
'Serdema perwerdeye nû bi newekheviyan dest pê kir'
- 12:42 8 Îlon 2025
- Rojane
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Polîtikayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê Îlknur Birolê tekildarî serdema nû ya perwerdehiyê anî ziman ku di pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de newekheviya çînî û netewî heye û got: “Aştî û guhertinên demokratîk bi misogerkirina mafê ziman pêkan e.”
Komîsyona Perwerdehî, Komîsyona Zarokan û Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), tekildarî serdema nû ya perwerdehiyê û pirsgirêkên têkildarî perwerdehiyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemile Turhalli bi zaravayê Kirmanckî axivî. Pişt re jî metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Polîtikayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrolê ve hat xwendin.
Îlknur Bîrol bi lêv kir ku dema pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bi giştî tê nirxandin tabloyeke nexweş heye û wiha got: “Pirsgirêkên Bingehîn, nereşîtî û newekhevî ye. Di perwerdehiyê de newekheviyên çînî û nasnameyî hene. Di serdema AKPê de ev newekhevî zêdetir bûne. Perwerdehî ne ji bo azadbûn û pêşketina zarokan, lê ji bo berjewendiyên desthilatdariyê û sermayeyê hatiye sazkirin. Keda zarokan û bazara kar, bi formula 4+4+4an, zarok di temenekî biçûk de ber bi bazara kar ve tên dehfdan. Ev yek keda zarokan tune dike û wan bi metirsiyên kar re rû bi rû dihêle. Dibistan nikarin bibin çavkaniya keda sermayeyê. Herwiha xizaniya zarokan bûye parçeyek ji jiyana rojane. Li gorî daneyên Odeya Bijîşkan a Enqereyê, di 7 salên dawî de hejmara zarokên ku hewcedariyên wan ên bingehîn nayên peydakirin %40 zêde bûye. Zarokên ku bi têra xwe xwarinê naxwin, bi nexweşiyên wekî skorbût, bêxwînî û raşîtîzmê dikevin. Divê xwarina beleş li dibistanan were belavkirin.”
‘Bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in’
Di berdewama axaftina xwe de Îlknur Bîrol da zanîn ku li Tirkiyeyê bi mîlyonan zarok ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in û wiha pê de çû: “Milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in. Ev yek ne tenê windakirina ziman, di heman demê de zirarên derûnî, civakî û çandî jî dide zarokan. Aştî û guhertinên demokratîk bi misogerkirina vî mafî pêkan e. Em wekî DEM Partî perwerdehiyeke wekhev, azad, tendurist û ewle ya ji bo zarokan têkoşîna xwe didomînin. Em perwerdehiyeke demokratîk, laîk, zanistî, zayend-azad û ekolojîk diparêzin. Divê sîstema perwerdehiyê li gorî berjewendiyên zarokan were avakirin, ne li gorî desthilatdarî û sermayeyê. Ji bo hemû zarok, ciwan, kedkarên perwerdehiyê û malbatan, em saleke tijî hêvî dikin û hevkariyê dixwazin.”