Ji hunermendan bang: Em ê bi hunbera xwe li gel Şoreşa Rojava bin
- 11:09 29 Kanûn 2024
- Rojane
AMED – Hunermend Ferhat Ertaş ku di daxuyaniya derbarê êrşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn de axivî got, "Em ê hunermend estetîka azadiyê biparêzin û bi hunera xwe li gel Şoreşa Rojava bin."
Hunermendên Kurd êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Milî a Sûriyeyê (SMO) li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîlcleyê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li ser navê hunermendan ji perwerdekarên Akademiya Ma Musîcê Ferhat Ertaş xwend.
Berdewama Daxuyaniyê wiha ye:
"Hunera Azad Li Cem Şoreşa Rojavayê ye
Wekî ku tê zanîn di van demên dawî de li Suriye û Rojava geşedanên gring qewimîn. Rejîma Baasê ku di dîktatoriyê da israr dikir têk çû. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike vê rewşê ji bo xwe wekî firsendekî dîtin û demildest êrişên xwe yên hovane li hemberî Rojava zêde kirin. Dixwazin bi vî awayî şoreşa Rojava bifetisînin û têk bibin.
Lê Şoreşa Rojava, pêvajoyeke dîrokî ye ku tê de daxwazên wekhevî û azadiya gelan hene. Ev şoreş ne tenê guherîneke siyasî ye, di heman demê de tevgereke çand û hunera kurdî ye.
Şoreşa Rojava sembola azadiyê ye
Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêş ketiye, bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiyê. Em wek hunermend, radigihînin ku em li gel vê şoreşê ne û bi zimanê hunera azad nirxên wê diparêzin.
Li hember şer; huner yek ji xurtirîn amûrên berxwedanê ye. li Rojava têkoşîna ji bo avakirina azadiyê, di heman demê de banga aştiyê ye. Avakirina ji nû ve nirxên mirovahiyê yên ku şer wêran kiriye, sivik kirina êşan û xurt kirina hêviyên aştiyê yek ji erkên me hunermendan e. Huner li dijî şer û koletî banga aşitî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê, em ê wek hunermend ji bo gihandina peyama aştî û azadiya Rojava li her qadê jiyanê vê bangê bikin.
Rojava di heman demê de çavkaniya hunerê ye ji bo hunermendan.
Şoreşa ku li Rojava pêk hatiye, bi têkoşîna azadiya jinan, ciwanan û gelan re, hêza veguhêrîner a hunerê tîne cem hev û têgihiştineke etîk û estetîk a nû derdixe holê. Em wek hunermendên welatparêz, bi parastina estetîka azadiyê, bi hunera xwe li gel şoreşa Rojava bisekinin.
Rojava ku di tarîtiya şer de ronahiya aştiyê pêxistiye, têkoşîneke ji bo rûmeta mirovahiyê ye. Dengê vê têkoşînê, wê di zimanê hunera azad bilind bibe. Em ê ji bo aştî û azadiyê bi hunera xwe berxwe bidin û biafirînin.
Di vê çarçoveyê de, em hemû hunermend û gelê xwe vedixwînin ji bo piştgiriya azadiya Rojava.
Rojava warê me ye Rojava mala me ye Rojava rih û canê me ye
Rojava stran û helbesta me ye
Werin, jibo Rojava em bibin çiraya ronahiyê û qerîna azadiyê
Em bi hev re dengê berxwedana Rojava xurtir bikin û xwedî li nirxên vê şoreşê derkevin.
Bijî hunera azad! Bijî şoreşa Rojava!"