Têkoşîna 26 salan a şîn, hiqûq û bêrîkirinê: Anîk Can yek ji jinên leheng bû
- 09:13 21 Îlon 2019
- Portre
Safiye Alağaş
KOCAELÎ - Di 21’ê Sibata 1993’an de li Xarpêtê Serokê Şaxa ÎHD’ê Metîn Can hat revandin û qetilkirin. Dayika wî Anîk Can, 26 salan li bende bû ku kujerên kurê wê bê cezakirin. Ji wê rojê şûnde Anîkê her tim reş li xwe kir û derneketibe Qada Galatasarayê jî yek ji Dayikên Şemiyê bû. Anîk ku dosya kurê xwe bir DMME’ê, tezmînata ku DMME’ê li Tirkiyeyê birî, bi gotinên ‘we kurê min kuşt’ red kir.
Anîk Can yek ji jineke têkoşer ku bi salan têkoşîna hiqûqê da û li kujerê kurê xwe geryaye. Kurê wê Serokê ÎHD’a Xarpêtê parêzer Metîn Can di 21’ê Sibata 1993’an de bi hevalê wî Bijîşk Hasan Kaya re hat revandin û qetilkirin. Piştî hatin revandin malbatan, parêzer û ÎHD’ê serî li her derê dan lê bersivek negirtin. Dema Metîn û Hasan hatibûn revandin, bi telefonê li malbatên wan geriyan û dengê îşkenceyê bi wan hatin guhdarkirin û gotin her du jî hatine kuştin. Di 23’ê Sibata 1993’an de pêlavên Metîn û Hasan di poşetekî de li ber buroya Metîn hat danîn. 6 roj piştî bûyerê cenazeyên wan li bin Pira Dînar a nêzî Dêrsîmê hat dîtin. Di encama otopsiyê de şopên şewat û derbkirinê li ser cenazeyan hat dîtin. Merasîma cenazeyê Metîn û Hasan bi tevlîbûna hezaran kesî pêk hat û merasîm veguherî mîtîngên protestoya kontragerîlayan.
Mehmet Yildirim ku bi navê Yeşîl dihat zanîn ku yek ji endamên operasyonên girîng yê MÎT û JÎTEM’ê bû, di çapemenî û pirtûka îtîrafan ya ‘Bînbaşi Ersever’ de jî hat diyar kirin ku ji kuştina Metîn û Hasan jî berpirs e. Li ser vê malbatan di 21’ê Sibata 1994’an de daxwazname da Dozgeriya Komarê ya Xarpêtê û serlêdana sûc kirin. Di encama biryara ‘bêpeywirê’ ya dozgeriyê da de, dosya di navbera dozgeriyên Xarpêt, Dêrsîm, Erzîncan, Qeyserî û Meletiyê de çû û hat. Tu lêpirsînek bi bandor nehat meşandin û veneguherî dozê. Li ser vê doz birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).
‘Jinên leheng’
Dayika Metîn Can, Anîk Can 26 slae ji bo kujerên kurê wê bên cezakirin têdikoşe û di 14’ê îlonê de li nexweşxaneya Darica a Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da. Anîk li gundê Mezgîrt a Dêrsîmê li gundê Sorek hat definkirin.
Anîk tevî ku gelek xwest tevlî çalakiyên Qada Galatasarayê bibe jî derfet nedît û ji ber têkoşîna wê wek Dayika Şemiyê tê bibîranîn. Anîk çiqas Dayikên Şemiyê dibîne wiha dibêje: “Çi mirovên leheng, jinên qehreman, binêrin li zarokên xwe digerin. Hesab dipirsin. Ez nikarim biçim.”
7 zarokên xwe tenê mezin kir
Anîk di 1937’an de li gundê Kizilkale ya Dêrsîmê tê dinê. Anîk di 6 salî de dayika xwe winda dike. Bi kurê apê wê re dizewicînin û piştre ji ber karê hevjînê wê tên Xarpêtê. Di 1986’an de hevjînê xwe winda dike û zarokên xwe tenê mezin dike. Anîk bi zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide û bi dirûnvaniyê debara xwe dike.
‘Piştî Metîn her tim reş li xwe kir’
Keça Anîk, Asli Can Onal dayika xwe wiha vegot: “Piştî bavê min mir, dayika min bi çarşefê derdiket derve. Dayika min ji bo me biparêze, çarşef li me dikir. Ewil birayê min yê rehmetî xwend. Li Amedê Zanîngeha Dîcleyê hiqûq xwend. Dayika min her tim wî difikirî. Digot hema tiştek hebana ji wî re bişanda. Piştî ew winda kir, ket lepê nexweşiyan. Her tim me bir bijîşkan. Dayika min neçû dawetan. Tu car spî li xwe nekir. Her tim reş li xwe dikir. Digot ‘min kurê xwe winda kir, Metîn çû ez çawa lixwe bikim û bigerim?’. Me her sal di salvegera mirina Metîn de helaw çêdikir. Sibehê radibû digot em çênakin qey?”
‘We kurê min kuşt, hûn niha pere pêşniyar dikin?’
Anîk ji ÎHD’ê daxwaz kir ku doza kurê wê bişopînin û wê jî ji ser ÎHD’ê şopand. Di dosyaya şandin DMME’ê de, Tirkiye bi tezmînatê hat mahkumkirin. Piştî biryarê gazî Anîk dikin ku bê tazmînatê bigire lê Anîk tazmînatê red dike û wiha dibêje: “We kuşt. Niha jî hûn pere pêşniyar dikin. Kurê min çû ez pere çi bikim?”
‘Ne terorîst be em ê sax bidin’
Asliyê destnîşan kir ku hevjîna Metîn, wê demê bi serokomar Suleyman Demîrel û wezîrê karê hundir Îsmet Sezgîn re hevdîtin kiriye û alîkarî xwestiye û wiha pê de çû: “Jinbira min diçe cem Suleyman Demîrel, ew jî dibêje ‘biçe mala xwe ger ne terorîst be wê sax bê teslîmkirin’. Piştî vê jinbira min tê Xarpêtê. Piştî tê cenazeyê li bin pirê dibînin.”
‘Her şev nûçe temaşe dikir’
Asliyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê nebû. Salên ewil ez diçûm. Min wêneyê wî dibir. Ez li Kocaeliyê bûm. Ji min dûr bû. Ez nikaribûm her tim biçim. Dayika min dixwest biçe lê me nikaribû bibin. Her tim çalakiyên wan temaşe dikir. Her tim nûçe temaşe dikir. Digot ‘Ez bi wan nûçeyan dikarim bisekinim. Jinên leheng hene, çawa li wir rûdinin. Ez nikarim biçim.’ Ji ber nikaribû biçe xemgîn dibû.”
‘Dema navê kujer hat aşkerakirin her tim digiriya’
Asliyê bi lêv kir ku qetiklirina Metîn Goktepe jî gelek bandor li dayika wê kiriye û wiha pê de çû: “Dayika min pir kişand. Gelek xemgîn bû. Ji dayika Metîn Goktepe bi bandor bû. Hela dema navê kurê wê derbas dibû nikaribû bisekine. Dixwest kujer bên dîtin. Dema navê kujer hat aşkerakirin pir giriya. Lê çi kirin, kujer veşartin. Ew jî kesê wan bû. Mahmut Yildirim bû. Yê birayê min kuşt ew bû. Beyî sûc birayê min kuştin.”
‘Diçû gorê axa wî hembêz dikir’
Asliyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Min dayika xwe di 1996’an de wek mîvan anî Stenbolê. Min nehişt biçe Xarpêtê. Lê ji ber nediçû ser gorê xemgîn dibû. Her salvegerê diçû. Her sal diçû ÎHD’ê. Digot ‘we ez neanîba vir ez ê her tim biçûma ser gorê’. Diçû ser gorê, axa wî hembêz dikir. Ev ji bo wê teselî bû. Bi taybet jî salên dawî pir xemgîn bû. Nexweş bû. Dayika min nexwest li Xarpêtê bê definkirin, digot ew goristana ciwanan e. Digot min bibin cem xwişkên min. Du xwişkên wê jî ciwantî miribûn. Lê ligel wan jî cih tunebû. Lê gelek hezkiriyên dayika min hebûn.”