Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat berdan

  • 18:49 9 Çile 2025
  • Rojane
WAN – Endama Meclîsa Ciwanan a Dem Partiyê ya Wanê Lorîn Aryen Turgut ku duh hatibû binçavkirin bi şerta kontrola edlî hat berdan.
 
Duh saestên êvarê de encamên meclîsa Ciwanan a DEM partiyê Aryen Turgut û Kenal Îldenîz bi hinceta ‘îfadeya we heye’ hatin binçavkirin. Kenan Îldenîz ku birin Midûriyeta Emniyetê piştî îfadeyê hat berdan. Lorîn Aryen Turgut jî ku ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxanê ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.
 
Lorîn Aryen Turgut  ku îro îfadeya wê hat girtin, bi şerta kontrola edlî ji aliyê Dadgeriyê ve hat berdan.