
Têkoşîna kedê ya jinan ji zeviyê heta malê
- 09:02 13 Tebax 2025
- Ked/Aborî
Gulistan Gulmuş
AMED - Jinên di bin serdestiya mêr de bê nasname hatine hiştin, bi saetan li nav erdan di bin germê de dixebitin. Jinên ku karê wan li ser erd bi dawî dibe bi heqdestên kêm vedigerin malê û hewl didin xwarina ji bo malê çêbikin.
Jin seranserê jiyanê li dijî rolên ku zîhniyeta serdest ya mêr ferz kirine, têdikoşin. Zextên li ser jinan di her qada jiyanê de didomin. Tevî van jin ji bo parastina nasnameya xwe têdikoşin û ji ber vê rastî zilm û tundiya mêr tên. Jinên ku li nav erdan dixebitin, heman zor û zehmetiyan dijîn.
Jinên li nav erdên titunê yên navçeya Karaz a Amedê dixebitin der barê mijarê de axivîn.
Jinên ku em dîtin ewil bi fikar nêz bûn û ruyê xwe girtin. Bersivên wekê ‘hevjînê min bibîne wê nebaş bibe’, ‘Ez neyêm dîtin wê baş be, ez ê bibim memur’ dan. Ev fikara jinan bi awayekî zelal nîşan dide ku zexta mêr-dewletê li ser wan çawa tê meşandinê. Ligel vê zor û zehmetiyên karê ku dikin jî ji ruyê wan westandina wan diyar dibe. Ji ber germê û xebata demdirêj destê wan yên bi birîn û bantkirî bala me dikşîne.
Xebatên bi zext û zorê didomin.
Jin ji Farqîn a Amedê tên. Jinan diyar kirin ku sibehê saet di 04.00’an de tên û saet di 05.00’an de dest bi komkirina titunê dikin. Jin heta 09.00’an tûtinê kom dikin û piştre rudinin ji bo hişkirinê titunê radixin. Jin saet di 14.00’an de kar diqedînin. Jinên ku tenê bi komkirina titunê nawestin, di heman demê de rastî zexta psîkolojîk a karkerên mêr û çawîşan tên. Vexwarina avê jî ji mêran re zor tê û heta destur negirin nikarin avê vexwin.
Jinekê da zanîn ku ew beramberê keda xwe nagirin û der barê pereyê ku her roj digirin de jî wiha got: “Ez nizanim, ji çawîşê me bipirse. Em bêyî wî nikarim biaxivim.” Dema em bi jinê re diaxivîn çawîş hat û bi dengekî bilind got ‘hadî hadî karê xwe zû bike’.
Jina bi navê Delîla Taş der barê zor û zehmetiya kar de axivî û wiha got: “Em sibehê derdikevin û bi wesaîtan tên. Em heta 09.00’an dixebitin. Çar zarokên min hene. Hevjînê min nexweşe. Ez li zarokên xwe dinêrim, debara xwe ez dikim. Piştî vir ez diçim malê û karê malê dikim. 5 sale vî karî dikim. Em nexebitin debara me jî ne pêkane. Ez naxwazim hewcedarî kesî bim.”
‘Jiyana me bi zehmetiyan didome’
Ayşe Kaya jî destnîşan kir ku heqdestê digirin hindike û wiha got: “Divê jin li her qada jiyanê parastina xwe ya cewherî bikin. Jin azad nebin civak jî azad nabe. Jin xwedî li hev derdikevin. Divê jin xwe bi rêve bibin. Em sibehê tên vir heta 14.00’an. Lê dîsa jî qezenca me têrnake. Em nikarin hewcedariyên zarokên xwe bigirin. Jiyana me bi zor û zehmetî derbas dibe. Em diçin malê îcar karê malê dikin. Divê jin bên gel hev û îradeya xwe danînin holê.”