Peyama 25'ê Mijdarê ya Hevseroka GABB'ê Neslîhan Şedal

  • 12:43 25 Mijdar 2024
  • Rojane
  
 
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê peyamek weşand.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal weke Hevserokatiya Komeleya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê peyamek weşand. Di peyamê de bal kişand ser dîrok û girîngiya 25'ê Mijdarê.
 
'Tundiya li ser jinê ji sedî 400 zêde bûye'
 
Neslîhan Şedal di peyama xwe de destnîşan kir ku tundiya li ser jinê li hemû cîhanê pirsgirêkek cîhanî ye û got, “Bi betalkirina Peymana Stenbolê re di encama bêbandorkirina qanûna 6284’an de tundiya li ser jinê ji sedî 400 zêde bû. Ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinê, hemû sazî û rêxistin xwedî erkên girîng in. Rêveberiyên herêmî jî di hemû waran de ji bo bidawîkirina tundiyê xwedî erk û berpirsyariyên girîng in. Beriya ku dewra şîdetê dest pê bike, divê şaredarî bi xebatên pêşîlêgirtinê hewl bidin ku şîdeta li ser jinê bê astengkirin. Bi polîtîkayên bibandor ên li herêmê tên meşandin dibe ku dawî li tundiya li ser jinê bê anîn. Ji ber vê sedemê hemû hewldanên şaredariyan ên ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinê, hîn zêdetir watedar dibe."