‘Me têkoşîn û mîrateya Cîhan û Nazim dewr girt’
- 09:02 1 Çile 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş-Nazlican Nujîn Yildiz
AMED - Rojnamegeran hevalên xwe Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan vegotin û gotin: “Çav û guhê Cîhanê li şoreşa Rojava bû û vê eleqeyê ew biriye Rojava.” Ji bo Nazim Daştan jî wiha hat gotin: “Kesekî profesyonel bû, rojnamegerekî baş bû. Rûken bû.” Rojnamegeran diyar kirin ku wê têkoşîna hevalên xwe dewr bigirin.
Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê di 27’ê Mijdarê de li dijî Rojava û Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin. Di encama êrîşan de bi sedan kes hatin qetilkirin û gund hatin bombebarankirin, welatî ji warê wan hatin kirin. Di 19’ê Kanûnê de di riya navbera bendava Tişrîn û bajaroka Sirîn de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Taştan ku nûçe dişopandin ji aliyê SÎHA’yê aydê Tirkiyeyê de hedef hatin girtin û hatin qetilkirin.
Rojnamegerên ku bi Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re xebitîn, hevalên xwe vegotin. Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegîhana MA’yê Semra Turan der barê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de axivîn.
‘Hevalên me sûcên ku Tirkiyeyê kiribûn teşhîr kirin’
Nûçegîhana MA’yê Semra Turan axivî û got Tirkiye rojnamegeran qetil dike û hem sûcê mirovahiyê hem jî sûcê şer dike. Semra Turan wiha vegot: “Divê hemû cîhan li dijî vî sûcê Tirkiyeyê dengê xwe bilind bike. Divê Tirkiye di vê mijarê de bê cezakirin. Bi taybet hedefgirtina Nazim û Cîhanê ne ji rêzê ye. Kurdan di encama bedelan de şoreşek ava kir. Hemû dewletên cîhanê vê qebûl dikin lê Tirkiye nake. Ji bo ji holê rabike her titşî dike. Sûcê mirovahiyê dike. Hevalên me ji ber sûcên Tirkiyeyê teşhîr kirin hedef hatin girtin.”
‘Wê nikaribin dengê me bibirin’
Semra Turan bi lêv kir ku bi hedefgirtina rojnamegeran rastî tên veşartin û wiha domand: “Em zarokên di nav şer de hatine dinê ne. Me di encama vî şerî de pîşeya rojnamegeriyê bidest xistiye. Em dixwazin bi ziman û çanda xwe hebin. Em vê jî bi nasnameya rojnamegeriyê dikin. Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin. Dengê me nikare bê birîn. Me mîrateya hevalên xwe dewr girt. Ev rol û mîsyonek mezintir li me bar dike. Hêrsa me ya li dijî sûcên dewletê zindî dihêle. Em ê sûcên dewlet dike teşhîr bikin.”
‘Rojnamegerek ku dixwest şoreşê nîşan bide bû’
Semra Turan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 2017’an de demek kurt ez û Cîhanê bi hev re xebitîn. Cîhan hevalek bi kelecan bû, pir ji pîşeya xwe hez dikir. Dixwest der barê geşedanên Rojava de nûçeyan çêbike. Di vê mijarê de nîqaş dimeşandin. Digot li wir şoreşek jinê heye û dixwest der barê jinan de nûçeyan çêbike di vê mijarê de pêşniyar dikir. Ev kelecana xwe di civînên rojevê de jî ianî ziman. Bi moral, coş û bixwebawer bû. Cîhan Bîlgîn jî her tim şoreşa Rojava mereq dikir. Dixwest bide nîşandan. Çav û guhê Cîhanê li şoreşa Rojava bû û vê eleqeyê ew biriye Rojava.”
‘Hêrsa me pir mezin bû’
Rojnameger Dîren Yurtsever jî nêrînên xwe yên der barê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de anî ziman û wiha got: “Nazim Daştan jî kesekî profesyonel bû, rojnamegerekî baş bû. Rûken bû. Dema me agahiya wan girt em pir xemgîn bûn. Hemû cîhan ji Nazim û Cîhanê re girtiyan. Vê rewşê kezeba me şewitand lê em cara ewil van najîn. Di salên 90’î de hevalên me hatin qetilkirin. Di demek nêz de Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn hatin qetiklirin. Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Em êşa hevalên xwe jiyan lê hêrsa me ya li dijî vê pir mezin bû. Wek dayika Nazim jî got divê em dengê xwe hîn bêtir xurt bikin.”
‘Her kesî şahidiya rojnamegeriya Nazim û Cîhanê kir’
Dîren Yurtsever daxuyakirin ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber xebatên xwe yên bi bandor hedef hatine girtin û got: “Bertekên li dijî qetilkirinan bi wate ne. Me ev di vê bûyerê de dît. Êrîşek li hember Rojava heye lê polîtîka şerê qirêj jî heye. Hevalên me li dijî vê faliyetên xebatê yên bi bandor meşandin. Ji ber vê hedef hatin girtin. Her kesî li pênûsa Nazim û Cîhanê dinêrtin. Her kesî şahidiya rojnamegeriya wan kir. Hemû cîhan ji bo Nazim û Cîhanê giriyan. Ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim. Bila di çapemeniya azad de cih bigirin û ala hevalên me hildin.”