247 rojnamevan li Xezayê hatin qetilkirin

  • 12:08 1 Îlon 2025
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî qetilkirina rojnamevana kanala "El Qudis El Yewm" di êrişeke Îsraîlê de, hejmara rojnamevanên ji 7´ê Cotmehê ve li Xezayê hatine qetilkirin derket 247´an.
 
Nivîsgeha Ragihandinê ya hikumetê ya Xezayê duh ragihandibû ku piştî rojnamevana kanala "El Qudis El Yewm" Îslam Meharib Abid di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de hat qetilkirin, hejmara rojnamevanên ji 7´ê Cotmehê ve li Xezayê hatine qetilkirin bû 247 kes.
 
Nivîsgehê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Îsraîlê bi awayekî sîstematîk rojnamevan û nûçegihanên filistînî dike armanc û ev yek"sûc e" divê li gorî qanûnên navneteweyî hesab bê dayîn.
 
Nivîsgehê bang li Yekitiya Navneteweyî ya Rojnamevanan, Yekitiya Rojnamevanên Ereb û tevahî saziyên rojnamevaniyê li seranserî cîhanê kir ku van binpêkirinan şermezar bikin û zextê li Îsraîlê bikin ku ev binpêkirin bi dawî bibin û rojnamevanên li Xezayê werin parastin.
 
Nivîsgehê da zanîn ku Îsraîl "Berpirsê berdewama sûcên dijî rojnamevanan e" û bang li civata navneteweyî kir ku demildest tev bigere ku ev qirkirin bi dawî be û sûcdar werin cezakirin.