Tirkiyeyê êrişê Rojava kir

  • 19:41 31 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê êrişên li dijî gundewarê Firatê firehtir kir û gundên Şemsîn û Sefawiye bombebaran kir.
 
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Tirkiye  û çeteyên girêdayê wê gundê Şemsîn ê rojavayê bajarê Girê Spî, gundê Sefawiye yê rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran dikin.
 
Beriya wê jî, Tirkiyr û çeteyên girêdayê  wê gundê Tirweziye yê bajarokê Silûkê û gundê Îbrahîm Kurdo yê bajarê Girê Spî topbaran kiribûn.