Ayşe Acar Başaran: Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
- 14:29 30 Kanûn 2022
- Ramyarî
AMED - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser rojevên di sala 2022'yan de jinan eleqeder dike û got: "Îsal dirûşma 'jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê belav bû."
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran derbarê rojevê de li Buroya Îrtibatê ya DBP'ê daxuyaniya çapemeniyê da.
'Salek bi zehmetiyê û têkoşînê derbas bû'
Ayşeyê bi lêv kir ku sala 2022'yan ji bo jin zehmet û bi têkoşîn derbas bûye û wiha got: "Ne tenê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn li her çar aliyên cîhanê rejîm jî nesekinîn. Rejîm û îktidaran êrişî jinê gelan kirin. Her wiha şer kûr kirin. Hêzên Navneteweyî şerê li Rojhilata Navîn hîn mezin kir û bi vî rengî xwestin mezin bibin."
'Dirûşma Jin Jiyan azadi li cîhanê belav bû'
Ayşeyê bi lêv kir ku geşedanek jê ya herî girîng a îsal jî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir. Ayşeyê got:"Dirûşma Jin Jiyan azadi li cîhanê belav bû. Dîsa li Efganîstanê jî jinan li dijî Talîban li berxwe dan. Her wiha li Hîndîstan, ABD, Şiliyê jî îktidarên mêr xwestin rejîmên xwe bi sazîbûnê xurt bikin. Têkoşîna jina njî veguherî têkoşîneke enternasyonalîst. Di şexsê jinên li Rojhilata Navîn dirûşma Jin jiyan azadî berz kirin de jinan li Rojava jiyaneke nû honandin. Em van jinan bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê îtirazên me û raperîna me saleke nû ava bike. Em bi yekê wan silav dikin."
‘Îsal 310 jin hatin qetilkirin’
Ayşe, bi lêv kir ku li cihanê hikûmetên serdest ên mêr bi zor û zextan re li ser nigan hewl didin bisekinin û got li Tirkiye û Kurdistanê jî ji vê cudatir rewşek din nîne û wiha domand: “Îktîdara AKP-MHP’ê bi şer destkeftiyên jinan hertim û her saniye hedef digire. Destekftiyên jinan ku di nava vê salê de bi ked û têkoşînek mezin dan di hedefa tifaqa AKP û MHP’ê de ye. Di vê pêvajoye de bi gotina yek mêrî ve Peymana Stenbolê paşve hat kişandin. Ev Peymana Stenbolê ne bi tenê li Tirkiyeyê, li hemû cihanê ji bo pêşiya tundiya li dijî jin, zarok û LGBT +’an bê girtin ku ew qas bi qîmete ê pergala serdest a mêr ragihandin ku ji peymanê paşve kişiyane û carekedin bi vê yekê polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî jinan kirin meriyetê. Em dizanin ku cesareteke mezin didin mêrên ku li dijî jinan proveke dikin, her roj jinan dikin hedef û pergala ‘bikûjim jî ez ê çend salan rakevim û derkevim’ di nava civakê de bi cih dikin. Mixabin ji ber van polîtîqayan di nava vê salê de herî kêm 310 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin. Îktîdar mêran bi bêcezabûnê xelat kir. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû man ji rayedaran tu alÎkariyê negirtin. Ji ber bi zimanê xwe yê zikmakî nekarî alîkariyê bigirin carekedin vegeriyan cihê tundiyê. Her wiha ji aliyê medyaya alîgir ve jinên ku hatin qetilkirin bi zimanekî zayendperestî wek sûcdar htain nişandan.”
‘Îktîdarê îsal jî dît ku jin serî netewand’
Ayşe, gotina jinan a “Em ê kesek din jî kêm nebin” bi bîr xist û got di 25’ê Mijdarê de daketin qadan û kolanan. Ayşe, bi lêv kir ku jin di 25’ê Mijdarê de jî bin tundiya polîsan re rû bi rû mane û axivî: “Jin rojek wekî di 25’ê Mijdarê de bi tundiya dewletê re rû bi rû man. Milên jinan hatin şikandin û di bin çavan de bi tacîzê re rû bi rû man. Lê belê jin ligel hemû êrişan jî ji qadan gav paşve neavêtin. Îktîdarê îsal jî dît ku jinan serî netewand. Dîtin ku jin dê tu carî gav paşve navêjin.”
‘Ligel hemû êrişan jin paşve gav navêjin’
Ayşe, destnîşan kir ku ji aliyekî destkeftiyên jinan û li aliyê din jî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hedef hatiye girtin û wiha pê de çû: “Ji Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin re doz hat vekirin. Platform li dijî komkujiya jinê têdikoşe û li şûna dewletê daneyên komkujiya jinê parvedike. Derbarê vê mijarê de doza girtina platformê hat vekirin. Bi aweyeke sîstematîk êriş birin ser Tevgera Jinên Kurd (TJA). Ber bi dawiya salê ve aktîvîstên TJA’yê, hevalên me yên ku têkoşîna jinê dimeşandin hatin girtin. 8 hevalên me yên TJA’yê ku hatin girtin ji dijî rejîma pergala mêr a serdest, yek kes, mîlîtarîst li ber xwe didan û dixwestin perpektîfa azadiyê bihûnin. Em dizanin ku ev peyam ne tenê li dijî hevalên me hat dayîn, îktîdar ji me re dibêje ‘tênekoşin.’ Dibêjin ‘serî li ber derewên me bitewînin. Li malê ji mêr re, li derve jî ji dewletê re îteateê bikin û paşve gav bavêjin û pêşengiyê nekin’. Lê em vê tiştê baş dizanin ku hevalên me Sebahat, Ayla, Gulten, Bedî û hevalên me yên ku dîl hatine girtin ji dijî operasyonên êrişkar, binçavkirin û girtinan paşve gav navêjin. Li eywanên dadgehan de pergala serdest a mêr didarizînin û bi ser bilindî disekinin.”
‘Êrişên wan didomin’
Ayşe, berdewamiya axaftina xwe de van tiştan got: “Îktîdar ligel jinên ku têkoşer, jinên ku pêşengiyê dikin jî hedef girtin û ev tişt berdewam kir. Partiya me ku temsiliyeta jinê li meclîsê zede kiriye; li herêmî jî temsiliyeta jinê zêde kir. Em dizanin ku kesên ku pêşengiya siyaseta demokratîk jî di vê pêvajoyê de hedef hatin girtin. Hevala me Semra Guzel ji aliyê Wezîrê Karê Sûcê ve hedef hat girtin. Lê belê wêneyên Wezîrê Karê Sûc bi hemû tacîz, tecawiz û baronên hişbirê re derketin holê. Di encama manîpulasyonê destnedayîna wê hat rakirin, di dema binçavkirinê de xwestin serê wê bitewînin. Lê belê heftaya borî bi dengên wekîlên AKP û MHP'ê re wekîltiya hevala me Semra Guzel hat betalkirin. Bi van têr nabin û êrişên xwe dozên kumpasê ve didomînin. Doza Kumpasê ya Kabonê didome. Hefteya borî li hemberî DBP’ê operasyon hat kirin. Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir û gelek hevalên me hatin girtin.
Ji bo Denîz Poyraz têkoşîna me dê bidome
Em gelek baş dizanin ku îktîdar di sala 2022’an de bi van têr nebû. Dema ku sûcên îktîdarê em bikin rêzê dê heta Enqerê dê biçe û em salek wisa de jiyan. Îktîdar ji jinan, kedkaran, xebatkaran, ciwanan re dibêje siyasetê nekin an em ê we jî wisa hedef bigirin. Lê belê em ê li dijî van têbikoşin û dê ev têkoşîn bidome. Mînaka êrişên kumpasê yek jî li avahiya me ya Îzmîrê Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin û doza wê li Îzmîrê didomiya. Doz pêşî ji Girtîgeha Şakranê re hat revandin. Doza dawiyê de destur nedan ku parêzer, parlamenter, serokên baroyan, Serokê TBB’ê bişopînin. Ev dosye ji gel hat revandin. Em gelek baş dizanin ku ji ber çi hat revandin. Ji ber ku wê komkujiyê bi tenê kesekî nekir. Ji bo ku hêzên pişt vê komkujiyê veşêrin vê dozê revandin Şakranê. Ji gel û parêzera hat revandin. Hêzên pişt kujerê hevala me ya Denîz Poyraz ji bo ku derbikevin holê dê têkoşîna me bidome.”
Li hemberî jin û kurdan dijminatî...
Encamên dijminatiya li hemberî jin û kurdan a îktîdara AKP'ê û MHP'ê em li derweyî welat jî dibînin. Pêşî di şexsê Nagîhan Akarsel de hemû hevalên xwe yên têkoşer bibîrtînin. Nagîhan li Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetilkirin. Hefteya borî jî li Parîsê 3 kurd li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin. Bi bi dehan caran me anî ziman. Li Parîsê heman qetlîam salên borî pêk hatibû. 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li navenda herî mezin a Ewropayê 10 sal beriya niha hatin qetilkirin. Heke faîl bihata girtin û darizandin îro ev qetlîam jî pêk nedihat. Me bang li hikûmeta Fransayê kiribû û em carek din bang li wan dikin. Hek hûn dibêjin li hemberî kurdan êriş pêk hatiye divê ne têtikkeş divê kesên piştperdeyê derxin holê.
Em ê bersivê bidin îktîdarê
Rayedarên Tirkiyeyê her tim derbarê her mijarê de daxuyaniyan dide lê belê di vê mijarê de heta niha tu bertek nîşan nedaye û ev tişt balkêş e. Me vê tiştî di qetilkirina Denîz Poyraz û qetlîama borî ya Parîsê de dîtibû. Ev tişt nîşan dide ku Tirkiye li ku ye. Mixabin kurd di her pêvajoyê de bi taybetî jî jinên kurd li Kurdistan û li tevahiya cîhanê dibin hedef. Li hemberî vê peyama ku didini jinên kurd em ê bi berxwedan û mezinkirina rêxistinbûna xwe bersiv bidin îqtîdarê.
Êrişa zayendî ya li hemberî zarokan
Zêdebûna êrişa zayendî ya li hemberî zarokan mohra xwe sala 2022'yan xist û ev tişt bi tifaqa AKP-MHP'ê pêk hat. Tiştên ku li Weqfa Hîranûrê pêk hatî bi rojan li Tirkiyeyê hat nîqaşkirin. Em dizanin ku ev bûyer bûyereke ne munferît e. Lê belê îro em dizanin ku bi dehan bûyerên bi vî rengî hene ku derneketine holê. Ji ber bêcezabûnê îro li dibistan, cemaat, tarîkatan êrişên zayendî yên li hemberî zarokan zêde dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya sala 2018'an Tirkiye di êrişa zayendî ya li hemberî zarokan de li cîhanê di rêza 3’yan de cih digire. Ev daneyek pir xeter e. Di sala 2022'yan de heta îro 440 hezar zarok di enca êrişa zayendî de hatin dinê. Di nav de 440 zarok zarok anîn dinê. Wezareta Malbatê ya vê demê gotibû 'Ji bo cerekî tiştek nabe' ew tabloya xeter derxist holê. Ji bo Weqfa Hîranûrê jî heman nêzîkatî hat nîşandan û gotin '2 sal in agahiya wan vê bûyerê heye'. Dîsa yên ku bûn hedef em bûn û êrişê jinên têkoşer kirin.
Vîna me ya çareseriyê heye
Li Êlihê zarokek 14 salî hat revandin û me ji Wezareta Xizmetên Civakî ya Malbatê pirsî û bersiva ku hat dayîn mirovan matmayî dike. Zarokek hatiye revandin û xetereya kuştin û destdirêjiyê heye lê wezaret dibêje em ne berpirs in. Li Sêrtê jî bûyereke êrişa zayendî pêk hat û heta niha kesek nehat binçavkirin û girtin jî. Me dîsa ji wezaretê pirsî û dîsa gotin em ne berpirs in. Em carek din bang li wezaretê dikin ku heke hûn welatiyan naperêzin erka we çiye. Tenê kulek we heye ev jî rûniştina li ser kursiyên Meclîsê ye. Hek hûn nikarin çareser bikin, bihêlin em çareser bikin. Vîna me ya çareseriyê heye.
Jin bêtir xizan bûn
Di sala 2022'yan de bêtir xizanî zêde bû û siyaseta ku mêr dimeşîne carek din bûdçeya heyî da şer, faîz û randê. Di vê pêvajoyê de jin bêtir xizan bûn. Hejmara bêtaliya jinan zêdetir bû û jin di karên bê ewle û bê qeyd de xebitin.
Çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê dê bidome
Di bingeha wan pevajoyan de polîtîkayên tecrîdê heye. Bi mehan e ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Polîtîkayên tecrîdê bi xwe re şer, xizanî û cudakariya civakê tîne. Ji ber vê sedemê bi rojan e hevalên me yên parlamenter li ber Wezareda Dadê nobetê digirin. Hevserokên Giştî yên Partiya me, Berdevka partiya me, Hevserokên Giştî yên DBP'ê di vê pevajoyê de ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Em ê çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê bidomînin.
Piştî 48 saet şûnde em bikevin sala nû. Sala 2023'yan dê bibe 2'yemîn sedsala Komara Tirkiyeyê. Di vê sedsalê de jin, kurd û hemû gelan li dijî îktîdara qirker têbikoşîn û armanc bikin ku jiyaneke nû biafirînin. Sala 2022'yan salek bi têkoşîn bû dê sala 2023'yan jî bibe sala serkeftinê."