
Bi bêrîvanan re Komxebata 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan'
- 14:05 13 Tebax 2025
- Rojane
ÎDIR - Meclisa Jinan a DBP'ê li Zozanê Korxanê yê li Îdirê bi jinên Berîvanan re komxebata "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist.
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Zozanê Korxanê yê li Îdirê bi Berîvanan re komxebata "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist. Cîgira Hevseroka DBP'ê Narîn Gezgor, endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Zeynep Kaya, Hevseroka Bajêr a DBP'ê Kezban Karasu, Hevşaredara Îdirê Nejla Kum û gelek jinên din beşdarî komxebatê bûn.
'Berê jiyana herkesî wekî ya we bû'
Narîn Gezgor, diyar kir ku ew van komxebatan wekî Meclîsa Jinan a DBP li dar dixin û got, "Em çend meh in li her derê komxebatên Îdeolojiya Rizgariya Jinan li dar dixin. Îro, em li vir wekî mêvan li zozanê we ne. Wekî jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin, em dixwazin mêran jî biguherînin. Jiyana we ya xwezayî jî heye. Belê, aliyên dijwar hene, lê di nav we de yekîtî jî heye. Di dîrokê de, berî dewletan, her kes jiyanek mîna ya we dijiya. Niha, her kes li vir dizane ku ew çi dijî. Jin navenda jiyanê bûn. Mêran nêçîr dikirin, jinan diçandin. Her tişt di destê jinan de bû."
Komxebat piştî sohbetek bi jinan re bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.