Li konteyniran ewlehî tune ye
- 09:04 31 Çile 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
HATAY - Jinên mexdûrên erdhejê yên di konteyniran de dimînin, diyar kirin ku qadên mirov bikaribin lê bijîn tune ne û ji ber polîtîka bêcezahiştinê tundî roj bi roj zêde dibe.
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û pêşî li sûc nayên girtin, polîtîka bêcezahiştinê pêk bê. Di 6’ê Sibatê de bi erdheja ku pêk hat re mirovan di her alî de zor û zehmetî kişandin û bi taybet jî jinan. Jin tundiya herî zêde di konteynirên yek ode de dijîn.
Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Hatayê parêzer Zerrîn Altinoz da zanîn ku tevî du sal ser erdhejê de derbas bûye tundî kêm nebûye, roj bi roj zêde bûye. Zerrîn Altinoz de barê tedbîrên pêşî li tundiyê digire de axivî.
Ji bo jinên erdhejzede xebat
Zerrîn Altinoz got piştî erdhejê hewl dane xwe bigihînin hemû jinan û got: “Hilweşînek mezin hat jiyîn. Parêzer, dadger, mamoste, leşker, cenderme û saziyên dewletê nikaribûn bixebitin. Ez neçar mam veqetim. Ji ber li vir derfetên şert û mercên jiyanê tunebûn. Em çûn Enqereyê sê mehan li wir mam. Di wê pêvajoyê de jî me ji bo jinan xebat dan destpêkirin. Em li qadan bûn. Piştî demekê ez hatim. Me xwe gîhand jinan. Jinên pirsgirêkên wan heyî xwe gîhandin me. Piştî demekê pergalek hat avakirin. Me der barê edalet û mafê wan de perwerde da. Projeya Yekitiya Baroyan hebû. Komîsyona mafê jinan li konteyniran jin kom dikirin û perwerde didan. Der barê tundî, hiqûq, mafan de perwerdehî hatin dayîn.”
Jinan nav malbatê de û alî aborî de tundî dîtin
Zerrîn Altinoz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hember jinan her cureyê tundiyê hat jiyîn. Me dît ku tundî pir zêde bûye. Tundiya nav malbatê zêde bû. Mirov di kon de man, betal man. Bi tirs dijiyan. Hêrsa xwe li hev vedireşiyan. Mixabin wek her tim tundiya li ser jinan zêde bû. Jinan di malbatê de û di alî aborî de tundiyên mezin dîtin. Yek ji pirsgirêka din ya herî zêde hat tespîtkirin temenê biçûk de zewicandin bû. Bi zorê zewicandin zêde bûn. Keçên ciwan nekaribûn biçin dibistanê. Ji perwerdehiyê bêpar man. Em wek komîsyon hewl didin piştgiriyê bidin hemû jinan û jinên penaber.”
‘Pirsgirêka ewlehiyê heye’
Zerrîn Altinoz di berdewamiyê balkişand ser bûyerên tundiyê yên haitne jiyîn û got: “Jinekê ji konbajar li min geriya. Got tundî lê hatiye kirin. Ez hema çûm. Her derê jinê werimî bû reş bibû. Zewaca wê ne fermî bû. Zarokek wê hebû. Xaniyê wê saxlem bû tevî hilneweşiya bû mêr ew derkiribû. Ew jî bi dayika xwe re di kon de dima. Me hema serlêdanên xwe kirin. Me biryarên tedbîrê girtin. Vê bandorek mezin li ser min kiribû. Ji 3 sed hezarî zêdetir kes di konteyniran de dijîn. Di 21 metrekareyî de dijîn. Ev jî tundiyê zêde dike, jin serî li me didin. Em biryara tedbîrê dikirin lê mêr biryarên durxistinê binpê dikin. Li konteyniran pirsgirêka ewlehiyê heye. Pirsgirêk her diçin mezin dibin. Tevî du sal derbas bûye hîna pirsgirêkên erdhejzedeyan nehatine çareserkirin. Hewedariya mirovan bi qadên ku dikarin lê bijîn heye. Heta ji destê me bê em ê perwerdehiyên hişmendîkirinê bidin jinan.”