigên xwe bisekinin e û wiha axivî: “Gelek jin jî bi awayek nefermî dixebitin. Di rastiyê de divê ji aliyê dewletê ve pergaleke cuda ya teqawidiyê bê derxistin û jinên ku nefermî dixebitin bên parastin. Di vir de piştgiriya herî mezin divê ya ku bibîne jin e. Ji ber vê yekê jinên ku li bax û baxceyan de dixebitin divê neyên piştgûhkirin. Ji bo ku keda wan jî bê dîtin di demên pêş de em ê ji bo wan jî projeyek baş bidin destpêkirin. Li gorî îstatîstîkên ku li seranserê Tirkiyeyê hatine çêkirin, di dawiya sala borî de Amed di rêza wekheviya zayenda civakî de di rêza 33’emîn de ye. Ev reqam ji bo me gelek girîng e. Di nava 81 bajaran de di rêzeya 33’yemîn de cih girtin jî baş e. Em bi xebatên ku dikin û bikin ve hewl didin bigihîjin hejmarên pêş de. Hedefa me ew e ku di nava vê 5 salê de bikin rêzeya yek hejmarî. Jin gelek jêhatî û kedkarin. Tişta herî rast ew e ku rêya rast nîşanê jinan bikin. Ji ber vê yekê jî tişta ku ji destên me bê em ê bikin.”
 
‘Em hewl didin keda jinê bê dîtin’
 
Zulal, got ew hewl didin jinên ku di malê de dixebitin derbixin û ji ber vê yekê xebatan dimeşînin û ev tiştan anî ziman: “Beşeke kesên ku dixebitin heye û beşekî jî cihê wan ên kar heye hene. Lê komeke biçûk jî li malê dixebitin û hilberînê dikin heye. Em hewl didin ku van jinan ji malê derxînin û zêdetir beşdarî kar bikin.  Em hewl didin jinên ku li malê hilberînê dikin, bi otêl, xwaringeh û sektora xizmetê re bînin xem hevdû. Em dixwazin jina ku hilberînê dike û kesên ku firotinê dide bînin cem hev. Mînak di restorantekî de kutilk tê firotin, em hewl didin vê ji jinan ku hilberînê dike bikire. Armanca me ne ew e ku em biçin kargehekê û bi sîgorteyê bixebitin, an jî cihê kar ava bikin. Ji bo ku jin di malê de di warê aborî de bihêztir be û xuya bike, em vê xebatê dikin.”
 
‘Projeyên me yên nû hene’
 
Zulal, da zanîn ku ji bo bandora qeyrana aborî li ser jinê kêm be ew projeyên nû bidin destpêkirin û wiha behs kir: “Me hin xebat dan meşand. Me di qadê de xebat û analîzan kir. Jinên Amedê dikarin her tiştî bikin. Beriya her tiştî di demeke nêz de projeya me ya yekem a di sala 2023’yan de ew e ku em protokola projeya destê jinê di pîşesaziyê de çêkin û vê yekê bigihînin hejmareke diyar. Em dixwazin hejmara hem di pîşesaziya otoyê û hem jî destê jinê di pîşesaziyê de zêde bikin. Ji ber ku ger em refahê zêde bikin, civak jî li gorî wê dê pêş bikeve. Her wiha projeya me ya çandinî û teknolojî jî heye û em ê starta wê jî bidin. Em li ser wê yekê dixebitin ku em çawa dikarin bi berhevkirina çandinî û teknolojiyê bi teknolojiyê re hilberînê zêde bikin û em çawa dikarin hilberek saxlemtir derbixin holê. Ji ber ku erdnîgariya bajarê me di hêla çandinî de hene dewlemende. Em gelek lêkolînan dikin ka em çawa dikarin berê ciwan û zarokên xwe bidin vê yekê. Projeya me ya bi vî rengî heye. Ev proje dê bibe pirojeyekî mezin ku em ê di demek nêzîk de plan bikin û bi dawî bikin û bi hev re ligel Wezareta Çandiniyê û aliyên peywendîdar yên bajarê xwe pêk bînin. Ev projeya me ku bi giranî jinên ne qeydkirî eleqedar dike."
 
‘Jin bila xwe bigihînin me’
 
Zulal, di dawiya axaftina xwe de xwest ku hemû jin bên li cem wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin dikarin bi her awayî xwe bigihînin me. Em pêşwaziya ciwan û jinên ku dixwazin xwe bigihînin me, fikr û ramanên xwe pêşwaziya me bikin. Ger ku em bi hev re tevbigerin em ê zêde bibin. Bi taybetî divê rêxistinên weke me tevlî projeyên civakî bibin. Em weke karsazên jin di nava gelek projeyên civakî de cih digirin. Bi taybetî di komeleya me ya UCİM ya derbarê îstîsmara zarokan de xebatan dimeşîne û em em beşdarî vê xebatê dibin da ku di derheqê vê yekê de hişyariyek bê çêkirin. Her wiha em di gelek qadan de xwe digihînin jinan.”