Li dijî qeyranê bertekên welatiyan: Qeyrana aborî ber bi xelayê ve diçe
- 09:05 12 Hezîran 2023
- Ked/Aborî
Rojda Aydin-Şehriban Aslan
AMED - Jinên li kolanên Amedê, anîn ziman ku li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê her ku diçe kûrtir dibe û bi lêv kirin ku heta îro qeyranek bi vî awayî nejiyane. Jinan, bang li hikûmetê kirin û gotin: “Ji bo ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin divê hikûmet demildest gav biavêje. Qeyrana aborî ber bi xelayê ve diçe.”
Li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê her ku diçe kûrtir dibe. Piştî hilbijartina 28’ê Gulanê ya Serokkomariyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan careke din wek serokkomar hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê dolar her roj zêde dibe, qîmeta pereyê Tirkiyeyê jî namîne. Qeyrana ku ev qas kûr bûye herî zêde bandorê li welatiyên xizan dike. Bi taybetî jî îktîdara AKP’ê ku ev 22 sal in li ser îktîdarê ye, her carê pereyê di hezîneyê de ji bo şer bi kar tîne û bi vê yekê re qeyrana aboriyê kûrtir dike.
Jinên li kolanên Amedê, têkildarî qeyranê axivîn û ji bo çareserkirina qeyranê bang li hikûmetê kirin.
Jina bi navê Mîne Sir, anî ziman ku li Tirkiyeyê aborî hetikiye û welat xilas bûye. Mîne, da zanîn ku ji ber qeyrana ku kûr bûye ew nikarin biçin markêtan danûstandinê bikin û got: “Em nikarin danûstandinê bikin. Em nikarin tiştekî bibin mala xwe. Divê demildest ji bo aboriya ku li welat xirab bûye çareseriyek bê dîtin. Pêwîst e hikûmet dest biavêje vê rewşê. Dolar niha gelek biha bûye û bi vê yekê re her tişt jî bûha bûye. Mirov rastî di rewşek gelek zehmet de ne. Hêza kirînê ketiye. Em nikarin debare xwe bikin. Ez teqawît bûme. Mûçeya teqawîtbûnê hema hema nêzî mûçeya asgariyê ye. Ji ber vê yekê ez nikarim danûstandinê bikim. Ji ber ku hemû tişt gelek biha bûye. Em ji wê marketê derdikevin dikevin marketek din ji bo ku tiştek erzan bistînin. Lê ji vê saetê şûnde tiştekî erzan jî nema.”
Saadet Guler (65) jî destnîşan dike ku meaşê wê yê teqawîtbûyinê tune ye û ligel zarokek wê ya berasteng jî heye jiyana wan zehmettir e. Saadet, diyar kir ew nikare baweriya xwe bi meaşê kurê xwe jî bîne û wiha pê de çû: “Ji ber ku meaşê kurê min carna kêm û carna jî zêde dikin. Mafê ceyranê jî carna wek 800 lîreyî zêde tê. Meha berê jî min neda û bi mafê vê mehê re dê bibe nêzikî 2 hezar TL. Av jî wisa ye, 300 TL tê. Ji ber vê yekê debar nabe. Carna ez neçar dimînim diçim li cem nanpêjan nan dixwazim. Ev nêzî 30 sal in di vî halî de me. Kesekî min tune ye. Di erdhêjê de xaniyên me jî zirar dîtin û ji ber vê yekê em di vê parkê de bûn û di sermayê de diqefilîn. Em ditirsiyan ku biçin mala xwe û min lawê xwe yê berasteng dianî vê parkê. Carna pariya nan tune bû ku em bixwin. Dê ev rewşa me çawa be? Em ê çawa debara xwe bikin? Carna cîran û nasên min alîkariya min dikin. Aborî baş bibûya me ewqas qehr nedikişand. Dibêjin ku ‘çavê li derîya xwelî li seriya’ û rewşa min jî wisa ye. Nan jî her ku diçe biha dibe. Nan îro ku 7 û nîv TL ye û sibehê dibe ku bibe 10 TL.”
Jina bi navê Fahriye Dûrsûn jî da zanîn ku emrê wê 70 salî ye û tu carî bi qeyranek bi vî rengî re re rû bi rû nemaye. Fahriye, bi lêv kir ku her tişt gelek biha bûye û nayê kirîn û wiha domand: “Em diçin bazarê û dibînin ku her tişt biha ye û di vê rewşê de em nikarin tu tiştî bistînin. Jiyan ji bo min gelek zehmet bûye. Em nikarin mirîşk û goşt bistînin. Berê me ji neçarî mirîşk dikirî û dixwar, niha ew jî nakeve destên me. Pakêta meqarne bûye 15, 20 TL. Em nikarin tu tiştî bistînin. Erdogan bi meqarne çavê milet girt û em ketin vî halî. Me berê ev qas zor û zehmetî nedît û nejiya. Min zarokê xwe bi tenê mezin kir û min wek îro zehmetî nekişand. Me îdara xwe dikir. Lê niha mirov bi 500 TL biçe bazarê jî nikare her tiştî bistîne. Ciwan bê kar mane, kar tune ye ku bixebitin. Her wiha gel jî bê kar maye. Divê dewlet ji vê qeyrana mezin re çareseriyekê bibîne.”
Remziye Aslan (70) jî diyar kir ku dema ew li gund bûne li bax û baxçeyên xwe bi destên xwe çandinî dikirin û piştî ku ew neçar mane koçî Amedê kirine çandini jî ji destên wan çûye. Remziye, da xuyakirin berê ligel hemû zehmetiyan jî wan jiyana xwe didomandin lê tiştekî wek îro nejiyane û wiha axivî: “Em ji gund derketin hatin nav bajar û me dîsa feqîrî û zehmetî dît. Ev 2, 3 meh bûye ku ez neçûme bazarê. Nikarim biçim. Heya niha qeyranek ew qas kûr me nedît. Berê xela radibû lê wê demê jî me di bax û baxçeyên xwe de tişt diçand. Lê niha em nikarin vê yekê jî bikin.”
Jina bi navê Sabiha ya ku nexweş paşnavê xwe bide jî got li navçeya Rezanê 5 mîlyaran kirêya xaniyan dide û ji ber vê yekê nikare debara mala xwe bike. Sabiha, got ew di malê de 3 kes dimînin jî debara wan zehmet e û wiha pê de çû: “Em nikarin debara xwe bikin. Di serê sibehê de hin tiştan dixwin û carna heya tiştek nekeve destê me em danên din naxwin. Meaşê teqawîtbûnê têrê nake. Ji ber ku tu qezencek min tune ye ev demeke dirêj e ez naçim bazarê. Ji ber ku nikarim biçim.”