Ji bazara Qoserê rewşa aboriyê: Em mirinê dixwin û vedixun

  • 09:02 11 Tîrmeh 2023
  • Ked/Aborî
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Ji welatiyan Mulkiye Derîn a ku li bazara Qoserê bal kişand ser rewşa aborî û sedma wê jî îqtîdar nîşan da got, "Ez bi 400 TL hatim bazarê pere qediya lê lê çenteyê min ê bazarê vala ye. Em ne dikarin ji bo xwe fêkî bistînn û ne jî tiştekî din. Em mirinê dixwin û vedixun."
 
Serok komerê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo ku Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek ji nû ve tayîn bike di kabîneyê de ket nava liv û tevgerê û di encama hevdîtinan de Mehmet Şîmşek îqna kir. Mehmet Şîmşek ê ku piştî 5 salan di 4'ê Hezîranê de ji Nurettîn Nebatî peywir dewr girt û dîsa dest bi rêvebirina aboriya welat kir. Lê ji bo veşartin û rawestandina krîza aborî heza wî jî têrê nekir.
 
Dolar li hember TL ji sedî 22,66 biha bû
 
Her çend Mehmet Şîmşek bi gotina "Tirkiye neçar e vegere ser bingeheke aqilane" dest bi peywira xwe ya nû kir jî  Banka Navendî di pey re rêjeya polîtîkaya selefê(fayîz) ji sedî 8,5 derxist ji sedî 15'an. Li hemberî pereyê biyanî helîna TL roj bi roj dewam dike, dolarê ku di hefteya ku Mehmet Şîmşek dest bi wezîfeyê kir de  21,24 TL  bû îro di ser 26 TLyî re tê firotin. Dolar li hemberî TL ji sedî 22 zêde bû. Grama zêr ku di 5'ê Hezîranê de hezar û 339 TL bû niha bi hezar û 611 TL tê firotin.
 
Zêdebûnek mezin di bac û xerciyan de
 
Herî dawî bi biryara di Rojnameya Fermî ya 7'ê Tîrmehê de hat weşandin, di rêjeyên bac û mûçeyan de zêdebûneke girîng hat kirin. Li gor biryarê xercê ku ji bo qeydkirina telefonên destan ên ku ji derve hatine kirin ji 6 hezar û 91 TL bû 20 hezar TL. Bi vî rengî, xercê IMEI di 7 mehan de  7,3 catê xwe zêde bûye. Di heman demê de baca nirxa lêzêdekirî (KDV) ji bo berhemên ji sedî 18 û ji sedî 10 bû ji sedî 8 hat zêdekirin. Her wiha li gorî Qanûna Xerca bi hejmara 492’an ji sedî 50 zêde bû. Di vê çarçoveyê de heqê hiqûq, noter, hiqûqa bacê, tapo, konsolosxane, pasaport, destûra rûniştinê, destûra kar, vîze, keştî û bender, lîsans, dîplomasî û trafîkê ji sedî 50 hatin zêdekirin. 
 
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger ên Tirk (DÎSK-) di Gulana 2023’an de mûçeyê herî kêm bû 11 hezar û 402 TL, sînorê birçîbûnê 10 hezar û 72 û xeta xizaniyê jî 34 hezar û 838 TL hatiye ragihandin.  Li gorî vê yekê li welat bi mîlyonan mirov di bin sînorê xizaniyê de dijîn.
 
Lê dîsa jî, krîz bi giranî di etîketên sûkê de tê xuyangkirin. Li navçeya Qoser a Mêrdînê ku yek ji bajarên girîng ên çandiniyê ye, li bazara pêncşemê firingî bi 9 TL, bacan bi 7,50 TL, îsot jî bi 15 TL tê firotin.
 
'Pereyê Tirk bê qîmet bûye qîmetê wê tune ye'
 
Handan Kalya ku ev 6 sal in li bazarê dezgeh vedike, behsa guherîna 6 salan di warê aboriyê de kir. Kiryarên ku berê dihatin bazarê, berhem gelek erzan dikirîn, çenteyê xwe yê bazarê tijî dikirin û derdikevtin. Handanê wiha berdewam kir, “Êdî mirov nikarin dan û standinê bikin. Kesên ku berê çente tij dikirin niha nikarin nîvî jî dagirint.  Lê niha mirov nikare pêdiviyên xwe yên pêwist bitîne. Ti qîmeta pereyê tir tune ye.”
 
'Gartol êdî xwarina dewlemenda ye ...'
 
Handan a ku li ser dezgehê xwe fêkî û sebze difiroşe derbarê biha de wiha got: “Ji ber ku ne demsala wan e em mûz bi 40 TL difiroşin.  qeresiyên xwecihî 10 TL û qeresiyên sor di navbera 30-40 TL de ne. Kîloya zebeş 7,50 TL, zebeş heba wan di navbera 12,50-15 TL de ye. Acur 20 TL, fasûlî 20 TL. Kartol îsal pir biha ye. Her çiqas di demsalê de be jî kartol tune ye û pir biha ne. Em kartolan bi 15 TL dikirin û bi 17,50-20 TLyî  difiroşin. Ji ber buha ye mirov nikare kartol jî bikire. Kartolên ku berê xwarina xizanan bûn, niha bûne xwarina dewlemendan.
 
'Korfersendî zêde bûye'
 
Handanê, anî ziman ku ew berhemên bi kalîte difiroşin û hewl didin berhemên baş bidin pêş kiryarên xwe û wiha got: “Kes fêkî û sebzeyê xerabe nakire. Em jî li dora xwe digerin û tiştên çêtirîn peyda dikin û tînin. Kiryar ên ku berê dikaribûn ji her tiştî bikirin, niha tenê yek-du kîloyan digirin. Ev jî bandorê li me dike. Berê me kelûpelên rojane dianîn û difirotin, lê niha carna berhemên me çend rojan di destê me de dimînin û naqedin. Em her roj diçin sûkê û tiştên rojane dikirin. Em hewl didin bi qasî ku em dikarin bifroşin bikirin. Ji ber ku kontrol tune ye, her kes li gorî serê xwe nirxê diyar dike. Debara jiyana xwe gelekî zehmet e. korfersendî jî zêde bûye. Ji ber vê yekê bihayê berheman rojane diguhere. Çavdêrî tune ye. "Em dixwazin biha kêm bibe."
 
'Faturaya ceryanê 1000 TL hat'
 
Namîse Temo ya ku ji bo malbata xwe ya 13 kesî  ku di heman malê de dimîne hat bazarê balkişand ser bandora krîza aborî. Namîse, anî ziman ku her çend di mala wê de ji bilî sarinc û makîneya kincşûştinê tu amûreke elektronîk tune be jî fatûreya wê ya ceryanê digihîje 1000 TL û wiha got: “Em 470 TL heqê avê didin, 650 TL didin kirê û tenê kurê min li malê dixebite. "
 
Dan û standina bi 400 TL…
 
Namise, amaje bi kirîna xwe ya bazarê kir û got, “Min tenê dikaribû bexdenus, qeresî, firingî, xiyar û zebeş bikirim. Kîloya qeresiyan bi 25 TL, bexdenûs bi 10 TL, xiyar 15-20 TL ye. Ezê kîloyek du kîlo goşt û hêk bikirim û dan û stendina xwe biqedînim. Heger pereyê min têrê bikin, ez ê bikirim. Ez bi 400 TL hatim bazarê. 100 lîreyên min maye. Ji ber ku her tişt ew qas biha bû, min nikaribû tiştek bistînim. 5 lître rûn 150 TL. Her nanek bi 8,50 TL ye. Xwedê alîkariya me bike. Berê me kartol bi 2 lîreyan dikirîn, niha bûye 20 lîre. Berê ez bi 100 lîreyî dihatim bazarê û min her tişt dikirî, niha tenê bi 400 lîreyan çend tiştan dikirim. Ji ber ku pere têrê nekir, min nikarîbû hemû pêdiviyên xwe bikirim."
 
'Em mirinê dixwin û vedixun'
 
Mulkiye Derîn bertek nîşanî kesên ku digotin "aborî baş e" da, hikûmet  sûcdar kir û got “Ez bi 400 TL pere hatim, pereyê min nema, lê çenteyê min vala ye. Em ne dikarin fêkî bikirin û ne jî dikarin tiştekî bixwin. Em mirinê dixun û vedixun. Kesên ku diaxivin dikin girtîgehê .Ji ber tirsê kes nikare dengê xwe bike."