DEM Partiyê têkildarî binçavkirinan daxuyanî da

  • 09:56 10 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê got: “AKP, dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Çi bikin jî ew ê mehkûmê têkçûneke mezin bin.” 
 
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 4 endamên Meclisa Şaredariyê îro di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, gotin “li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin.” 
 
DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Îktîdara AKP’ê dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Di saetên serê sibehê de Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û 4 endamên me yên Meclisa Şaredariyê hatin binçavkirin. Mîna demên berê, careke din şaredariya gel bi merîfeta hêzên ewlekariyê hatin dorpêçkirin, ketin û derketina şaredariyê hatin astengkirin. Tê gotin ku lêpirsîna weke hinceta binçavkirin û qeyûm hatiye nîşandan, di sala 2024’an de hatiye vekirin. Em baş dizanin ku ev pratîk tevek, pratîkên îktîdarê yên darbekar ên li dijî îradeya gel in. Îktîdara ku li hundir û derve dijminatiya Kurdan dike, tehemûla îradeya wan nake. Lê çi bike jî mehkûm e ku têkçûneke mezin bixwe. Em ê li her derê li dijî vê feraseta qeyûmperest bisekinin û îradeya gelê xwe biparêzin.” 

Etîketan:

jinnews