Girtiya siyasî Nasîm Simyarî 7 roj in di grevê de ye

  • 15:43 19 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya aktîvîsta civaka sivîl Nasîm Gholamî Simyarî ya di serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hate girtin di roja 7’emîn de didome. Hate diyar kirin mafê hevditîna bi malbatê ya Nasîm Simyarî hatiye qedexekirin.
 
Greva birçîbûnê ya aktîvîsta civaka sivîl Nasîm Gholamî Simyarî ya di serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hate girtin di roja 7’emîn de didome. Nasîm Simyarî, ji mafê xwe ya hevditîna bi malbatê bêpar hate hiştin.
 
Di parvekirina li ser hesabê Instagramê ya Nasîm Gholamî Simyarî de, hate ragihand ku mafê hevditîna bi malbatê ya Nasîm Simyarî hatiye qedexekirin.
 
Parêzvana mafên mirovan Nasîm Simyarî ya di çarçoveya serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hat girtin, ji qawîşa jinan a Girtîgeha Evînê ya Tehranê nemayek weşand û ragihand ku wê ji bo hevgirtinê bi Farîba Kemalabadî re dest bi greva birçîbûnê kiriye. Nasîm Simyarî, di nameya xwe de Farîba Kemalabadî mîna "mamosteyek bi sebir, sembola mirovahî û xweşbîniyê" bi nav kir.
 
Nasîm Simyarî, di nameya xwe de wiha gotibû:
 
“Farîba Kemalabadî zêdetirî 13 salan di girtîgehê de ma û di nava van salan de bi sebir û empatiyek mezin li kêleka hevalên xwe yên girtî cih girt. Farîba Kemalabadî di salonên hevdîtinê de keça xwe ya biçûk mezin kiriye, neviyên xwe hêmbez kir û ji bo wan çîrokan vegot…”
 
Di demên dawî de, parêzer û nûnerên darazê agahî dabûn ku wê Farîba Kemalabadî bê berdan. Lêbelê, berdana wê ya texmînkirî bêyî ti hincet hate betalkirin.