Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ didome

  • 13:06 14 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya "Sêşema na ji darvekirinên re" di hefteya 90’an de li 52 girtîgehên Îranê bi beşdariyek zêde didome. Girtî bi grevên birçîbûnê bertekên xwe yên li dijî cezayên darvekirinê tînin ziman.
 
Li Îranê li dijî zextên ku li girtîgehan zêde dibin, girtiyên siyasî li dijî polîtîkayên darvekirinê, têkoşîna xwe didomînin û li dijî bêedaletiya li girtîgehan û binpêkirinên mafên mirovan biryardariya xwe ya têkoşînê dubare dikin.
 
Kampanyaya "Sêşema na ji darvekirinên re" di hefteya 90’an de, di danezana ku îro weşand de ragihand ku heta "Îraneke cezayê darvekirinê lê hebe" dê kampanya bidome. 
 
Di danezanê de ev tişt hat gotin:
 
“Em spasiya  hemû welatiyên bi cesaret û azad ku li çar aliyên dinyayê di roja cîhanê ya li dijî cezayên darvekirin de, dengê xwe bilind kirine dikin. Ev piştevanî û destek, biryardariya me ya dengê edalet û mirovahiyê her roj bi awayekî zêdetir gihîştandina wijdanên navneteweyî zêde dike. Ji bo dengê kampanyaya me bilindtir derbikeve pêwistiya me zêdetir bi vê destekê heye.”
 
Di danezanê de wiha hat gotin: “Ji ber zextên zêde dibin û şertên dermirovî, girtiyên siyasî û baweriyan ên li girtîgeha Qerçekê tên girtin, piştî mirina trajîk a hevala wan a hucreyê Someya Raşîdî, sewqî girtîgeha Evînê hatin kirin. Lê belê niha li wir di şertên gelek zor ku ji şertên bingehîn ên mirovî, germahî û konforê bêpar dijîn. Ev rewş tenê bi girtîgeha Evînê re sînordar nîn e, ev şert nîşaneya îşkenceya sîstematîk a li girtîgehên Îranê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan e.”
 
Di danezanê de ev bang hate kirin: “Navendên îşkenceyê yên weke Qerçekê divê werin girtin û berpirs ji ber binpêkirina mafên mirovan werin darizandin.”
 
Di danezanê de hat diyarkirin ku ku di rojên borî de derbarê xwendekar û girtiya siyasî Efsan Ferîdî ku li girtîgeha Tebrîzê tê girtin, bêyî pêvajoya darizandina edlî biryara darvekirinê lê hatiye birîn. Ev biryar binpêkirina mafên mirovan e ku armanc dike ciwanan bitirsîne û tirsê di nava civakê de belav bike û wiha hat gotin: “Der barê sê girtiyên siyasî yên bi navê Nasîme Îslamzay, Arslan Şeyhî (hevjînê wê) û Amanj Kerfencî de biryara darvekirinê hat dayîn. Ev biryar pergal û darazê ya ku li gorî kêfa xwe tevdigere radixe ber çavan û me teşwîqî bilindkirina dengê xwe li dijî pêla darvekirinê dike.
 
Wek hemwext ‘bi roja dinyayê ya dijî darvekirinê’ re girtiyên li girtîgeha Gazel Hezer jî li dijî cezayên darvekirinê, dirûşman bilind dikin û xwepêşandanên protestoyî li dar xistin. Roja Duşemê 13’ê Cotmehê, piştî ku hinek girtiyan ji bo înfazê xistin hucreyen, zêdeyî 1500 girtiyên mehkumî darvekirinê, xwarinê red kirin û çalakiya rûniştinê li dar xistin, daxwaz kirin ku hevalên wan bînin”
 
Di danezanê de wiha hat gotin: “Em bang li girtiyên li girtîgehên din dikin ku weke girtîgeha Gazel Hezar li dijî înfazan derbikevin. Em daxwaz ji aktivîstên derve yên li dijî darvekirinê dikin ku ji bo sekinandina înfazan gavên bi biryar biavêjin û malbatên girtiyan bi tenê nehêlin.”
 
Di dawiya danezanê de ev tişt hat gotin: “Tenê di 20 rojên vê mehê de 162 kes hatin darvekirin, di nava 6 meh û nîvan de bi giştî zêdeyî 1000 kes hatin darvekirin. Vê hejmarê di civaka Îranê û wijdanê mirovahiyê de birînek kûr vekiriye.”
 
Di nava 52 girtîgehên ku beşdarî kampanayayê bûne de ev girtîgeh hene: Evîn, Gazel Hezar (beşên 3. û 4.), Navend Karaj, Ferdîs Karaj, Tahrana Mezin, Qerçek, Horîn Varamîn, Ahir, Arak, Lengerud Kum, Horremabad, Yasuc, Esedabad Esfehan, Destcerd Esfehan, Şîban Ahvaz û gelek girtîgehên din.